Mîrza RONÎ
Gelê Kurd di nav pêvajoyeke man û nemanê re derbas dibe. Di vê pevajoya ku ji serê salê pê de destpê kir; gelê Kurd kete nav cengeke giran de.
Plan û armancên ku rêveberiya demkî ya Şamê û hevalpiştên wê, di serî de desthilata Tirkiye û hin dewletên ereban ku îcaza xwe ji dewletên hegemon standin û yekser êrîşî destkeftiyên kurdan kirin. Desthilata Şamê hemû komên çekdar ên ku bermahiya DAIŞ’ê ne kom kirin û li dora bajarê Helebê û heremên Rojava kom kirin. Armanca planê destdanîna ser bajarên kurdan û qirkirina Kurdan bû, lê belê berxwedana gelê kurd bi awayekî civakî li hemberî êrîşên wan rawestiyan û planên wan eşkere kirin. Di sêrî de berxwedana asayîşa civaka kurd ya taxên Şexmeqsud û Eşrefiyê bû mînak ji bo xwedî lêderketina destkeftiyên kurdan. Ango pêşdîtina hêza kurd ya sîyasî û civakî planên ku çeteyên desthilata Şamê û hevalpiştên wê armanç dikir, vale derxistin. Sekna fermandar Ş. Ziyad Helep û rêhevalên wî bû sembol ji bo xwedî derketina berxwedana Rojava.
Helbet di vê pêvajoya cenga giran de gelê Kurd xemdar bû û êşiya. Lê belê gelê Kurd qedîme û gelek caran planên mêtinkaran vale derxistine û ji nav êşa xwe jîndar derketiye. Gelek ramyar dibêjin; ‘‘Êşa ku mirov ne kuje, ew êş mirov jîndar dike.’’ Tê zanîn di nav mîtolojiya kurdan de çîroka Teyrê Sîmûr heye, ev çîrok raste rast li gelê Kurd tê û gelê Kurd wekî Teyrê Sîmûr e. Çawe ku Teyrê Sîmûr ji hêza xwe bixwe bawere, gelê kurd jî ji hêza xwe bawere û her car dikare xwe komî ser hev bike û li ber xwe bide. Heke gelê Kurd ne wekî Teyrê Sîmûr bûne, ev gelê ku di nav çar dewletên kîndar de parçe bûyî wê çawe hêzeke berxwedanê ava bike ku di cîhanê de bîbe mînak û liberxwe bide û teybetî jî hêza jina kurd Teyrê Sîmûr bi xwe ye.
Dema mirov li pêvajoya xedar dinêre heke civaka kurd li her qadê jiyanê li rojava xwedî derneketa wê armancên mêtinkaran bi ser biketana. Lê belê dema êrîşên li ser Rojava rûdan û gelê kurd berxwedana hêza cewherî ya cîvaka kurd dît bi yekgirtineke pîroz gelê kurd derket kadan û piştgiriya xwe berz kirin.
Di sêrî de ji hêla gel ve rakirina têlên sînorê di navbera Nisêbînê û Qamişlo de bû destpêka sekna berxwedêr ya gelê Bakurê Kurdistanê. Her wiha bajarên Başûrê Kurdistanê Silêmanî, Hewlêr, Zaxo û Dihokê agirê berxwedanê gur kir û gel rabû ser xwe. Dîsa li bajarên dîasporaya kurdan gelê Kurd bi yek dengî daketin kolanên Europa û li Rojava xwedî derketin.
Çend xalên gelekî pîroz û rêzdar ji nav çalekîyên gelê Kurd derketin holê. Ya yekemîn ew bû ku li seranserê Kurdistanê gel daketin qadan. Xaleke din a girîng ew bû ku bi yek armancê gelê kurd hat ba hevdû û li berxwedana Rojava xwedî derket. Dîsa xaleke din a cihê şanaziyê ew bû ku hemû alayên Kurdistanî di heman qadê hatin bilind kirin û bê ku kes kesî aciz bike bi yek dengî li Rojava xwedî derketin.
Dema mirov li plana êrîşa li ser Kurdan de hat û li beramberî vê planê li sekna gelê Kurd dinêre yek tişt tê bîra mirov ew jî ew e ku; yekîtîya kurdan û berxwedana şervanên kurd bûye sedem ku plana pirhêl vale derkeve. Di encamê de ev sekna yekîtiya kurdan bû sedem ku lihevkirinek di navbera aliyê kurd û rêveberiya demkî ya Şamê de çêbibe.
Başe wî demî baş zelal bûye ku gelê Kurd êdî bi yek dengî dibêje: ‘‘Yeke Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke.’’ Dema min hewl dida vê gotarê binivîsim, çavên min li wênekeyî ket ku li ser rêyeke Qamişlo hatibû daliqandin. Li ser wêne; wêneyê Abdullah Ocalan, Mesut Berzanî, Mam Celal Telebanî, alên Kurdistanê û alên YPG û YPJ hebûn. Ji xwe ev wêne tenê bese ku êdî dem hatiye yekîtiya gelê Kurd di her warî de pêk were.
Beriya niha di salên 2013-2014’ê de dema pêvajoya aştiyê li Tirkiye berdewam, wî demî Rêber Ocalan çend caran banga avabûna kongra Netewî ji hemû aliyan kir. (11.07.2014) her wiha ji bo xebatên avabûna kongreya yekîtîya kurdan Leyla Zana çû hevdîtina Ocalan û li ser vê mijarê axivin, piştî hevdîtinê diyar bû ku Ocalan nameyek ji Mesut Berzanî re şandiye û di nameyê de daxwaza avabûna kongreya yekîtîya kurdan hatiye xwestin. Lê belê ew bang wî demî encam nebû û li bangê xwedî derneketin. Di pêvajoya îro de ew bang baştir tê fêmkirin ku heke wî demî ew bang bi erênî encam bibûya û hemû partî û hêzên kurdan li hev kom bibûyan û di encamê de kongereya netewî bi yek dengî ava bibûya wî demî îro ev êrîşên xedar jî, bi ser gelê kurd de bi vî awayî nedihatin.
Dema kongeryeke netewî ava bibe, mecliseke giştî ku ji hemû pêkateyên kurdan pêk were saz bibe û di wê meclisê de biryarên; yekîtîya artêşa kurdî, yekitîya siyasî, aboriya kurdistanê, çanda kurdî, rêveberiya kurdistanê û gelek xalên din ên civaka kurd wekî biryar bihatan standin wî demî dijminên kurdan bila ji xwe re siyaset bidîtan.
Kurt û kurmancî heta ku yekîtiya kurdan bi kongreyeke netewî ku hemû pekateyên kurdî di nav de biryarên xwe ji bo azadiya gelê kurd ne girin wê hêj gelek caran dijminên kurdan êrîşî nirxê gelê kurd bikin. Îro kongreya netewî ji kurdan re wekî nan û av pêwîste.






