Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sedsala 21’ê tekez wê bibe sedsala gelê Kurd

04/02/2026
in Serbest
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Amûdê

Em Kurd di destpêka sedsala 21’ê de ne û hîn jî em di bin nîrên zilm û zordariyê de ne. Rewrewkên serxwebûn û azadiyê hîn jî ne diyar in. Ne ji ber em ne yek in û ji hevdu hez nakin. Belê di gelek dem û dewranan de Kurd bûne yek û ji hevdu hez kirine. Lê dîsa jî hatine xapandin û şoreşên wan têk çûne. Di nêrîna min de û baweriya min e jî ew e ku sedema herî mezin a vê rewşa Kurdan desthilatdarên Îslamî ne. Artêşên Îslamê ji Piştî Mîladê 640’î ve êrîşî xaka Kurdan kirin.

Piştî ola Îslamê bi darê zorê derbasî Kurdistanê bû, gelê Kurd dewrana xwe wenda kir. Yên karîbûn xwe sipartin çiyayan, yên nikarîbûn jî ketin rewşeke bindestiyê. Cih û warên wan hatin xerabkirin, di komkujiyan re hatin derbaskirin. Hebûna wan hat înkarkirin, rastî asîmîlasyoneke dijwar hatin. Têkldarî Kurdan gelek çîrokên reşkirinê hatin vegotin û belavkirin.

Hinek ji Kurdan ji bo xwe bi desthilatên Îslamî bidin qebûlkirin, her tişt kirin. Welat, milet, ziman û çanda xwee feda kirin. Gotin, “Tenê ol û axret.” Tevî zimanê Quranê fêm nedikirin sure ezber kirin. Ev dinyaya em lê dijîn û nîmetên wê ji bîr kirin.

Belê di dîroka miletê Kurd de gelek caran şoreş pêk hatine, lê di meydanên şer de bi navê Mislimantiyê hatine xapandin û qirkirin. Tevgerên Kurd û pêşengên wan bi destê dewletên dagirker ên Mislimanan hatine kuştin û darvekirin. şêx û melên me xapandine û şoreşên me têk birine. Ketine pey xapandin û tinekirina gelê Kurd. Tevî Selahedînê Eyûbî (Selahedînê Kurdî) gelekî ji bo ola Îslamê têkoşîn kir û êrîşên Xaçiyan şikand jî li hember Kurdan dijmintiyê dikin.

Weke tê dîtin çeteyên DAÎŞ’ê serê mirovan jêdikin. Ji me Kurdan re dibêjin, “Kafir, xenzîr” û hwd. navên cuda ji bo me bi kar tînin. Gelo sedema ev zilma ku Misliman li me Kurda dikin çi ye? Em weke Kurd her dibin destên desthilatdariyan de hatine perçiqandin û bûne hêsîr.

Hemû welatên Misliman ji olê qezenc kirin. Xwe û welatê xwe gihandine qonaxên pir cuda. Lê weke neteweya Kurd her em man mihacir û perîşan. Wan dewletan ji bo berjewendiyên xwe Mislimantî weke tivingekê kirine singa me û pê şerê me kirine. Tevî di ola Îslamê de nehatiye gotin ku welatê birayê xwe yê Misilman dagir bike û bixe bin destê xwe jî vê tînin serê me. Birayên me yên Misliman her li me dane. Her tiştê me ji destên me girtine, em ji xwe re kirine kole. Hîna jî eniya me bi sicadê ve leziqiye û em dibêjin em Îslamî ne.

Baş e tekez divê em û hemû mirovahî li gorî pêxember û eshaban biçin, lê gelo kî li gorî wan diçe ji derveyî me? Eger em ewqasî Îslamî ne naxwe pêwîst e em rastiya wan kesên derewker jî derxînin ronahiyê. Ya din jî divê em neyên xapandin û weke hêza parastina cewhera Îslamê hemû derewker û munafiqan teşhîr bikin. Hewce ye em siyaseta kembera kesk têk bibin û hew werin xapandin. Careke din ez dibêjim wê sedsala 21’ê bibe sedsala gelê Kurd. Wê ti hêza tundrew nikaribe hêz û ezma me bişikîne û wê serkeftin ya gelê Kurd be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.