Kemal Necim
Ji ber gelek sedeman, di salên derbasbûyî de li Rojavayê Kurdistanê çend yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran bi navên cuda hatin damezrandin. Her çiqas naveroka çalakiya van yekîtiyan û şêwaza wan a karkirinê nêzî hev e û li erdnîgariyeke nêzî hev dixebitin jî, lê ev zêdebûna hijmara van saziyan û dabeşbûna wan bûye sedema dabeşbûn û belavbûna xebatên çandî û rewşenbîrî û di encamê de nikarîn qadeke têkoşîna çandî ya bi bandor ava bikin, herwiha nikarîn bibin hevpar û piştgirên bi bandor di kargêrî û têkoşîna gelê Kurd ya siyasî û civakî de.
Di salên dawiyê de çend pêşniyar û hewldanên ji bo yekkirina van saziyan derketin pêş, lê ji ber ku hin ji van yekîtiyan girêdayî hin aliyên siyasî ne, lewma biryara wan di destê wan aliyan de ye, ji ber wê yekê ev hewldanên yekîtiyê negihiştin ti encamê.
Sala 2025`an, piştî hilweşîna rejîma Baas`ê û guhrtina rewşa giştî li Sûriyeyê, hewldaneke din a yekkirina yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran çêbû. Di encama wê hewldanê de meha Adarê dîdareke giştî ya hemû yekiriyan hat lidarxistin, pêşniyar hat kirin ku hemû yekîti werin betalkirin û banga konreyeke giştî were kirin da ku saziyeke yekgirtî were avakirin, lê dîse encameke bi bandor derneket, dîse vîn û daxwaza yekîtiyê li ba hin saziyan tune bû. Weke ku ev yekîtî bixwazin ji vê erka sereke birevin tiştek bi navê Desteya Hevbeş ya Nivîskar û Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê hat avakirin. Ezmûna vê desteyê ya salekê ne bi hêvî bû û nebû platformeke karekî hevbeş ya bi bandor. Li şûna wê ew deste bû desteya çend kesan û weke saziyeke cuda kar û xebat kir û rewşa dabeşbûnê hîn zêde kir.
Bê guman, di rewşa heyî de, piştî ezmûna zêdetirî 15 salan, pir diyar bû ku dabeşbûn, belavbûn û parçebûna yekîtiyên rewşenbîran bûye sedema lawazî û qelsbûna qada rewşenbîrî, ev lawazî êdî pir diyar û xuyaye. Lê gelo wê sûd û bandora yekirina yekîtiyên çandî hebe? Yekkirina yekîtiyên çandî û rewşenbîrî dikare bibe stûnek bingehîn ji bo xurtkirina nasnameya neteweyî û çandî û bihêzkirina hevgirtina civakî bi rêya çalakiyên hevbeş û hewildanên afirîner û parastina mîrateya çandî.
Ev yekbûn dê bibe alîkar ku xebata çandî hîn bêhtir çalak bibe, danûstandina rewşenbîrî kûrtir bibe û gotareke rewşenbîrî ya yekgirtî pêş bikeve.
Di çend hefteyên dawiyê li Sûriyeyê û Rojava guhertinên pir mezin û bi bandor çêbûn, pir diyar bû ku hêza sereke ya parastina nasname, ziman û hebûna Kurdan, yekîtî û hevgirtina wan e. Li gorî van geşedanên dawiyê, dê di demên pêş de roleke pir girîng bikeve ser milê rewşenbîran. Ji bo parastina nasnameya çandî ya gelê Kurd li Sûriyeyê pêdivî bi hewldanên yekgirtî heye, herwiha pêdivî bi gotareke rewşenbîrî ya resen û bi hêz heye ku karibe bi çandên civakên cuda yên Sûriyeyê re hemahengî û danûstandineke şaristanî pêk bîne. Li gorî van mercan, niha ji her demê bêhtir pêdiviya nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi sazîbûneke yekgirtî, bi hêz û bi bandor heye. Lewma dem hatiye ku yekîtiyên rewşenbîran bi wêrekî û vîn û biryar tevbigerin, banga kongreyeke berferh ya hemû rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê bikin û saziya xwe ya yakgirtî ava bikin.






