Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermend û rojnamevanên Kurdistanî: Erka hunermendan ji bo Rojava erkeke mirovî û dîrokî ye

04/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Hunermend û rojnamevanên Kurdistanî: Erka hunermendan ji bo Rojava erkeke mirovî û dîrokî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hunermend Diyar Dêrsim, Şemdîn û rojnamevan Kakşar Oremar dan zanîn ku êrişa li ser Rojava komployek bû û gotin, “Erka hunermend û rewşenbîran ji bo Rojava erkek mirovî û dîrokî ye. Yekrêziya ku çêbû, destkefiyeke mezin e ji bo xwedîderketina şehîdan e. Koma Berxwedan wê ji bo Rojava xebata hunerî bike.”

Di hemû waran de Rojavayê Kurdistanê ji berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heta roja îro di seferberiyê de ye. Li seranserî Kurdistan û cîhanê destek dane gelê Kurd li Rojava, di çarçoveya vê piştgiriyê de şandeyeke hunermend û rewşenbîrên Kurdistanî di 31’ê Çile de hatin Rojava, endamên vê şandeyê hunermend Şemdîn, Diyar Dêrisim, rojnamevan Kakşar Oremar û hwd… bûn. Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, hatina vê şandeyê û tevlîbûna hunermedn û rojnamevanan ji bo piştevaniya Rojava, hunermend Diyar Dêrsim, Şemdîn û rojnamevan Kakşar Oremar ji rojnameya me re axivîn.

‘Êrişa li ser Rojava komployek bû’

Diyar Dêrsim destnîşan kir ku êrişa li ser Rojava komployek bû wiha bi lêv kir: “Êrişên li ser Rojava, ne êrişên ji rêzê ne, lê belê pir hesab û pir aliyên wê hene, di Rojhilata Navîn de hêzên hegemon dixwazin vê herêmê li gorî xwe dîzayn bikin. Tevgerên Kurd hesabên hêzên emperyal û dagirker xerab dikin û li pêşiya van pilanan dibin asteng. Bi taybet hişmendiya Rêber Apo bûye hedef, felsefeya Rêber Apo ya sosyalîsta hemdem a ku jiyana komînal esas digre. Felsefeya Rêber Apo ji bo siberoja gelan hêviyê dide, ev proje jî bûye cihê metirsiya hêzên hegemon ên serweriya Rojhilata Navîn dikin, ji ber vê yekê jî dixwazin vê paredîgmayê têkbibin. Rewşa ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, rola Israîl û tevgera wê ji bo bidestxistina ewlekariyê, aliyê din jî armancgirtina Îranê ye, lê armanca kûr têkbirina felsefeya Rêber Apo ye, hêzên serwer dixwazin bi kevirekî çar pênc çivîkan bikujin. Ji ber vê yekê êrişên ku li ser Rojava çêbûn komployek bû û pêkanîna şerê îdiyolojîk e.”

‘Erka hunermendan ji bo Rojava erkeke mirovî û dîrokî ye’

Hunermend Diyar Dêrsim tekez kir ku erka hunermend û rewşenbîran ji bo Rojava erkek mirovî û dîrokî ye û wiha bi dawî kir: “Di dema heyî de em di rojên dîrokî re derbas dibin, rojnamevan gerek e karê ragihandinê bike û heqîqetê ragihîne, hunermend jî bi destekî tembûrê bigire û destê din rahêje çekan ji ber ku çete û hov bêserûber êrişî gelên me dikin. Ji ber ku gel li hunermendan guhdar dike, eger pêwîst bibe, dikare li çeperên şer di nava şer de li kêleka gel stranan bêje. Li Rojavayê Kurdistanê em îro dibînin hemû hunermendên Kurd rahiştine çekan, erkê her pêkhateyekî civakê ew e ku parastinê bike, eger aliyek dagirtî be û aliyê din kêmasî tê de hebin ew ê seqetbûn derkeve holê. Divê her kes hişyar be û xwe berpirsyar bibîne, em dibînin ku li Rojava rojnamevan, rewşenbîr, hunermed, nivîskar, civak bi keç, xort, kal, zarok, mezin û her kes di tevgerê de ye, ev yek jî berxwedaniyeke pir mezin e. Ev destkeftiyên ku hatine bidestxistin tev bi saya xort û keçên wêrek û dilsoz hatine girtin. Da ku em bi rûmet bijîn xwedîderketina li van destkeftiyan, xwedîderketina li xwîna şehîdan e. Hunermend û rewşenbîrên Kurd xwedî wê erkê û berpirsyariyê ne ku bîr bibin, bi gelê xwe re bin, wan hişyar bikin, ev erk jî erkeke mirovî û dîrokî ye.”

‘HTŞ’ê bi xeyalên xwe xwest xwe bigihîne Dêrikê’

Kakşar Oramar da zanîn ku HTŞ’ê di xeyalên xwe de dihizirî ku xwe bighîne Dêrikê û wiha got: “Îsal salvegera 80’emîn a Komara Kurdistan bû, li ser daxwaza Genêral Mezlûm Ebdî û Zanîngeha Rojava ku xebatek were lidarxistin û me yê bi vê boneyê bi çapkirina elbom û pirtûkên girêdayî dîroka Komara Kurdistanê pîroz bikiraya. Ev yek jî bi beşdariya Mela Pêşawa Qazî Mihemed û çend rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê wê pêkbihata. Lê ji ber rewşa tevlîhev a ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, ev xebat pêknehat. Sedem jî ew bû ku çeteyên hikumeta Colanî êrişî Rojava bikin, cîhadîstan û çeteyên HTŞ bi xeyalên xwe dixwestin bigihêjin Dêrikê, lê yekrêziya Kurdî ji van êrişan re bû keliheke berxwedaniyê û xewnên wan cîhadîstan têkçûn. Zêdeyî 10 rojan bû ku şandeya me ya hunermend û rewşenbîrên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê bû, me gelek hewldan dikirin ku em werin, lê ji ber şer û tevlîheviyan, hikumeta Başûrê Kurdistanê derfet nedida ji ber ku em welatiyên Ewripî bûn, berpirsiyariya ewlehî ji vê yekê re heye. Lê ji ber ku em xwedî israreke mezin bûn, em hatin Rojava. Axa Rojava ya ku me piyên xwe daniye ser, axeke pîroz e, ji ber ku bi xwîna hezarên şehîdan hatiye avdan. Bi saya şehîdan şoreş dest pê bûye, temenê vê şoreşê bûye 15 sal, hin kêmasî di warê erkdariya şaredariyê û xizmetguzarî de hene, lê sazîbûyîn û pêşketina hişmendiyê heye, eger derfet çêbibe ew ê mîna Başûrê Kurdistanê pêşketin di her hêlî de çêbibe.”

‘Yekrêziya ku çêbû, destkefiyeke mezin e ji bo xwedîderketina şehîdan’

Rojnamevan Oramar diyar kir ku hevrêziya Kurdî bû destkeftiyek li hemberî 14 hezar şehîdên Rojavayê Kurdistanê û wiha bi dawî kir: “Niha Rojava hişt ku Kurdên her çar parçeyan bibin yek. Vê carê me tekez kir ku ew ê dîsa tu kes mîna Sayks û Pîkot wê ji dawiya cîhanê neyên û bi qedera me bilîzin, em nebûn amrazek di destên Amerîka de ku biçin şerê Heşd Elşeibî û çeteyên DAIŞ’ê bikin, di heman demê de em nebûne dijminên xwe. Niha Rojava li hemberî çeteyan ji Başûrê Kurdistanê û Bakur re bûye keleheke parastinê, ji ber vê yekê destekdayîneke mezin ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve ji bo gelê Rojava pêkhat. Em dibînin ku sînor di nabera Kurdan de neman, Kurdên diyasporayê xwedî roleke diplomatîk bûn. Rojhilatê Kuridistanê tevî rewşa wê ya aborî ya xerab destekdayînê dide Rojava. Dibe ku Rojava ne hewcedarê piştevaniya Rojhilat, Kurdên diyaspora, Rojhilat û Başûr be, lê ev piştgirî, xwedî nameyên siyasî, hunerî, civakî û dozdariya rakirina sînorên sedsalî bin. Em spasiya dîktator û cîhadîstan dikin ku bi vê nezanîbûna xwe hiştin Kurd bibin yek.”

‘Rojavayê Kurdistanê rihekî netwperwerî di nava hemû Kurdande çêkiriye’

Hunermend Şemdîn anî ziman ku Rojavayê Kurdistanê rihekî netewperwerî di nava tevahî gelê Kurd de afirandiye û wiha domand: “Em gelekî kêfxweşin îro em li Rojavayê Kurdistanê ne em hemû dizanin cihê berxwedanê ye îro rihekî gelekî netewî di nava Kurdan de çêkiriye. Ji her çar hêlên Kurdistanê şandeya hunermend û rewşenbîran ji Ewropayê hatin Rojava. Cara yekê ye em bêjin hem Ewropa hemû derên dunyayê Kurd ewqasî xurt grse rabûn li ser piyan rihê netewî çêbûye di nava gelê Kurd de hem sîror ji holê rakirin hem jî hemû partiyên Kurdan neçarî yekîtiyê kirin. Ji ber vê jî berxwedana Rojavayê Kurdistanê parçê Kurdistanê yê herî biçûke, lê rihekî berxwedanê mezin di nava gelê me de çêkiriye. Li ku derê şer qewimî ye serhildan çêbûye şer çêbûye keç û xortên Rojavayê Kurdistanê hemû derên Kurdistanê de bedel dane şehîd bûne keda wan heye. Ev du roj in em li vê derê ne, em di nav gelê xwe de ne û me serdana dezgehên ragihandinê hem malbatên şehîdan, saziyên çandê, şaredarî û hwd…”

‘Koma Berxwedan wê ji bo Rojava xebata hunerî bike’

Hunermendê Kurdistanî Şemdîn eşkere kir ku Koma Berxwedan ji bo têkoşîna Rojava stranan çêbike û wiha bi dawî kir: “Berî niha di sala 2012’an de em hatine Rojava, lê bi awayekî veşartî bû, wê demê em ji bo Newrozê hatin, hinek xeterî hebû ji ber tirsa ji teqînan Newroz hat betalkirin.Îro em gelek kêfxweşin wek hunermend ku di nava gelê xwe de ne  li Rojavayê Kurdistanê ne. Belê vê gavê hevalên me  yên hunermend  yên endamên Koma Berxwedanê hewil didin strana çêkin bi taybetî li ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê ew erka hemû hunermendan e hunermend derd, êş û kulê gelê xwe anha di bedena xwe de hîs dikin û erka wan e ku strana çêkin ji bo gel,  ji ber stran jî moralê dide civakê  stran jî hestên civakê  xurt dike  û bilind dike hemû hunermend bi taybet Koma Berxwedan wê di warê hunerî de bixebitin. stranên min li ser Rojava jî hene hinek stranên min hene ketine ser zimanê milet yek jê strana (Ev e Dunya Pir Mezin e Têra Me Hemiya Heye) gelek stranên me hene bûne malê gel em bêjin gelek hevalên din jî wek strana Xelîl Xemgîn a (Îro Çerxa Şoreşê Felek Digerîne) li ser zimanê milet e coşekê, rihekî û moralekî çêdike huner jî gelekî rolekê dilîze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.