Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Komîteya Firneyan ya kantona Cizîrê Rondar Salih tekez kir ku hemû nangehên li herêmê di ximzetê de ne û bi awayekî domdar dixebite bêyî sekinandin û got, “Tevî êrişan me karîbû nan ji bo gel û koçberan dabîn bikin û aloziyê derbas bikin.”
Di dema dawî de êrişên li ser gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê gihaşt astek pir bilind, di encama van êrişan de bi hezaran ji gelê Kurd ji herêmên cuda ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heta Tebqa, Reqa û Dêrazorê, neçar man ku koçber bibin û piraniya wan berê xwe dan bajarê Qamişlo..
Di destpêka pêlên koçberiyê de gelek alozî derketin pêş, di nav de aloziya peydakirinan nan bû, hem ji bo koçberan hem jî ji bo şêniyên herêmê, di vê çarçoveyê de, Komîteya Nangehan ya kanatona Cizîrê hewil da ku rê li ber kurbûna aloziyê bigre û pirsgirêkên ku derketine çareser bike.
Derbarê mijarê hevserokê komîteya nangehan ya kantona Cizîrê Rondar Salih ji rojnameya me re axivî.
Rewşa nangehan bi giştî
Rondar Salih diyar kir ku niha hemû nangehên herêmê di xizmetê de ne û bi awayekî domdar dixebitin û wiha got: “Hejmara nangehên giştî ku niha di xizmetê de ne 17 firne ne, di heman demê de 150 firneyên nîvtomatîk jî dixebitin bi piştgriya temwînê. Ev firne ji seatên berê zêdetir dixebite da ku karibe nan li komînan belav bikin, di heman demê de ji bo pêşkêşkerên nan yên ku li bajar, bajarok û gundan difroşin.”
Rondar Salih diyar kir ku komîteya firneyan a kantona Cizîrê firneyên zêde vekirin e ji bo vê rewşa awarte û wiha anî ziman: “Ev jî ji ber zêdebûna hejmaran koçberan li herêmê ye, zêdtirî 20 firne li bajarên kantona Cizîrê hatin vekirin, li Qamişlo 19 firneyên nîvalî hatin vekirin da ku ev rewşa heyî û zehmet derbas bikin, 2 firne li Tirbespiyê, firneyek li Girkê Legê û li Hesekê çend firneyên din hatin vekirin bi armanca dabînkirina pêwistiyên hemû komînan.”
Rondar Salih diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya koçberan li bajarê Qamişlo gelek tedbîrên pêwîst ji bo derbaskirina vê rewşê girtine, di nav de vekirina van firneyan û zêdekirina pêwistiyên firneyan li hemû bajarên kantona Cizîrê, li gorî daxwaza bajarên ku koçber lê hene.
Komîteyên awarte
Rondar Salih wiha berdewam kir: “Weke Komîteya Firneyan me komîteyên awarte jî ava kirin li gorî pêwistiyê heyî ku tê xwestin, komîteya awarte li ser du astan e ya yekmîn li ser asta kantona Cizîrê û ya 2‘yemîn li ser asta bajaran e. Ev Komîteyên awarte yên taybet ji bo çavdêriya kar û xebatê firneyan e ku bi awayekî rasterast dikin, dema tu pirsgirêk derbikeve têkiliyan bi komîteya navendî ya Cizîrê dike da ku destwerdanê bike û çareseiryê deyne herwiha hemahengî dike ji bo dabînkirina pêwistiyên her bajarê ku kêmasî tê de derkeve.
Di Çarçoveyê de tedbîrên ku hatin girtin yek jê endamên meclisa aborî, çandniyê û firneyan li pêşiya hemû firneyan yên taybet û giştî hatin belav kirin, ev endam karê wan çavdêriya kalîte, giraniya nan û cudahiya wê ye; dikin. Her wekî din rêxistinkirina nan û tesbîtkirina mîqdara ku ji van firneyan hatiye derxistin û gihandina wê ji bo komînan da ku pirsgirêk dernekeve. Armaca van tedbîran ew dispilînkirin û gihandina pêwistî û mîqdara nan ji bo komînan e.”
Rondar Salih behsa astengî û zehmetiyên ku li hember wan derket di destpêka koçberiyê de û wiha anî ziman: “Di destpêka rojên koçberiyê de me gelek astengî dît weke kombûna gel li pêşiya firneyan, ku ev yek hişt ku nan dereng bimîne heta ku bighêje komînan. Giliyên hin şêniyan hebûn ji ber derengbûna gihandina nan, di encamê de me ev tedbîr girtin. Di vê derbarê de û di rêya rojnameya Ronahî de em bang li şêniyan dijin ku berê xwe nedin firneyan ji ber ku ev firne tenê ji bo komînan hatiye xebitandin, bila şênî li komînên xwe vegerin ji ber ku em vê pêwistiyê li komînan belav dikin. Dîsa em tekez dikin ku ji ber aloziya li pêşiya firneyan me nikarîbû ku bighêjin nan û bighînin komînan.”
Derbaskirina aloziya nan
Rondar Salih destnîşan kir ku piştî tedbîr hatin girtin û firneyên din hatin vekirin karîbû aloziya nan derbas bikin û got:“Di rojên dawî de gelek hewildan hatin kirin ji bo derbaskirina vê aloziyê, ji ber ku pêdiviyên komînan bi piranî hatine dabînkirin, gilî û qerebalix kêm bûye. Meclisa Bajarê Qamilşo, meclisên din ên bajêr, komîteyên awarte û hemî saziyên ku çavdêriya belavkirina nan dikin re hevahengiyek berdewam heye, bi armanca ku radestkirina wê ya dadperwer û birêkûpêk ji welatiyan re were misogerkirin.
Di gaveke din de, betlaneya heftane ya hemî firneyên giştî û taybet, tevî roja Înê hate betalkirin û seatên xebatê hatin zêdekirin, da ku hilberîna nan di vê dema krîtîk de zêde bibe.”
Rondar Salih her wekî din zêde kir ku firneyên nanê Siyahî jî bi sotemeniyê hatin dabînkirin û got: “Hemî alîkariyên pêwîst û hêsan ji wan re hatin peyda kirin da ku 24 seatan bixebitin, da ku pêdiviyên şêniyan werin dabînkirin û kêmasî çênebe.”
Rondar Salih eşkere kir ku gelek gilî û gazin hatine wergirtin derbarê bilindkirina bihayê nan ji aliyê hin aliyan ve, bi sûdwergirtina ji rewşa heyî û wiha piştrast kir: “Komîteyên çavdêriyê tavilê destwerdan kirin û her kesê ku rêziknameyan binpê kiriye hatine cezakirin, da ku aramiya bihayê were parastin û îstîsmar neyê kirin.”
mekanîzmayek zelal û nerm ji bo koçberan
Rondar Salih li ser mekenîzmeya belavkirina nan li ser koçberan wiha behs kir: “Ji bo koçberan, firneyên taybet hatin vekirin da ku nan ji wan re di stargehan de peyda bikin, bi hevahengiya rasterast bi Komeleya Civakî ya Efrînê re, ku berpirsiyarê belavkirina nan li van navendan e. Hejmara nanên ku rojane hewce ne li gorî hejmara koçberan hate destnîşankirin û nan bi tevahî bê drav hate peyda kirin. Her wiha mekanîzmayek zelal û nerm hate danîn da ku her zêdebûna ji nişka ve ya hejmara koçberan çareser bike.”
Di dawiyê de, Hevserokê komîteya Nangehan Rondar Salih, bang li gelê kantona Cizîrê kir ku di vê qonaxa hesas de hevkariyê bi hev re bikin û pabendî mekanîzmaya belavkirinê ya pejirandî bibin û wiha got: “Ev hevkarî faktorek sereke ye ji bo pêşîgirtina li her kêmasî an binpêkirinê û misogerkirina ku nan digihîje her kesî.”






