Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Civak û Parastina Rewa

04/02/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Ehmed Hesen

Têgeha xweparastin an jî parastina rewa, parastina karanînên exlaqî û siyasî yên civakê ye. Bi derketina civakbûnê re parastin ji karekî zêdetir pêdiviyeke mirovî bû û mafdariya wê ya ji bo parastina civakê hebûna xwe heya dawiyê vekirî bû, ya rast peyva rewatiya parastinê ji pêdiviyeke civakî ya mutleq a xweparastinê hatiye û weke merceke bingehîn a domandina jiyanê hatiye dîtin. Her wiha têgeha hebûn an jî nebûnê ye. Bi wateyeke din an tu yê xwe biparêzê û bijî an jî tu yê bimirî. Ji bo tu nemirî divê tu xwe biparêzî. Li gel hemû zindiyan parastin hêmana sereke ya mayînê ye. Mirov zindiyek xwedî aqil e ku difikire û diaxive, hêza mirov ya pêşxistina zihnî heye. Bi pêşketina mirovahiyê re mirov karî hêza xwe ya fikrî û fîzîkî bi kar bîne û alavên xweparastinê ji xeteriyan pêş bixîne.

Li gorî qanûna cezayê ya şoreşa Fransayê ya 1791’an, di doza parastina rewa de qet sûc tune ye û ji ber vê yekê tu tazmînata medenî nayê hukimkirin. Di Qurban û hedîsên Pêxember Mihemed de jî banga parastina rewa tê kirin. Civak di çarçoveya parastina rewa de maf digire ku di hin şert û mercên xweparastinê de hêza xwe ya êrîşê jî bi kar bîne, da ku xeteriya tunebûnê ji xwe dûr bigire, ev yek di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi zelalî hate dîtin, gelê Rojava hem ji bo parastina xwe û hem jî ji bo dûrxistina xeteriya tunekirinê, dest bi paqijkirina nava xwe û derdora xwe ji êrîşan kirin û zemîneke xweparastinê dan avakirin, di heman demê de parastina xwe ya cewherî pêş xistin. Hemû şêwazên şer ên ku di çarçoveya parastina xak, hebûn, nasname û vîna civakan de tên kirin, bi awayekî mafdar dikarin bibin şerê ji bo parastinê û tu zagon an jî pîvan nikarin rê li ber bigirin. Gelê Vîetnamê li dijî kolonyalîzma Emerîkî di bin şert û mercên herî zehmet û qirker de dikarîbûn parastina xwe ji êrîşan bikin û di encamê de bi ser bikevin. Ji ber ku li holê ne tenê şer hebû, lê belê rêxistinbûna gel a li gorî pîvana şerê gel ê şoreşgerî û parastina rewa hebû. Mirov dikare vê rêbazê di nava tax, kolan, bajar û gundan de bi rihetî esas bigire û bike rêbazeke şerê ji bo hebûnê. Di heman demê de aboriya komînal û hevbeş a gelekî dikare şêwazên xweparastinê di aliyên lojîstîkî de zêdetir xurtir bike. Ji ber ku ger aboriya civakî li ser rayedar an aliyekî din ê sîstemê yan dewletdariyê be, ew aborî xweseriya xwe naparêze û dikare di çi kêliyeke ne diyar de were qutkirin, lewma jî hem di aliyê aborî, hem leşkerî, hem amadekariyên derûnî û lojîstîk de divê parastina rewa were amadekirin. Civak dikare bi hemû beşên xwe yên ciwan, temenmezin, jinên ciwan û jinan bi rihê seferberiya ji bo xweparastinê parastina xwe ya rewa li dijî şêwazên êrîşên qirkirinê bimeşîne û derbe li dijmin bide, ya ku zêdetir di parastina rewa de divê were bingehgirtin xurtkirina rihê serkeftinê ya ji beriya şer e.

Di serdema me ya heyî de, gelek caran parasatin ne tenê bi rakirina çek e tê kirin, lê belê bi rêya pênûs, mejî û fikirî jî parastin tê kirin. Li vir em dikarin behsa şoreşa Mahatma Gandî bikin, ku mînaka herî mezin a wê yekê ye, dema ku Hindistanê ji bindestiya Îngilîstanê ya ku Hindistan du sedsalan dagir kiribû, bi hêza zanist û siyasetê xwe rizgar bike. Ne tenê rakirina çek rêbazê parastinê ye, lê belê divê mekanîzmeyeke yekgirtî hebe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.