Stêrk Mihemed/Qamişlo
Bi êrişa hikumeta demkî li ser Tebqa û Reqayê zêdetirî 7 hazar malbet ji koçberên Efrînê ku li wir bi cih bibûn, berê xwe dan kantona Cizîrê û di dibistan, mizgeft û saziyan de dimînin.
Piştî êrişa çeteyên hikumeta demkî li ser Tebqa û Reqayê zêdetirî 7 hezar malbet ji koçberên Efrînê ku di dibistan û kampa Tebqa û Reqa de diman neçar man ku berê xwe bidin kantona Cizîrê û di dibistan û mizgeftan de bi cih bûne.
Gelek caran di êşa koçberiyê re derbas bûn
Gelê Efrînê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên pê ve girêdarî di 18’ê Adara 2018’an de bi dare zorê ji bajarê xwe koçber bûn û berê xwe dan herêma Şehbayê a girêdayî Helebê. Bi hêviya vegera li ser xaka Efrîn, 7 salan gelê Efrînê jiyana xwe li Şehbayê di nava dorpêç û zehmetiyan de derbas kirin. Lê piştî êrişa îeteyên dewleta Tirk li ser Şehbayê koçberên Efrînê dîsa neçar man ku di 1’ê Kanûna 2024’an de koçber bibin û berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser da ku li cihek ewle jiyana xwe berdewam bikin. Piştî êrişên 6’ê Çile yê li ser taxa Şêxmrqsûd û Eşrefiyê gelek malbet ji wê derê jî koçber bûn û berê xwe dan Tebqa û Reqayê.
Piştî koçberiya ji Şehba hin ji gelê Efrînê berê xwe dan kontona Firatê û hin jî çûn konatona Cizîrê. Piraniya koçberan cihê xwe di kampan û dibistanan de girtin. Di bajarê Reqayê de gelê Efrînê di dibistana de bi cih bûn herwiha li Tebqa di Kampa Azadî û Aştî de bi cih bûn û beşek jî di kampa Newroz a bajara Dêrikê de bi cih bûn.
Di 18’ê Çileya 2026’an de çeteyên hikumeda demkî a Sûriyê bi alîkariya hin êlên ereb û şaneyên veşartî êrişî Tebqa û Reqayê kirin. Ji bo vê jî gelê Efrînê herwiaha hin ji gelê Kobanê, Serêkaniyê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li wan herêman diman neçar man ku berê xwe bidin kantona Cizîrê û li wê derê di dibistan, akedemî, sazî, mizgeft, dayîngeh, baxçeya zarokan û hwd… de bi cih bibin.
Li gorî agahiyên ku Rojnameya me ji desteya Karûbarên Koçberan a herêma Efrîn û Şehbayê girtine:
Hejmara malbetên Efrînî ku ji Tebqa û Reqa koçberî kantona Cizîrê bûne wiha ne:
Li Amûdê nêzî 400 malbet
Dêrik 1600 malbet
Tirbêspiyê, Girkê Legê û Rimêlan nêzî 350 malbet
Qamişlo zêdetirî 5 hezar malbet e
Rêveberiya Xweser û Rêxistinan ku bi koçberan re bûne alîkar
Rêveberiya xweser pêwîstiyên jiyanî, mazot, sobe, isfinc herwiha pêdiviyên xizmetî li ser koçberan belav kirin.
Rêxitinên ku bi koçberan re bû ye alîkar, YN, Rojava, Car, Ektat, Bilomand, Hene, Xêrxwaziya Berezanî, Rêxistina bijîşkên Cîhanî, Rêxistina koçberên navnetewî û hwd. Herwiha hin ji ciwanên kantona Cizirê weke insiyatîfên kesayetî bi koçberan re dibin alîkar.
Pêwîstî û daxwazên koçberan
Di dema niha de û di rewşa zivistanê de pêwîstiyên koçberan bi gelek tiştan heye, jiyana di dibistnan de zehmet e û pîwistî bi cihên guncwa ji wan re heye, wê di demên pêş de dibistan werin vekirin wê demê wê rewşa van koçberan çawa be? Herwiha di milê xizmetê û pêdiviyên jiyanê de gelek amûr pêwîstin. De heman demê de hin zarok û kesên bi temen mezin nexwaşin pêwistiya wan bi derman û xizmeteke taybet heye. Rewş zehmete hejmara koçberan zêde ye pêdivî bi gelek tişatan heye.






