Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşxaneya Gel a Qamişlo pêdiviyê koçberên nexweş pêk tîne

04/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Nexweşxaneya Gel a Qamişlo pêdiviyê koçberên nexweş pêk tîne
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed /Qamişlo

Rêveberiya Nexweşxaneya Gel a Qamişlo Meyîsa Meter diyar kir ku ew di hemû warî de û ji bona dermankirina koçberên nexweş dibin alîkar. 

Nexweşxaneya Gel a Qamişlo ew jî di vê rewşê de bûye yek ji rêxistinan ku alîkariya koçberan û dermankirina wan û ji hemû milî ve alîkarî pêşkêşkirin. Di heman demê de Nexweşxana Gel a Qamişlo gelek beş aktîv kirine ji bo hemû cureyên nexweşiyên koçberan û niha jî beşekî kilînkê yê niştekariyê jî tê aktîf kirin.

Di derbarê mijarê de Rêveberiya Nexweşxaneya Gel a Qamişlo Meyîsa Meter ji Rojnameya me re axivî.

‘Me ji bo nexweşiyên koçberan beşek ji kilînkê aktîv kiriye’

Meyîsa di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser nexweşiyên koçberan û wiha got: “Ji xwe Nexweşxaneya Gel a Qamişlo hîna ji nûve beşên xwe temam dikir, ji ber vê yekê me hîna gelek beşên xwe amade nekiribûn. Herwiha ji ber rewşa awarte ya ku derketî holê jî gelek birîndar hatin nexweşxaneyê, lê belê me ji bo vê rewşê beşek ji birîndaran re hate amedekirin. Ji ber seqem û sermaya dijwar gelek koçber ku piraniya wan zarok û jin bûn nexweş ketin û ji bona dermankirina wan ji hemû milî ve em ketin nava liv û tevgerê û em bi wan re alîkar bûn. Di heman demê de beşek di neweşxaneyê de ji bo nexweşiyên zarok û jinan hate amedekirin.”

‘Wê Beşek di nexweşxaneyê de girêdayî niştekariyê aktîv bibe’

Meyîsa Meter anî ziman ku beşekî kilînkê yê niştekariyê wê aktîv bibe û wiha berdewam kir: “Niha beşekî kilînkê yê niştekariyê wê aktîv bibe ji bo rewşên awarte. Ji ber nexweşiyên koçberan gelek bûn, dermanên me kêm derketin û niha jî derman ji me re pêwistin. Herwiha dermanên ku niha li ba me tune ne jî dermanên zarokan e. Beşê me yê ku kêmasî ketiyê, yê şuştina gurçikan bû, ji ber ku hejmareke baş ji koçberan hebûn. Nexweşiyên ku niha tên bêtir nexweşiyên girîpê û nexweşiyên çermî yên dest û ling ku ji ber sermayê bi wan re derdikevin.”

‘Gelek derman ji nexweşxaneyê kêmin’

Meyîsa da xuyakirin ku gelek derman ji nexweşxaneyê kêmin û wiha bidawî kir: “Rewşa koçberan ji aliyê nexweşiyan ve pir zehmete, ji ber ku gelek ji wan nexweşiyên şekir, dil û çav bi wan re hene û heya ku ji destê me tê em ê alîkariya wan bikin. Dermanên ku li ba me hebûn kêmin û em astengiyan ji vî milî ve jiyan dikin. Ji xwe zehemetiyên ku di destpêkê de bi me re çêdibûn, ew bû ku hîn nexweşxane nehatibû amedekirin û gelek derman kêmin. Ji ber vê me hewilda bi gelek saziyên eleqedar û bi taybet jî heyva sor a kurd re peywendî deyînin ji bona dabînkirina dermanan ji bona nexweşxaneya gel ya Qamişlo.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.