Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bikaranîna HTŞ û DAIŞ’ê di çarçoveya Rojhilata Navîn a nû de ye!

04/02/2026
in POLÎTÎKA
A A
Bikaranîna HTŞ û DAIŞ’ê di çarçoveya Rojhilata Navîn a nû de ye!
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ev geşedanên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, hem jî êrişên ku HTŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk li ser gelê Kurd dike, beşek ji lîstoka nexşerêya Rojhilata Navîn e. Di vê nexşerêya nû de HTŞ û DAIŞ’ê bûne lîstok ji bo gurkirina tevlîheviyê û pêkanîna berjewendiyên hêzên hegemon.

Piştî qelsbûna Hemas, Hizbullah û rûxandina Baas senaryo dest pê kir

Piştî ku Hemasê di 7’ê Cotmehê de êrişî Israîlê kir, pilana guhertinê dest pê kir. Destê Israîl û Tirkiyê bi rengekî veşartî di vê êrişê de hebû. Israîl bi lez gav ji bo pêkanîna armancên xwe diavêtin, lê Tirkiyê hêdî hêdî gav avêtin. Israîl bi lez Hemas bêbandor kir, hem jî piştgira wê (Hizbullah û Îran) lawaz kir, serokê Hizbullahê Hesen Nesrellah bi pêvajoyeke hestyar û îstratejîk di sala 2024’an de kuşt. Piştî kuştina Hesen Nesrellah êdî bi biryareke navdewletî bi piştgirya Amerîka û dewleta Tirk a dagirker HTŞ’ê kete liv û lebatê, rêjîm hate rûxandin, Beşar Elessed reviya da ku Colanî li şûna wî bigire. Di roja îro de hikumeta HTŞ’ê, kuştina Durziyan, Elewî, Kurdan, êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hem jî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qirkirina gelê Kurd weke serkeftinekê bi nav dike. Lê ji bîr kiriye ku wê başûrê Sûriyê bi temamî kiriye diyariyek û ji Israîlê re pêşkêş kiriye. Israîl îro dixwaze ji bo siberojê êrişî Heşdî Elşeibî bike da ku hin bi hin nêzî Îranê bibe û wê bike dorpêçê. Ev yek kete meriyetê de piştî civîna Parîsê a 4’ê Çileyê ku di navbera Sûriye, Israîl û Amerîka de, li dar ket.

Hevgirtina hêzên li dijî hev ji bo beravêtina çareseriyê

Amerîka dixwast ku QSD’ê bixe vê lîstokê da ku êrişî Îran û hêzên Heşd Elşeibî bike, ne ku têklî di navbera QSD û Îran heye, lê belê QSD’ê xwedî proje ye, ew derveyî sînorê Sûriyê nalive û êrişî hêzên derveyî sînorê xwe nake, hem jî nakeve lîstokên hêzên navdewletî yên ku li ser hesabê xwîna gelan berjewendiyên xwe pêktînin. Ji ber vê yekê êrişeke mezin li ser QSD û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Erêkirina vê êrişê di civîna Parîsê de pêkhat. Wekî tê zanîn di bîrdoziya gelê Kurd û QSD’ê de aştî û diyalog rêgezên bingehîn in. Gelê Kurd û hêza wê QSD’ê daxwazkarên aştî û lihevkirinê ne, çendîn car li Bakur û Rojhilatê Sûriyê doz ji bo lihevkirina siyasî û leşkerî dane meşandin, ev yek di serdema rêjîma Baas û serdema hikumeta HTŞ’ê de jî bûye. Lê hêzên hegemon ên weke Tikiyê, Îran, Israîl û Amerîka bûne rêgir ji riya çareseriyê re, wan riyên çareseriyeke mayinde girtine û xetimandine. Ev hêzên serdest tevî ku dijminên hev in jî, lê dijî projeyên derveyî xwe rabûne û xwe kirine yek dest. Ji bo van hêzan ne derd e ku çi bi serê gelan were, eger koçber bibin an bên kuştin an jî rastî komkujiyên mezin werin, lê belê berjewendiyên wan ji her tiştî girîngtir in, derdê wan pûçkirina şoreş û gelan e. Ev hevgirtin li ser hisabê gelan e, lê gelê Kurd vê yekê li ser xwe qebûl nake, ew ê Kurd li ber xwe bidin mîna şoreşên serdemên bûrî, ji şoreşa Kawayê Hesinkar heya şoreşa roja îro û ya siberojê.

DAIŞ bûye faktora tevlîhevî û pêkanîna armancan

Piştî têkçûna DAIŞ’ê li ser destê Kurdan bi hêza QSD, bi taybet şikandina baskên wê li Kobanê, hem jî rizgarkirina Reqa, Tebqa û Dêrazorê, êdî DAIŞ bê rol ma. DAIŞ’ê tenê bi şaneyên xwe tevdigeriya, dema dewleta Tirk dixwest armanceke xwe pêk bîne, hem jî siyaseta Amerîka hinekî qels dibû, şaneyên DAIŞ dikirin nava liv û tevgerê de. Bi terzê istixbaratî çeteyên DAIŞ’ê zindî dikirin, ev yek jî bi riya şaneyên veşartî. Rewş piştî serkeftina Baxozê wiha dewam kir heya ku rêjîma Baas têkçû. Piştî têkçûna rêjîma Baas, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hikumeta HTŞ’ê tevlî xwe kir, qaşo ji bo meşandina şerê li dijî DAIŞ’ê. Pirs ev e! gelo Hêzên Keoalisyonê nizane ku HTŞ di bingeha xwe de DAIŞ’e? Belê ji her alî bêtir dizane, lê berjewendiyên Hêzên Hevpeymanî di vê yekê de hene. Hem jî Israîl, Qeter û Tirkiyê wê sûdê ji DAIŞ’ê werbigirin. Israîl wê DAIŞ’ê ji bo tunekirina kembera Şîayê û Îranê bi kar bîne, em dinêrin nêzbûna Israîl ji Îraqê tenê armancek jê heye, ew jî ku çawa Israîl Îranê hin bi hin di hundirê sînorê wê de bifetisîne. Îraq ji nêzbûna DAIŞ’ê û çeteyên HTŞ’ê bi tirs e. Pisporê Ewlehiyê yê Îraqê Heysem Xezelî da diyarkirin ku rewşa ewlehiyê ya li Sûriyê ku bi lez xirab dibe, bandorek cidî li ser hin komên çekdar yê li Iraqê dike. Her binpêkirinek yan destbiserdegirtinek li ser saziyek hestiyar wek girtîgeh yan jî kampan çêbibe, wê bikare pêşî li belavbûna pêlek nû ya terorê veke. Ev jî wê gefê li ewlehiya netewî ya Iraqê bixwe. Ketina çekdarên Colanî ya nava girtîgehên Sûriyeyê ku DAIŞ’î tê de ne, herwiha Kampa Holê bûye sedemê berdana bi hezaran çeteyên metirsîdar. Ev kes metirsiyek rasterast li ser ewlehiya netewî ya Iraqê û herêmê bi giştî çêdike.” Dewleta Tirk li milê din jî dixwaze sûdê ji van çeteyên DAIŞ yên ku ji zindanên Rêveberiya Xweser reviyane û tevlî artêşa HTŞ’ê bûne, li dijî Kurdan bi kar bîne, ji vê yekê jî projeya Kurdan tune bike û li ser wan komkujiyan pêkbîne.

Kurd bêmaf bimînin wê nexşerêya Rojhilata Navîn a nû bişewite

Rast e li Rojava projeya Kurdan di xeteriyê de ye, lê Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd li her welatekî cîhanê piştgiriyê didin Rojava. Sedem ji vê piştgiriyê ew e ku gelê Kurd li Rojava xwedî maf e, û neteweyeke resen e, bi hezarên salan li ser vê erdnîgariyê jiyaye. Ji destpêka avabûna Sûriyê ve ev netew di warê siyasî, civakî, aborî û hwd rol û pêşengtî kiriye, lê li hemberî vê yekê hatiye paşguhkirin. Nexasim di serdema 21’ê de bi destpêkirina pilanên hêzên hegemon ên cîhanî (Pêkanîna nexşerêya Rojhilata Navîn) û kirîza Sûriyê. Gelê Kurd xwedî proje bû, projeya Kurdan Neteweya Demokratîk bû bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê hat rêvebirin. Ji ber ku ev proje li dijî planên hêzên serwer yên weke Amerîka, Israîl û Tirkiyê ye, bû hedef. Bi sedema gurkirina eşîrên ereban ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve fitneyek çêbû encama wê jî gelê Ereb bi vê yekê hatin xapandin. Ev ne mijara me ye!. Mijara me ew e ku îroj gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rabûne ser piyan, li kêleka vê yekê li diyaspora xwepêşandan û xebata diplomatîk dikin. Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e, eger pilaneke wiha ku bêyî mafê gelê Kurd ê siyasî, civakî, erdnîgarî û dîrokî, çandî û xwerêvebirinê, were kirin û Kurd ji Rojhilata Navîn a nû bikevin, hem jî berjewendiyên wan neyên parastin wê nexşerêya Rojhilata Navîn bişewite. Di dema heyî de pêvajoyek li Bakurê Kurdistanê tê birêvebirin, eger Rojava gefên ji wiha mezintir bixwe wê Tirkiyê bi agirê berxwedaniya gelê Kurd bişewite û rastî parçebûnê were. Di heman demê de li Îranê xwepêşandan hene, derfeta şoreşa çekdarî li pêşiya gelê Kurd li wê parçeyê heye, ew dikarin kaxez û planên nexşerêya Rojhilata Navîn tevlîhev bixin, eger gelê Kurd li Rojava bikeve bin xeteriya qirkirinê; başûrê Kurdistanê jî îro bi hemû hêza xwe amade ye ku parastina Rojava bike. Di roja îro de tevahiya gelê Kurd li Rojava civiyane, berxwedaniya Kurdan pilanên hêzên hegemon û çeteyên HTŞ’ê vala derxistine. Ji ber vê yekê ev hêz li xwe vegeriyane da ku êrişan li ser gelê Kurd bidin hêlekê. Ji ber ku du rê li pêşiya van hêzên hegemon mane, yan wê pilanên wan bikevin xeteriyê ji ber domdariya berxwedaniya gelê Kurd û dibe ku pilanên wan têkbiçin, yan jî wê Rojhilateke Navîn a nû çêbibe û tê de wê mafê gelê Kurd parastî be û wê tê de Kurd xwedî proje û statûbin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.