E.Pêjder Altan
Sedema ku me vê sernavî avêt ew e ku ji ber îro heman hêz û dewlet vê komploya ser Rojava, di nav komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê 1999’an de bi dîl girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encam bibû de jî cih girtibûn. Ango îro konsepta plana li ser Rojava versiyoneke komploya 15’ê Sibatê 1999’an e. Çawa komploya 15’ê sibatê bi rihê fedayî gelê Kurd ku xwe kirin topa agir û li her derî derketin serhildanê, îro jî gelê Kurd ên li her derê Kurdistanê û dîasporayê bi dost û hogirên xwe re rabûn ser piyan û ev plana komploya navneteweyî ya li ser Rojava vala derxistin.
Çawa ku komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê li hemberê Rêber Abdullah Ocalan hatibû kirin, îro konsepta plana fetisandina şoreşa Rojava jî li hember Rêber Apo hatiye kirin. Ji ber ku Şoreşa Rojava di xeta paradîgmaya Rêber Apo a wekheviya gelan, jiyaneke komînal, bi vîneke azad xwe bixwe birêvebirina gelan, azadiya jinê de ev 14 sal in tê meşandin. Çawa piştî 15’ê sibatê Rêber Apo pêvajoyê rast xwend û gelê Kurd ji wê kaosê xilas kir, ji darvekirinê anî ser maseyê, îro dîsa li gor daxuyaniya Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan a “Rêber Apo mudaxeleyê vê pêvajoyê kir û hişt ev peyman were muzakerekirin” nîşaneya vê yekî ye. Ango ew plana ku gelê Kurd û Ereb bi hev bidin şerkirin û piştre jî bi tevahî li ser her du gelan komkujiyekê mezin pêk bînin.
Ji ber ku ev konseptek wiha planek ne ji rêzê ye. Îsraîl bi riya Amerîkayê di 4’ê çileyê de li Parîsê Colanî (El Şara) kirî, başûrê Suriyê ji girê Golan heya Suweyda û Derazorê di bin navê Peymana Brahîmî de girt da ku ji bo wir bike herêma riya bazirganiyê, aboriya giştî ya hêzên hegemon. Di vê navberî de ji Tirkiyeyê re jî derbasî be, lewra piştî Kurdan wê van çeteyên girêdayê Şamê (Şara) li serê Tirkiyê bikin bela.
Ji bo vê jî dema em lihevkirina dawî ya navbera şandeya Rêveberiya Xweser û Şamê de hatî kirin binirxînin, divê em li gorî vê rastiya ku me li jor anî ziman binêrin.
Armanca vê planê ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû; Rojava wekî deriyê sereke ji bo tasfiyekirina tevahiya statuya Kurdan hate hilbijartin. Ji ber vê yekê, konsepta êrîşê ne tenê bi îradeya rêveberiyên Tirkiye û Şamê, lê bi lihevkirinek jeopolîtîk a berfireh ku DYA, Brîtanya, Fransa, dewletên Ereb û Îsraîl di astên cûda de tê de cih digirin, hate kirin. Armanc zelal bû: Kurd dê werin razîkirin ku mafên takekesî qebûl bikin, bi pêşandanên çandî ve mijûl bibin, lê hêz û statuya wan a siyasî ya rêxistinkirî dê ji holê were rakirin. Bi vî rengî, di ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn de, Kurd dê careke din werin danîn ser pozîsyona objeyê, ne subjeyê.
Di vê planê de wêrankirina Rojava hebû. Ji ber ku heke Rojava bikeve, Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî dê bêparastin bimînin û bi tasfiyeyê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, êrîşa ku ji 6’ê Çile û pê ve li ser erdê dest pê kir ne “pevçûnek” asayî bû, konseptek zelal a qirkirinê bû. Agirbest hatin şikandin, peyman hatin paşguhkirin û deverên sivîl hatin hedefgirtin ji ber ku armanc ne danûstandin bû, tasfiye bixwe bû.
Lêbelê, tiştek hebû ku wan hesab nekiribû: îradeya gelê Kurd. Berxwedana li Rojava tenê wekî dij-êrîşeke leşkerî nema. Li her çar beşên Kurdistanê û li dîasporayê seferberiyeke gelêrî ya hevdem derket holê. Kolan tijî bûn, partiyên siyasî helwestek hevpar girtin û beşên herî berfireh ên civakê rabûn ser piyan.
Vê zextê bandor li hevsengiyên navneteweyî kir. Paytextên Ewropî hejiyan, rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka neçar ma ku paşve gav bavêje û aşkere kir ku ev plan nikare berdewam bike.
Ji ber vê yekê îro peymanek tê nîqaşkirin. Dibe ku ev peyman ne serkeftinek ji bo Kurdan e, lê hişt ku plana qirkirinê paşde vekişîne. Ev cûdahî girîng e. Ev rewş ne serkeftinek e, lê şikestina plana qirkirinê ya bêveger e.






