Esma Mistefa
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê DFG Kesîra Onel da zanîn ku di binçavkirinan de ji bilî lêdan, êşkence û muameleya keyfî, rêbazên şîdeta devkî jî li dijî wan hate kirin û got, “Ji sûcên şer heta polîtîkayên sînor, ji êrişên li ser bedena jinê heta çanda talanê divê em her tiştî bi perspektîfeke herî vekirî û rast binivîsin û bikşînin.”
Li kêlek bilindbûna dengê gelê Kurd li çar aliyên cîhanê ji bo Berxwedana Rojava, li hember gel û Rojnamevanên Çapemeniya Azad li Tirkiyê û Bakurê Kurdisatanê gelek serdegirtin, êşkence û kiryarên li dijî mafê rojnamevanan hate kirin. Girêdayî vê yekê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Kesîre Onel bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

1-Hûn Rojnamegeriya azad li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êrişên li ser Rojava çawa dinirxînin?
Berî ku em dest bi nirxandina pêvajoya Rojava bikin, divê li ser mijareke girîng rawestin. Li ber çavên hemû cîhanê, em şahidê pêvajoyekê bûn ku tê de DAIŞ û çeteyên wê yên barbar ji axa Rojava hatin paqijkirin; pêvajoyek wisa girîng bû ku jin pêşengiya vî şerî dikir. Û piştî wî jî li Rojava şoreşa jinan pêk hat. Tam di vê demê de ku me dest bi axaftina li ser statûya Kurdan bi taybetî li Rojava dikir û herwiha di pêvajoya îmzekirina Peymana 10’ê Adarê ya bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re bûn, me bi rengekî zelal dît ku bi carekê her tişt berovajî bû û êrişên tund dest pê kirin. Wek kesên ku bi salan li ser axa ku şer lê dewam dike rojnamegerî dikin, em baş dizanin ku şer û têkçûn tê çi wateyê.
Bi destpêkirina dorpêçkirina taxên Kurdan li Helebê şer û pevçûn zêdebûn. Di encama şer de; koçberiya bi zorê çê bû, gelek kesan di nav de jin û zarokan jî jiyana xwe ji dest dan, derket holê. Êrişên hovane bûn, piştî van bûyeran tenê rêyek ma ew jî rêya ji bo gelê xwe û axa xwe têkoşîn û berxwedan bû. Me di vê pêvajoyê de rastiya têkoşîna gel dît. Divê em di van êrişan de sûcên şer ku li ber çavê hemû cîhanê tên kirin bibînin. Herwiha xala girîng jî ev e ku divê em vê rastiyê jî bibînin ku çawa polîtîkaya Tirkiyê bandorê li cîhanê dike û li dijî şer propagandaya tarî tê kirin çawa ku bandor li raya gisti ya cîhanê dike. Di vê pêvajoyê de xwestin ku têgihiştineke wisa biafirînin ji bo gelê ku bi vî şer û gotinên nefret û qetlîaman re rû bi rû bihêlin.
2-Dewleta Tirk bi tundî mudaxeleya xwepêşandanên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê yên ji bo piştgiriya Rojava kir û hin xwepêşander û Rojnamevan birîndar bûn, hûn nîzîkatiyên dewleta Tirk çawa dibînin?
Wek rojnamevanek ku li Nîsêbînê, yek ji xetên sînorê Bakur û Rojava ye, bi 4 hevpîşêyên xwe re dema me çalakiyan ji nêzîk ve dişopand û di vê pêvajoyê şopandinê de em bi hev re hatin binçavkirin, dixwazim bersiv bidim.
Bi provokasyona “Sînor hat şikandin û ala Tirkî hat daxistin” re, li dijî mafê herî demokratîk ê ku mafê meş û çalakiyê ye, ji aliyê hêzên desthilatdar ve êrişên herî tund û herî hov li hember xwepeşandan û hilbijêran re hatin kirin. Mînaka vê yekê jî tiştên ku li Qerakola sînor li gel ciwanê bi navê Diyar Koç, hatin kirin. Her wiha piştî van bûyeran, bi serdegirtina malan re, li endamên malbatan û kesan re muameleya xerab hat kirin; lêgerînên malan bi kûçikan ra û gelek awayên din ên ku armanca wan dûrxistina girseyê ji çalakiyan bû, hatin pêkanîn.
Tevî hemû van mudaxaleyan, gelê Kurdistanê û gelê ku li Tirkiyeyê dijîn her roj daketin qadan û çalakiyên xwe tu carî ranewestandin. Em dikarin bêjin ku hema her roj meş, konvoy û çalakiyên li qadan pêk hatin. Em bi taybetî jî di binçavkirinan de şahidê binpêkirina mafan bûn. Di binçavkirinan de ji bilî lêdan, êşkence û muameleya keyfî, rêbazên şîdeta devkî jî li dijî me hate kirin. Bi rastî em dikarin bibêjin ku Hikumetê îro ji bo ku ev bûyerên hovîtî û wahşetên ku li Rojava têne kirin xuya neke û ji bo rojava gel ne civin van êrîşan dikin. Bi vê rêyê dixwazin armanca xwe bi tirsandinê bixin bin kontrolê û di polîtîkaya cîhanê de destê xwe bihêz bikin.
3-Li hemberî êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurd li Rojava tişta dikeve ser milê rojnamevanên Rojnamegeriya azad û tevahî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çi ye?
Wek ku min di nirxandinên xwe yên berê de jî destnîşan kir; li axên ku hêzên hegemon ên cîhanê ku parçe parçe kirin de, dema ku malbat, xizm ango kesekê bi qirkirinê re rû bi rû dimînin, bêguman bêdengî tê xwestin. Bi vê hêsasyetê, bi têgihiştina rojnamegeriyê ya ku armanca wê ev e ku dengê vê rastiyê bigihîne hemû gelên cîhanê em karê xwe dikin.
Di her şertî de em mecbûrin ku rastiyan bi awayekî herî vekirî û ji aliyê rastî binîvîsin û bibînin. Mînak: Ji sûcên şer heta polîtîkayên sînor, ji êrişên li ser bedena jinê heta çanda talanê divê em her tiştî bi perspektîfeke herî vekirî û rast binivîsin û bikşînin.
Di vê xebatê de, derxistina rastiyan li dijî derewan li hemû cîhanê pêşkêşkirin erk û berpirsiyariya me ye. Di nav hemû şertan de, em wek karkerên çapemeniya azad, li dijî belavbûna agahiyên ku ne rastin bi hemû hêza xwe dixebitin. Tevî hemû zordarî û polîtîkayên tirsandinê, em li vir in û emê her tim li pey rastiyê bimeşin.
4-Li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê tê meşandin, banga we ji bo raya giştî ya cîhanê çi ye?
Hêzên hegemon ên ku bi hişê dewleta-neteweyî tevdigerin, di avakirina sedsala nû de, dixwazin Rojhilata Navîn a nû ku ew dixwazin biafirînin û kaosa ku dixwazin çêbikin de, Rojava jî wek amûrekî siyasî bikar bînin. Li hember vê rewşê, Rojava bi rastî nîşan dide ku gel dikarin bi hev re, bi rêbazên bihêz û demokratîk, xwe birêve bibin.
Ji bo Rojava, em bang li hemû gelên bi rûmet ê cîhanê dikin. Rojava ku gelê wê bi rûmet û bi çanda xwe dijîn bi êrişan re rû bi rû dimînin. Ji bo pêşeroja gelan, em bang dikin ku bi cesareteke mezin û bi gavên girîng û çalak bi bandor tevbigerin. Di dawiyê de, em bang li Tirkiyê û hemû medyayên cîhanê jî dikin: li dijî van pêkanînên li dijî mirovahiyê, divê rûyên xwe vegerînin gelên ku li berxwe didin. Cîhan tenê bi rojnamegeriya rastî dikare van qetlîamên ku tên kirin bibîne û rawestîne.






