Farûk Sakik
Hêzên mezin yên cîhanê, ji ber berjewendiyên xwe yên wekî enerjî, krîza koçberan û hwd, çavên xwe ji komkujiyên li ser Kurdan re digirin. Ev bêdengî, ji dewletên ku dijminatiya Kurdan dikin re di qada navneteweyî de meşrûbûneke çêdike.
Dema ku van hêzan li Rojhilata Navîn amadekariya tevlîhevkirinê dikirin, li maseyek rûniştin û planek nû dane pêş xwe. Lê li ser vê masê Kurd tunebûn. Wan li ser qedera Kurdan bê ku bi Kurdan bişêwrin biryar didan. Tirkiye jî bi dosya “krîza koçberan” li masê rûniştibû.
Li ser israr û pêşniyara Tirkiyê dixwestin Kurd di statuya xwe ya sed salî berê de bimînin. Dixwestin di guhertina sînorên Sykes-Pîcota îro de, Kurd di pozisyona xwe ya sed sal berê de bimînin. Deskeftî û statuyên wan yên wek Rojava û Başûrê Kurdistan ji holê were rakirin.
Çîroka Rojava jî ji vê derê dest pê kir. Li hemberî Kurdan şerek topyekûn yê îmhayê dane destpêkirin. Ev şer ji Helebê bi êrişa 2 taxên giraniya wan Kurd bûn; Şêxmeqsûd û Eşrefiye dest pê kirin. Bi vê êrişê re rûyê wanê dijminatiyê hêdî hêdî zelal dibû.
Kurdan stratejiya wan ya şer a li ser bêbextiyê hatibû hûnandin, dereng ferq kirin. Ji Rêber Apo di rojên tecrîdê de bû. Dema ku heyet çû Îmrali li Helebê komkujî destpêkiribû jî. An jî dikaribû midaxale bike û stretajiya wan a qirker, vala derxe.
Dema desteya rêveberiya xweser a demokratîk derbasî Şamê bû, stratejiya xwe ya nû xistibûn meriyetê.
Li Şamê soz û sondê didan, di pratîkê de pêk nedihat. Berevajiyê wî dema QSD li gor hevdîtinan-lihevkirina paşve vedikişiya, ew û çeteyên xwe dest bi komkujiya sivîlan dikirin.
QSD bêbextiya wan li Hesekê da seknandin. Êdî li sînorê heremê Kurdan bûn. Ev herûm diviya bihata parastin û wan jî parast. Dema ku şervan li derveyî bajêr ev êrîş dida seknandin, li nav bajarde herkes bi rihê seferberiyê di nobeda parastinê de bûn.
Dema li Rojava ev berxwedan û parastin dewam dikir, seferberiya hatibû îlankirin li Kurdistan û li dîaspora deng veda. Geşedanên ku îro li Rojavayê Kurdistanê diqewimin, ne tenê guherînên siyasî, yan jî leşkerî yên herêmî bûn; ev rûbirûbûneke dîrokî ya hebûn û tunebûna gelê Kurd bû.
Kurdan dizanibû,Rojava îro bûye dilê berxwedanê û neynika paşeroja wan. Herkesî baş di zanîbûn, Rojava xewnên wan yên azadiyê ne.
Ji bo vê yekê, bi milyonan Kurd, Kurdistanî û dostên wan li qadan bûn. Meş mitîng û çalakiyên wan, sînerjiya yekitiya netewî afirand. Têkoşîna salan ku rihê neteweyî bi Kurdan dabû avakirin, berê wan dabû eniya parastina Rojava. Di encama van têkoşînan de, di 30’ye Çilê de bi lihevkirinek bi Şamê re, parastina Rojava derbasî merhaleyeke nû bû.
Di demek wiha de şerê taybet ket dewrê. Deng û dîmenên yekîtiya neteweyî di serî de Tirkiye gelek aliyan ne rehet kiribû û tirsandibû. Hin kes ketin nav hewldanan ku ew sînerjiya qadan a ‘yekitiya neteweyî’ berteraf bikin.
Nikaribûn midaxele bikin lê trolên xwe û hêzên Kurdan xistin dewrê.
Kurd heger xwe bi rêxistin nekirina, wê di nav bahozên siyasî yên Rojhilata Navîn de her tim bêparastin û bêstatu bimana. Dijminê gelê Kurd dixwazin ku bi leyîzkên şerê taybet di nav Kurdan de parçebûnek çêbikin.
Bi ked û bedelên mezin, Kurd bûne xwedî nasname. Bi vê nasnameyê hîsên netewî li wan peydabûn û bi vî hîsî li qadan Rojava parastin. Wan baş dizanibû; Parastina Rojava, parastina Kurdistanê ye.






