Ronahî Sadûn
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dindar diyar kir ku piştî şerê li ser Rojava dest pê kir her tiştê girêdayî pêvajoyê di cihê xwe de rawestiyaye, ji bo wê jî da ku pêvajo birêve biçe û dewam bike, pêwîst e mijara Rojava bê çareserkirin û got, “Ger dewleta Tirk destê xwe ji siyaseta qirêj a li ser Rojava nekşîne, wê tiştek rastî nîn be.”
Derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bandora êrişên li ser Rojava û pêvajoyê aştiyê, Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dindar bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Çend sal in gelê Kurd rastî qirkirin û komkujiyan tên, girîngiya Tevgera Azadiyê ji bo gelê Kurd çi bû û pê ve girêdayî pêvajoya Aştiyê xwedî çi girîngiyê ye?
Ev 50’î sal in heta bi sed sal jî li vî welatî ser gelê Kurd qirkirin û komkujî dest pê kiriye û dixwestin Kurdan li vî welatî tune bikin, ger nikaribin wan tune bikin asmîle û koçber bikin, vê jî nikaribin bikin bi awayekî din zilm û azarê li wan bikin an êsîr bikin. Ji bo fikir û hişmendiya kemalîst ku her kes kirine tek şeklî yan jî tek zihniyeta îsalmî, pêk bînin. Armanca wan jî ne tenê gelê Kurd, gelên dîtir tevahî bi vî awayî divê ku ziman, çand û kevneşopiya wan ji kokê rakin û yên bûne Tirk li gorî xwe wan asmîle bikin û ger nebin jî bi rengekî ji rengan, wan di nava xwe de bihelînin. Li ser vê bingehê jî gelek komkujî pêk hatin û mixabin dewletê çi bi destê wê hatiye ser Kurdan pêk aniye. Gel, dayik, bav û me jî ev yek bi çavên xwe dîtiye.
Li hember vê zilmê zêdeyî 42 salan tevgerek ku Rêber Apo serkêşiya wê dike bû parastina gel, welat û axa Kurd, hat avakirin. Vê tevgerê bersivekî bê hempa danî ortê. Dibe ku mînakek wek mînaka bersiva PKK di dinyayê de ku gelek gel daxwaziya azadbûna welat, ax, çand û hwd dikir, lê tu gel wekî gelê Kurd êş nekişandiye û bedel nedaye. Ji ber dewletan Kurdistan kiriye çar parçe, Kurd ji hev qut kirine û hewl dane wan bikin weke xwe. Lê Tevgera Azadiyê demek dirêj ji bûna gel û vî welatî xebatekî mezin da meşandin û bersiveke xurt da. Rast e di van salan de me gelek êş kişandin û hîn jî dikşînin, lê asta îro em gihaştinê û ev destkeftiyên ku me dest xistiye, bi saya tevgera ku Rêber Apo ava kiriye, PKK’ê, şervan û qehremanê wê ne. Heger îro di nav dewletê de mijara me li ser masê ye, bi keda wan şervan û şehîdên PKK’ê ye ku dewlet neçar kirin hin gav bavêje. Ji ber 2015’an û vir ve rastî jî çi ji destê vê dewletê, AKP, MHP û hikumetê hatiyê ku Kurdan tune bikin, dane meşandin ku qada şerê bajaran de ser ciwanan, dayikan û zindanan de eyîn ev zilm, işkence û kuştin dewam kirin. Dîsa jî gelê Kurd li hemberî van dagirkeran û ewqas zilma ku bi ser wan de hat, serê xwe netewand û çûg daneyînandin.
Tiştê ku dewleta Tirk di partîkê de pêk tîne çi nîşan dide û nêzîkatiyeke çawa ye li hemberî pêvajoyê, herwiha divê aştiyeke çawa pêk bê?
Tiştê îro li Rojava diqewime ew e ku dewlet projeyên wan hene. Dewleta Tirk got çawa dewletên Ereb hin jê ji ortê rabûn, êdî ev tişt hêdî hêdî bi aliyê min de jî tê. Lewma wê got em li gel Kurdan aştiyekê pêk bînin, da ku sibe tiştê li Sûrî û Îraqê tê kirin, bi serê me de jî neyê kirin. Ji berê de xelasbûna wan bi destê Kurdan çêbûye, li gorî wê jî dîsa gav avêtine. Tevgera Azadiyê jî zêdeyî 42 salan têkoşîneke bi bedelên giranbuha da meşandin. Ji bo wê jî pêwîst e dewleta Tirk destê aştiyê dirêj bike hinek gavan biavêje, lê mixabin dewlet ne li gorî vê cidiyetê ye. Gelê me jî tu carî baweriya xwe bi vê dewletê neaniye, ji ber pratîka wan a ji berê de ku li ser Kurdan tê kirin û di dîrokê de îxaneta ku bi Kurdan re kirine. Îro jî ku ev salak e pêvajo dest pê kiriye, lê heya niha tiştên ku pêwîstbû bihatana kirin, pêk nehatine, mixabin ji ber proje û planên wan hebû ku dereng vê yekê bikin. Ev jî hêdî hêdî tê zelalkirin û famkirin ku çima gavan navêjin. Em ê jî ji bo ku aştiyek hebe mafê Kurdan bê dayîn, ziman, çand û hwd… ji yasa û qanûnan bê dayîn, di vî welatî de em jiyaneke bi hev re jiyan bikin, dixebitin. Lê mixabin heger ev neyên kirin, em ê her ber xwe bidin û destkeftiyên gel biparêzin, heta ku em daxwaziyên vî gelî bînin cih.
27’ê Sibatê Rêber Apo biryarek da li ser wê bingehê pêvajo dest pê kir. Şoreşa gelê Kurd ku demeke dirêje dewam dike, li gel vê şoreşê jî gelek êş hatin kişandin. Bi taybetî ji bo serketin û rêzgarkirina vî welatî, gelê Bakurê Kurdistanê gelek êşên mezin kişandin. Dayikên me her ku zarokên wan şehîd jî dibin, lê her zimanê wan ê aştiyê ye ku diibêjin; Bila di vî welatî de aştî bê kirin, zarokên Kurdan û Tirkan jî neyên kuştin. Lê em zanin siyaseta dewleta Tirk û hişmendiya wê hemû ser tunekirina gelê Kurd de. Ji bo wê aştiya ku bê avakirin ew e ku ewqas bedelên giranbuha hatine dayîn, mutleq gerek beramberî wê jî bê dayîn. Çima şoreş derket û berxwedanî hat kirin? ji bo li ser ax û welatê xwe jiyaneke bi rûmet bijîn. Heger xewin û xeyalên ciwanên me neyên cih, tu wateya aştiyê bi malbat, gel û şoreşê re tune ye. Lewma li gorî vê Rêber Apo li gel dewletê muzakerê dike. Rêber Apo beriya niha jî bi salan jî aştiyê dixwaze û diviyabû ji wan salan jî aştî bihata destpêkirin, lê mixabin ev dewlet bi tu awayî ber bi wî ve nehat. Lê îro ev gavavêtinên ji bo aştiyê em bi wate dibînin ku hinekî ew siyaseta çavê xwe xistine Kurd û Kurdistanê biguherînin û êdî di welat de vî şerî bidin rawestandin. Ji ber di serî de baweriya me Rêber Apo û Tevgera Gelê Kurd e.
Gavên ku gelê Kurd dixwest ji pêvajoyê pêk bên û heya niha pêk nehatine çi ne?
Gavên ku gelê me di destpêkê de dixwestin dewlet bavêje û li gorî dilê wan be, ew bûn ku hevalên me yên di zindnan de bêne berdan. Rêber Apo ji zindana Îmraliyê derkeve û li gel rêxistin û gelê xwe li ser pêvajoyê biaxivin û hwd… mixabin heya niha gavên wisa nehatine avêtin. Lewra ji ber van sedeman baweriya gel nayê ku dibêjin belkî dîsa xapandinek çêbibe. Ya rast jî ew e ku ev komsîyona hatiye avakirin van tiştan biguherînin û li gorî wê gavan bavêjin.
Gelo êrişên li ser Rojava heya çi astê bandora xwe li ser pêvajoyê dike?
Piştî şerê ku li Sûriyê dest pê kir her tişt di cihê xwe de sekniye. Ji bo wê da ku pêvajo birêve biçe û dewam bike, pêwîst e mijara Rojava bê çareserkirin. Heta di mijara Sûriyê de dewleta Tirk siyaseta qirêj a li ser Rojava destê xwe jê nekşîne, wê tiştek rastî nîn be. Tirk dihzire ku wan li Bakur aştî bi Kurdan re daye destpêkirin, lê di aliyekî din de jî li Rojava Kurdan di komkujiyan re derbas bikin. Tişta ku îro jî tê rûdan bi tu awayî sazî, ciwan û gelê Kurd qebûl nake. Herwiha ev tişta ku îro li ser Rojava hatiye kirin çar parçeyên Kurdistanê, dostên wê û diyaspora Ewropa hemû rakirine ser piyan ev jî gelekî bi wate û pîroz e, xwedîderktina Rojava ye. Lê em hemû jî zanin sereka vî şerî dewleta Tirkiyê ye, ji ber biryarên Sûriyê li Enqerê têne rakirin. Ev jî çi dide nîşandina ku aliyekî tu dibêje ez ê li Bakurê Kurdistanê aştiyê bikim, milê din jî li gel Kurdên Rojava birayên me, tu wan tune bike û di komkujiyan re derbas bike, plan û projeyên xwe pêk bîne. Bi tu awayî ev ne mumkine, heger Tirkiyê bixwaze aştiyê ava bike, di serî de divê planên xwe li Sûriyê bi taybet li ser Kurdên Rojava bidawî bike û xwe ji wir veşkşîne.
Di heman demê de dewlet Tirkiyê wê nikaribe Kurdên ku 50’î sal in ser hizira Rêber Apo hatine perwerdekirin û rêxistinkirin bixapîne. Bona wê jî em dîsa dibêjin, êdî gavavêtin hatiye sira dewleta Tirkiyê. Pêvajo hemû niha bi vî rengî ye ku pêş de çûye û ne jî ji ortê rabûye, em vê jî nabêjin û qebûl nakin ji ber divê aştiyek bê avakirin. Em bi vî rengî jî qebûl nakin, tu li Rojava dijmintiya gelê Kurd bike, niha jî tu bêje em ê aştiyekê ava bikin. Ev xapandineke ne tiştekî exlaqî, wijdanî ye û nayê qebûlkirin jî. Herwiha hevalên me jî wê biçin gel Rêber Apo, rêbertî jî wê daxuyaniyan bide ev jî girîng e. Ji ber tiştê îro li Rojava diqewimin Rêber Apo berê jî îşaret pê kiriye ku gotibû rêxistin, partî û tevgera Kurd berhev bin û çi pêwîst e ji bo yekîtiya Rojavayê Kurdistanê bikin, di vî alî de jî serokatî hinek kêmasî jî dîtin û anî ziman. Gelê Kurd jî bi hêz û berxwedana xwe bawer e. Pêvajo îro li gorî gelê Kurd nîne û bi vî awayî jî qet nayê qebûlkirin. Ji bo wê pêwîst e dewlet di destpêkê de destê xwe yê qirêj ji Rojava bişkîne û ji bo aştiyeke bi rûmet tev bigere.






