Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin li Îranê; Di navbera kiryarên girtin û darvekirinê  

04/02/2026
in JIN
A A
Jin li Îranê; Di navbera kiryarên girtin û darvekirinê  
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Xwepêşandanên gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di 28’ê Kanûna 2025’an de hatine destpêkirin bûye kirîza mirovahiyê, êdî cih di zîndanan de neman e. Di wan xwepêşandan de bi zanebûn jin kirine hedef û bi dehan jin bi guleyên dewletê jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de ji destpêka sala 2026’an ve pênc jin hatine darvekirin.

Xwepêşandanên gel li bazarên Tehranê dest pê kirin û di 28’ê Kanûnê de li parêzgehên din îranê bi siyaseta xwe ya meleyi, tund, dîktator  û olperest di dîroka xwe de rastî gelek serîrakirinên bi vî awayê hatiye, ne dur e di vê sedsalê de Serhildana Jin, Jiyan Azadî ya ku serhildanên Îranê bû. Ji ber ku cara yekem e bi reng,deng û  helwesta jin serhildanek di dilê rejîma Îranê ya tund de bi vî awayî tê lidarxistin.

 

 

Jinên ku perdeya tirsê qetandine

Serhildana Jin, Jiyan, Azadî di sala 2022’an de li dijî nêzîkatiya rêjîma Îranê li hember jina Kurd Jîna Emînî ya ku di encama lêdana polîsên exlaqî ve jiyana xwe ji dest da, bal û piştgiriya  hemû jinên cîhanê kişand. Ji wê demê heyanî niha jinên Rojhilatê Kuridstanê û Îranê bi hezaran hatine girtin û heya niha jî tu çarenûsa wan jinan ne diyar e. Ev yek bi kîna dewletê yê li hember serîrakirina jin li dijî biryar û nêzîkatiyên dewletê bû. gelek jin di wan xwepêşandan û serhildanan de rastî biryara darvekirinê hatin û hatin kuştin. Hêjayî gotinê ye ku rûxmî derbasbûna çend salan li ser vê serhildanê re ya ku bi kiryarên dewletê hat bidawîkirin, lê hîna jî di dilê her jineke Kurd û farisan bi tayebet de ev serîrakirin nehatiye bidawîkirin. Ji lewra em niha dibînin ku di xwepêşandanên vê dawiyê de yê ku di encama hêrsa gel ji biryar û rewşa aborî yê Îranê de hatiye derketin. Gelek jin tê de cihê xwe girtine û bê tirs li hember sîstema dewletê careke din dengê xwe bilind kirine û li qada ne. Ev tê wê wateya ku jina ku perdeya tirsê li hember dewletê qetandiya êdî tu tişt nikarin wê bisekinîn in.

Xwepêşandanên jin û hedefgirtina bi zanebûn ji hebûn û dengê jinê re

Di nava xwepêşandanên dawiyê de jî careke din jina banga mafê xwe kirin û bang kirin ku divê cezayê darvekirinê ji Îranê bê rakirin û bi taybet li ser jinan. Her wiha jinan ji bo guhertina tevahî sîstem û nêzîkatiyên dewletê him li hember gel bi tevahî û him jî ji bo qelsbûna rewşa aborî ya li wê derê rabûn ser xwe. Di wan xwepêşandanan de careke din hebûn û dengê jin hate hedefgirtin û bi sedan jin hatine bincavkirin û di zîndanên dewletê de girtî ne li gorî hin aliyên ku belgekirine bi dehan jinan di nava van xwepêşandanan de bi guleya dewletê bi zanebûn, jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî raporên ji nav Îranê derketine, hedefgirtina rasterast ji dil û hiş a xwepêşanderên jin yek ji sûcên rêxistinkirî ya xwepêşandanên dawî pêk tîne. Di nava xwepêşandanên gel de di Vîdyoyên belgekirî di yek dîmenê de herî kêm 10 jin hatin nîşandan ku gule li serî, çav û dilê wan de hatine reşandin.

Ew vîdyo cenazeyên jinên ku mirine an jî nefesên xwe yên dawî didin nîşan ku tenê “sûcê” wan hebûna wan li kolanê û beşdarbûna wan di xwepêşandanan de ye. Ev jin hemû bêçek bûn, û ji aliyê wan ve tu pevçûnên çekdarî nehatine tomar kirin. Her wiha Sekvanên li ser banên xaniyan li Îranê bi zanebûn jin û gelê sivîlan dikin hedef.

Li gorî ku di raporên Meclisa Jin ya Berxwedana Îranê de hatiye belavkirin ev yek tekez kirin.

Beşa jinan a girtîgeha Evînê: qerebalixî, nebûna agahiyan û zexta berdewam.

Raportên destpêkê yên di destpêka xwepêşandanan de nîşan didan ku jinên girtî bo beşa jinan a girtîgeha Evînê hatine veguhastin; Ev beş ji zîndana Evîn weke ku di raporên berê de jî hatiye wesifkirin ji aliyê girtiyên siyasî ve, gelek xirab e.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên hundirê girtîgehê, zêdetirî 80 jinên xwepêşander bo vê beşê hatine veguhastin. Girtî hema hema rojane ji bo lêpirsînê têne gazîkirin, lê hin ji wan venagerin beşê, û tu agahî li ser cihê wan an rewşa wan a fîzîkî û psîkolojîk tune. Malbatên van girtiyan jî di bêdengiyek giştî de dijîn û ji rayedarên girtîgehê tu bersivên zelal wernagirin.

Qerebalixiya li beşa jinan a girtîgeha Evînê girtiyan neçar kiriye ku bi nivînan li erdê razên, û ew ji pêdiviyên herî bingehîn jî bêpar hiştine. Hin ji wan bi rojan e cilên paqij an jî tiştên kesane yên girîng wernegirtine, û daxwazên wan ên dubare ji bo van pêdiviyan bêbersiv mane.

Beşa jinan li girtîgeha Adil Abad li Şîrazê

Nêzîkî 150 jin û keçên ku di dema xwepêşandanan de hatine girtin, bo beşa siyasî ya jinan a Girtîgeha Adil Abad ya Şîrazê hatine veguhastin. Li gorî agahiyan, piraniya van girtiyan xwendekarên dibistanê ne. Beşa siyasî ya jinan a li Girtîgeha Şîrazê bi zorê dikare 30 kesan bigire. Di vê çarçoveyê de, hin ji girtiyên siyasî yên jin bo odeyên din ên ku ji bo kesên ku bi kuştin, dizî û sûcên narkotîkê têne tawanbarkirin tên veqetandin, hatine veguhastin.

Girtina kesên jêrî 18 salî

Di 15’ê Çileya 2026’an de, Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê (PMOI/MEK) ragihand ku di navbera 7 û 24’ê Çileyê de, di dema xwepêşandanên giştî ya gelê Îranê de zêdetirî 50’î hezar kes hatine girtin. Di nav kesên ku hatine girtin de hejmarek kesên di bin 18 salî de hebûn, ku li gorî qanûnên navneteweyî wekî zarok têne hesibandin.

Li gel van girtinên berbelav, zêdekirina îşkenceyê, zexta bi armanca wergirtina îtîrafên bi zorê û înkarkirina mafên bingehîn tirsa ji cezayên dijwar, di nav de cezayê mirinê, zêde dibin.

Bi qutbûna înternetê û qutbûna wesîleyên denûsandinê bi malbatan re nîşan didin ku şêwazek wisa li girtîgehên din ên li seranserê welêt jî diqewime ew jî; înkarkirina ragihandin û serdanan, nebûna xizmetên bijîşkî, qerebalixiya giran, û astengkirina gihîştina parêzerên serbixwe. Malbatan hatine agahdarkirin ku ew tenê dikarin parêzerên ku ji hêla dadweriyê ve hatine tayînkirin bikar bînin.

Ev tesbît û belgeyên ku hatine kirin dide nîşandan ku binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk û rêxistinkirî di girtîgehên Îranê de di dema tepeserkirina serhildana neteweyî de derdikeve holê. Ev yek ne tenê li ser girseya gel tê kirin di heman demê de li ser jin tên bikar anîn. Bi vê yekê re weke ku me aniye ziman li jor, rêjîma Îranê ji deng û helwesta jinan ya serhildanê bo azadî û mafê xwe ditirse. Ew hê tirsa serhildana Jin, Jiyan, Azadî jiyan dike. Bê guman kiryarên rêjîma Îranê di vê derê de nehatiye rawestandin. Di Sala 2026’an tenê de pênç jin biryara darvekirinê kuştin e.

Di sala 2026’an de darvekirina pênç jinan li Îranê

Tayîbe Hekmet; yekemîn jin di sala 2026’an de tê darvekirin

Tayîbe Hekmet dayika sê zarokan a 53 salî, di sibeha roja Sêşemê 6’ê Çileya 2026’an de li Zindana Navendî ya Zencanê hat darvekirin. Hekmat yekem jina ku di sala nû ya 2026’an de li Îranê tê darvekirin e.

Desthilata Îranê nêzîkî heft sal berê Tayîbe Hekmet bi tewana kuştina mêrê xwe girtibûn û piştî derbasbûna ji pêvajoyên qanûnî cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Heta dema amadekirina vê raporê, ne medyaya dewleta Îranê û ne jî saziyên dadwerî darvekirina wê bi eşkereyî ranegihandine.

Suheyla Azîzî

Di sibeha roja Çarşemê 7’ê Çileya 2026’an de, cezayê darvekirinê li dijî girtiya bi navê Suheyla Azîzî li Girtîgeha Wekîl Abadê ya Meşhedê hat birîn. Ew berê bi tewana têkildarî madeyên hişber hatibû girtin û piştî temamkirina muameleyên qanûnî li Dadgeha “Şoreşê” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Heta niha, derbarê pêkanîna vê cezayê de ji aliyê berpirsên girtîgeha Wekîl Abadê ya li Meşhedê an jî rayedarên dadwerî û cîbicîkar ên pêwendîdar ve ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Ekram Rezayî

Girtiyê bi navê Ekrem Rezayî roja Sêşemê 13’ê Çileya 2026’an li Girtîgeha Reştê hat darvekirin. Ew sêyemîn jina ku sala 2026an de li Îranê tê darvekirin.

Ev darvekirin û zêdebûna pêla darvekirinê bi hemdemiya xwepêşandanên berfireh û qutbûna înternetê ya giştî li Îranê re pêk hat. Ekrem Rezayî bi sûcê kuştinê hate mehkûmkirin û cezayê darvekirinê lê hate birîn. Heta dema vê raporê, ne rayedarên girtîgehê û ne jî saziyên dadwerî yên peywendîdar bi fermî piştrast nekirine ku darvekirin hatiye kirin.

Piraniya jinên ku ji aliyê rejîma melayan ve hatine îdamkirin, di eslê xwe de qurbaniyên şîdeta navmalî û qanûnên cudakar ên di malbatê de ne, û gelek ji wan ji bo parastina xwe ev sûc kirine û di encamp de hatine darvekirin.

Kîmya Xanî

Girtiyeke jin bi navê Kîmya Xanî roja Duşemê 19’ê Çileya 2026’an di sibeha roja Duşemê de li Girtîgeha Îsfahanê hat darvekirin. Ew çaremîn jina ku di meha yekem a 2026’an de li Îranê hat darvekirin bû. Kîmya Xanî bi tewana têkildarî madeyên hişber cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Leyla Cudkî

Di sibeha Yekşemê, 25’ê Çileya 2026’an de, cezayê darvekirinê li dijî girtiyeke jin a bi navê Leyla Cudkî li Girtîgeha Qomê hat birîn.

Leyla Cudkî pêncemîn jina ku di meha yekem a 2026’an de hat birîn e. Piştî ku bi sûcê kuştinê hat mehkûmkirin, dadgehên cezayî cezayê darvekirinê lê birîbûn.

Di dawiyê de em dixwazin vê yekê jî bînin ziman

Li îranê di bin destholatdariya Melayî de, endamên tora hêzên sersînor yên girêdayî Xameneyî qaçaxçîtîya hejmar û miqdarên gelek mezin ji madeyên hişber dikin. Ev yek dibe sedem ku ciwan bi taybet pê ve werin girêdan û jiyana ciwanan talan bibe him, li Îranê him jî li Rojhilata Navîn.  Di heman demê de, madeyên hişber bi hêsanî û fermî ji girtiyan re di girtîgehan de têne peyda kirin da ku îrade û berxwedana wan bişkînin. Di demekê de ku kesên di van sûcan de cih digirin tu cezayek nabînin û heta jiyaneke xweş dijîn, kesên bêparastin ên mîna Suheyle Ezîzî û Kîmya Xanî ku ji ber xizanî û bêkariyê ber bi vê rewşa xirab ve diçin, bi mirinê têne mehkûm kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.