Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dr.Dêrsrim Faîq; Armanca hatina me alîkariya penabera ye

03/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Dr.Dêrsrim Faîq; Armanca hatina me alîkariya penabera ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Bijîşkê giştî Dêrsim Fayîq diyar kir ku ew û 18 hevalên xwe ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê bi armanca alîkariya penaberan.

Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hesas re derbas dibe gelek hemwelatî sedema êriş û kiryarên dijmirovî yên ku ji hêla çeteyên girêdayî hikumeta demkî ve dihatin kirin, ji malê xwe koçber bûn û berê xwe dan cihên ewle yên Rêveberiya Xweser. Lewma Rêveberiya Xweser jî seferberî ragihand û li seranserî cîhanê gelê kurd barê seferberiyê hilgirtin û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Di heman demê dê 19 bijîşkên pispor jî ji bo destekdayîna penaberan berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Di derbarê hatina bijîşkan li Rojavayê Kurdistanê bijîşkê giştî Dêrsim Fayîq ji Rojnameya me re axivî.

Her bijîşkek barê tedawî kirina penaberan hildigire

Bijîşkê giştî Dêrsim Fayîq da zanîn ku her hevalek erkekî wî cûda heye û barê tedawîkirina koçberan hildigre û wiha got: “Dr. Rewa Ebdulrehman, Elend Osman, Zanko Ehmed, Şeko Şêrgo, Soma Ferec û lewend Kakan ev bijîşkên rewşên ewarte ne. Dr.Hêvar Fetah, Saman Xisrewî û Saman Tahir bijîşkê gitşî ne. Di heman demê de Fayîq Mihemed û Belên Nicmedîn bijîşkên emeliyata ne. Roxweş Qehremanî ew hemşîre ye,  Diyar Sadiq bijîşkê hundirîne, Cawîdan Hesen bijîşkê Çerme, Raber Ebas bijîşkê estetîk, Rewand Ebdulrehman bijîşkê pispor yê sing, dil û damaran. Her wiha Ehmed Reşîd bijîşkê pispor yê bencê ye û serok Baram taqîke ye.”

Armanca me destekdayîna penabera ye

Dêrsim Fayîq axaftina xwe berdewam kir û wiha got: “Me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê ji bo xizmeta gelê li vir, ji ber ku ew di rewşeke zehmet re derbas dibin, hin pêwîstî hene me xwest em wan pêk bînin. Destpêka ku em derbasî Rojava bûn me berê xwe da cihê penaberan û li rewşên wa ya tenduristî yek bi yek li berçavan re derbas kir û heya niha jî em serlêdana penaberan dikin li dibistan, camî û malên ku lê dimînin û li gor rewşa wan em tedawiyê dikin. Hin kes hene rewşa wan ya tenduristî nebeşe û hewceyî emeliyatê ne em navên wan tomar dikin û berê wan didin nexweşxaneya bajarê Dêrikê da ku em wan emeliyat bikin. Me hin tedawiyên pêwîst û  alavên ewarte bi xwe re anîn lê dema em hatin nexweşxanê me dît ku ew gelekî hewcedarî alavên pêşketî ne. Em niha li bajarê Dêrikê ne û di nav pilanê me de heye em bajar bajar serlêdanê bikin û alîkariya pênaberan bikin. Bi rastî rewşa koçberan gelek xirabe ji serma zêde gelek nexweşî di nav wan de belav bûye.”

Bijîşkê giştî Dêrsim Fayîq axaftinên xwe wiha bidawî kir û w: “Em berxwedaniya gelê kurd silav dikin û heya dawiyê em ê li pişta wan bin û çi erk bikeve ser milê me em ê amade bin. Banga min ji tevahî bijîşkan re ew e ku destê xwe deynin ser wijdanê xwe û berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê da ku bibin alîkar bi gel re.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.