Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fermandar û leheng Viyan Soran bû meşela jina Kurd a azad

03/02/2026
in ROJEV
A A
Viyan sembola azadî û fedekariyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Amûdê

Di dîroka şoreşa Kurdistanê ya hemdemî de weke ku têye, zanîn gelek şêre jin û mêrxasên çiyayî cane xwe di rêya serxwebûn û azadiyê de;  feda kirin û heyanî roja me ya îro jî ew ruhê fedayî, zindiye û xwe berdewam dike û wiha bûye ku şehîdên şoreşê, bi deh hezaran jî derbas kiriye û hîna jî ciwanên jin û xort ji bo parastina gelê xwe cane xwe feda dikin. Û hin ji wan qehreman û fedayan jî weke hevrê û fermandar Viyan Soran, binasnav (Leyla Walî Huseyîn) ku ji ber bê derfetiya demsala; zivistanê gihaşte biryara ku li hemberî hêzên navnetewî û hemû hêzên komploger, bi fedakirina canê xwe ji komplogeran re bibêje bese ji zilm û zordariya we re.

Helwesta hevrê û fermandar Viyan Soran û bi dehan qehremanên, weke wê û welatparêz û xebatkaran çalakvan ji dijmin re bû weke sîleyekê û li rûyê; wan ket ji bo zanibin bêka çawa bûne kelem û astengiyên, mezin li pêşiya serfiraziya gelê Kurd û şoreşa wan, bi dehê salan li paş xistina û bûn sebebê ku dijminayetiya gelê Kurd û gelê Tirk hîn, kûrtir bibe û bi hezaran ciwan canê xwe di şer de wenda bikin. Û hîna jî ew komplo berdewam dike û ku wê hîna, heyanî ku derê biçe jî diyar nine û niha jî em dibînin bêka çawa; li Rojhilatê Kurdistanê çawa gelê me di kolan û li ser xiyaban, têne kuştin û li Rojavayê Kurdistanê jî bi sedan mirovên Kurd li nava bajarên Kurd; nişîn têne kuştin û dibin qurbana siyaseta înkar û komploya, navnetewî û weke ku her kes dibîne gelê Kurd îro li vîna, xwe xwedî derdikevin.

Û îro jî her kes dibîne ku çawa şervanên QSD ê û YPJ ê li Rojava yê  Kurdistanê, şerê rumetê dikin û tevî gelê xwe yê Rojava, Bakur û Başûr û bi hasten Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên; azadî xwaz sozdariya xwe ya bi Rêber Apo, şehîdên şoreşê û gelê xwe yê li her devera cîhanê re tînin ziman û çalak dibin. Em hemû jî dizanin êrîşên ku îro li ser gelê me beşeke, bingehîn ya komploya navnetewî ye û gelê me îro wê komployê bi helwesta; xwe ya yekgirtî vala dertîne û hemû tamêarê wê pûç dike. Heval û fermandara hêja Viyan Soran jî di sala 2006 an de, bi helwesta xwe ya kesayetî û ji ber bêderftiya demsala zivistanî; gihaşte biryara ku bedena xwe ji Rêberê xwe Adullah Ocalan re, bike mertal û wî biparêze.

Qerhreman Viyan Soran bi hestê xwe yê dewlemend û bi sekna, xwe ya pirotesto warî xwedî li vîna gelê xwe li Rêber Apo derket û nave xwe, bitîpên zêrîn li rûpelên dîrokê xêzkir. Fermandar û leheng Viyan Soran tevî hevriyên xwe yên çalakvan, helwesta xwe li hemberî dijminên mirovahiyê li hemberî komplogeran; li hemberî xayîn û xwefiroşan, li hemberî kesên revok û mirovên bêsinc û pîvan, çalakiyên xwe pêkanîn û di helwesta xwe de ji her kesî re bûn şiyarî. Wan qehreman û çelengan hemû Kurd ji xewa giran, şiyar kirin û dane zanîn ku Rêberê me qala komplo dike û gerek; em jî tevger bikin ji bo wê komployê bi yekitî û hevgirtina xwe, vala derxînin û her şiyar bin û îro jî em dibînin ku bi ked û têkoşîna, Rêber Apo û wan şehîdên qehreman gelê me bûye key û xwe diparêzin

Fermandar û hevrê Viyan Soran di dîroka şeva 1 ê sibatê de, ku bi 2 sibatê ve dide girêdan li herêma Heftenînê li newala perexê û dema; ku hemû hevriyên wê dinava xewde bûn ku wê xwe kiriye, nubedar agir berdide bedena xwe û li şûna xwe çend nameyan dihêle. Ji bo ku bi rêya wan nameyan peyama xwe bigihîne gelê Kurd, hemû jinan, malbat û hemû hevalên xwe û di peyamên xwe de ji her; kesî re dibêje: Her min hewilda ku ez xwe dinava dilê neyar û xayînan de, bikim agirê azadiyê û wan komploger, tundrew û xayînan bi sozinim; lê mixabin demsala zivistanî û berfa çiyayan ji min re bûn kelem û min, hew xwegirt li hemberî jehrî kirina bedena Rêberê xwe Rêber Apo.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.