Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên gundên girêdayî bajarê Dêrikê ji bo destekdayîna şervanên di çeperên şer de xwarinê amade dikin û li wan belav dikin.
Ji bo piştgiriya şervanên di çeperên şer de 13 gundên girêdayî meclisa Xana serê bar girtin ser milê xwe ku rojane gundek xwarinê amade bike ji bo şervanan û li ser wan belav bike. Niha jî şêniyên gundê Girkê Dijwêr Xana Serê xwarin amade kir û rêkin gundê Girzîro da ku li şervanan belav bikin.
Di derbarê amadekirina xwarinê ji şervanan re hemwelatiyê gundê Girkê Dijwêr Mihemed Qasim ji Rojnameya me re axivî.

Erkê me ye ku em li kêlek şervanên xwe bin’
Hemwelatiyê gundê Girkê Dijwêr Mihemed Qasim diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û wiha got: “Erkê her kesî ye ku li ser piyan bisekinin û destekê bidin gelê kurd. Raste temenê me mezine lê em ê ranewestin heya ku doza gelê kurd bighêje serî. Niha jî şêniyên gund bar girtin ser milê xwe da ku bi şervanan re bibin alîkar û xwarinê amade dikin. Em bi êvaran parastina gundê xwe dikin û bi roj jî ji bo şervanên xwe xwarinê amade dikin. Em bi hêvîne nêzîktirîn dem em tevlîhevî bisekine da ku zarokên me vegerin malên xwe û keda van şehîdên me vala neçe, heya dawiyê em ê axa xwe biparêzin û xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe derkevin.”







