Esma Mistefa
Bîlancoya binpêkirin û kiryarên ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê û komên çeteyên girêdayî wê di berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de hatin belgekirin. Zêdetirî hezar û 200 kes hatin şehîdxistin herwiha zêdetirî du hezar kes jî hatin revandin û girtin.
Hedefgirtina gelê Kurd û Projeya Rêveberiya Xweser careke din weke her komployekê di 6’ê Çile de di şexsê her du taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hate destpêkirin. Ev yek piştî derbasbûna salekê li ser koçberiya bi darê zorê ya gelê Efrînê ji Herêma Şehba û Til Rifetê re hate kirin. Her du tax weke ku tê zanîn ji gelê Kurd pêk tê di wir de gelek çîrokên berxwedaniyên bê dawî hatine jiyankirin û destanên lehengiyê hatine nivîsandin.
Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî şer û têkoşîneke bê hempa li hember rêjîma Esed, komên çete û hêzên opazisyonê ji destpêka Şoreşa Rojava ve li ber xwe da û bi ser ket. Bi deh sala ye di wan her du taxan de gel bi felsefeya Rêber Apo û Rêveberiya Xweser jiyan dikir, ev yek bi hemû pêkhateyên di wir de dihate parvekirin û pratîzekirin.
Piştî hatina hikumeta demkî ya Sûriyê gelek caran hikumeta demkî xwest ku har du taxan bixe bin controla xwe lê belê her carê ev hewildan vala dihat derxistin. Di encama lihmevkirina 1’ê Nîsanê ya ku di navbera Meclisa her du taxan û hikuketê di Helebê de hatibû îmzekirin, tax ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî yên hikumetê ve dihat parastin yanî heyanî radeyekê hinek aramî hatibû avakirin.
Lê belê di 6’ê Çileya 2026’an de bi awayekî amadekirî her du tax ji aliyê hêzên Hikumeta demkî ya Sûriyê û komên çeteyên girêdayî wê ve hate hedefgirtin û bombebarankirin. Li hember ewqas hêz Hêzên Ewlekariya Hunirîn, ciwan û gelê her du taxan 6 rojan li ber xwe dan û heynî kêliya dawiyê tê de şer kirin, fedayîtî kirin û bernedan.
Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye di bîlancoya kiryarên di Şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de her wiha pinpêkirin û kiryarên di meha Çile 2026’an de hatine kirin bi raporekê belgekirin û pêşkêşkirin. Girêdayî Şer û Berwedana her du taxan ev hate eşkerekirin:
Bîlancoya binpêkirin û tawanên ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî wan ve di Çileya 2026’an de li Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin ji aliyên Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye hatin derketin.
Piştî armanckirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, û piştre Kobanê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê di meha Çileya îsal de ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî wan ve, hejmara binpêkirin û sûcan wiha bû:
Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Kuştin
Di bombebarana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve zêdetirî Hezar û 200 kes, di nav wan de jin û zarok jî hebûn, hatin kuştin. heyanî niha tenê nasnameya sed ji qurbaniyên belgekirî hatiye piştrastkirin.
Her wiha pitikek piştî kişandina gaza rondikrêj di Nexweşxaneya Xalid Fecir a Helebê de mir.
Li gorî beşa bijîşkiya dadwerî, hîn jî zêdetirî 2 sed û heftê cenaze di morga bijîşkiya dadwerî ya li taxa Cib el-Qubba ya Helebê de ne, û hin ji wan bêyî ku xizmên wan ti hûrgiliyan li ser wan bizanibin, li goristana nûjen a El-Neqqarin li Helebê hatine veşartin.
Revandin û girtin
Piştî şerên dawî yên li her du taxan di meha Çile de, zêdetirî 2 hezar kes, di nav de jin û zarok, piraniya wan xort bûn, hatin revandin û girtin, û hin ji wan li bajarê Helebê, li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, winda ne.
Birîndarî
Di encama topbaran û pevçûnên li her du taxan de, zêdetirî sed û pêncî kes, di nav wan de jin û zarok jî hebûn, birîndar bûn.






