Viyan Egîd/Qamişlo
Ev 11`e roj in ku Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî li Rojavayê Kurdistanê ji bo Koçberan xwarina germ amade dike. Berpirsê tîma xwarina germ li bajarê Qamişlo, Şevger Çeyî diyar kir ku ew ê heya bê xwestin xebatên xwe dewam bikin.
Di çarçoveya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Qamişlo, 11 roj in ku xwarina germ li ser Koçberên ku li mizgeft û dibistanan de dimînin, tê belavkirin.
Berpirsê tîma xwerina germ a Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî li bajarê Qamişlo Şevger Çeyî ji Rojnameya me re ragihand ku ew ê wekî Dezgeha Xêrxwaziya Berzanê zêdeyî 100 karmend ji bo çêkirina xwarina rojane hene, xwarin bi awayekî rojane ji koçberan re tê amadekirin, li bajarê Qamişlo heyanî Dêrik ev xebat û çalakî didome û wiha got: “Xwarin di rojê de 2 car tê amade kirin hem nîvro hem jî êvarê, di heman demê de ev 11`e roj in em bi vî xebatê pîroz dirabin û heya niha jî nêzî 55 hezar kesên di dibistan û mizgeftan de bi cih bûne xwerin wergirtine.”
Berpirsê tîma xwerina germ a bajarê Qamişlo Şevger Çeyî di dawiya axaftina xwe da zanîn ku ew li ser fermana Serok Bazanî hatine xizmeta Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û tişta ji destê wan were ew ê bikin”.






