Hêvî Keleş/ Qamişlo
Di salvegera 20’an a şehadeta têkoşera Kurd Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) de, ku di 2’ê Sibata 2006”an de li Heftanînê ji bo protestokirina tecrîd û zextên li ser Rêber Apo xwe şewitand û şehîd bû. Em wêrekiya jinekê bi bîr tînin ku laşê xwe kir pirek ber bi azadiyê ve û peyamek berxwedanê ku dê di bîra gelê Kurd de bijî.
Leyla Walî Hesen, ku bi navê Viyan Soran jî tê nasîn, di sala 1981”an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Ew ji eşîra Cafê ye û dibistana seretayî û navîn li Silêmaniyê xwendiye. Viyan Soran ji sîstema civakî ya herêma xwe nerazî bû û ew gelek caran li dijî zîhniyeta gendel a ku hewl dida îradeya jinan ji wan bistîne, diaxivî. Piştî lêgerîna bersivên pirsên ku her tim hişê wê mijûl dikirin, wê biryar da ku di sala 1997”an de tevlî refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bibe.
Ew bi helwesta xwe ya rûmetê bû nimûneyek ji bo jinan
Viyan Soran ji bo çareserkirina nakokiyên ku di hişê wê de li ser malbat û sîstema eşîrî ya ku tê de dijîya, çêdibûn, pêdivî bi rêbazên nû hebû. Wê di sîstema perwerdehiyê de rêyek ji bo gihîştina rastiyên civakî nedît û pêdivî bi lêgerîna rêbazên alternatîf hebû. Ew bi coş beşdarî jiyan û çalakiyên jinên şoreşger dibe û di encama lêkolînên xwe de rêya şoreşê hildibijêre û di dawiyê de tevlî refên hêzên gerîla dibe. Viyan piştî tevlîbûna xwe di nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de gihîşt astek bilind a têkoşîn û lêkolînê.
Ew di sala 1998”an de tevlî Konferansa Başûrê Kurdistanê bû û di sala 2000”an de beşdarî Konferansa Rojhilatê Kurdistanê bû ku li herêma Qendîlê hate lidarxistin, ku ev yek rê li ber wê vekir ku li Rojhilatê Kurdistanê dest bi rêxistinbûnê bike. piştre ew wekî endama damezrîner a Tevgera Çareseriya Demokratîk hate hilbijartin û di sala 2002”an de beşdarî yekemîn konferansa Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê bû û wekî endama ofîsa partiyê hate tayînkirin. Viyan Soran di sala 2003”an de beşdarî çalakiyên damezrandina Kongreya Gel (KCK) bû û di xizmetkirina gelên başûr û rojhilatê Kurdistanê de, bi taybetî di mijarên azadiya gel û jinan de, roleke mezin lîst. Viyan Soran di 1’ê Sibata 2006”an de li Heftanînê ji bo protestokirina tecrîd û zextên li ser Abdullah Ocelan xwe şewitand û şehîd bû.
Viyan Soran agirê berxwedanê ye
Şehadeta Viyan Soran ne bûyerek demkî bû, lê belê qonaxek sembolîk bû ku têkoşîna dirêj a jinên Kurd li dijî tundûtûjî, bêparkirin û hewldanên şikandina îradeya wan nîşan dide. Navê Viyan Soran wekî yek ji têkoşerên ku ji bo parastina ax û gelê xwe çek hildan, derket holê, bi baweriya ku azadî nayê dayîn, lê bi bedelên giran tê bidestxistin, herwiha bi çalakiya xwe ya fedekariyê ew bû pêşeng. Wê bi zanebûn rêya berxwedanê hilbijart, bi biryardarî li hember dijwariyan sekinî û jiyana xwe xist xizmeta dozekê ku tê de wateya hebûn û edaletê didît.
Şehadeta Viyan Soran hebûna wê bi dawî nekir, berevajî vê, wê ew di bîra gelê kurd de koland. Çîroka wê ji bo nifşên nû bûye çavkaniya îlhamê, şahidiyek e ku têkoşîna azadiyê ne bi temen an zayendê ve girêdayî ye, lê bi baweriyek kûr bi dozê û amadebûna ji bo hilgirtina encamên wê ve girêdayî ye. Her sal, bîranîna wê vedigere da ku ji me re bibîr bîne ku qurbaniyên hatine dayîn ne bê feyde bûn û rêya edaletê ji bo kesên ku biryardar in ku tê de bimeşin vekirî dimîne.
Hin ji gotinên dawî yên Viyan Soran beriya çalakiya fedekariyê wiha bû: “Ji bo avakirina jiyaneke bextewer ez amade me jiyana xwe feda bikim, bersiva min a li keda we ji bo min dane wê ne xiyaneta li xwîna şehîdan be, lê wê xwedî derketina li wan be û fedekarina xwe be. Xwezî ji cane min hêjatir tiştekî din hebûya ku min bida, ev çalakiya min bersive ji siyaseta înkarî ya li ser gelê Kurd û siyseta tecrîdê a li ser Rêber Abdullah Ocelan. Ji bo azadiya gelê kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştek ji canê min bi qîmettir hebûya min ê ew jî bida, lêbelê di demekê de bi vî rengî ve ku gelê kurd her roj li ser piyane û ber bi serkeftinê ve diçin, fedekariya jineke mîna min gelekî kêm dibînim.”






