Esma Mistefa/Qamişlo
Şanoger Neçîr Xelîl Hisên e, ji bajarê Silêmaniyê ku berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku hatina Rojava erka her Kurdekî ye û got, “Gelê vir amade ne ku di riya welat û Kurdbûnê de canê xwe feda bikin, min ji vê nêzîkatiya welatparziyê hêz girt û min ji xwe re got tu hêz nikare vî gelî bi binxe.”
Bi ragihandina seferberiya ji bo patastin û xwedîderketina li xaka Kurdistanê re, bi hezaran gel ji Bakur û Başûrê Kurdistanê berê xwe dan sîroran da ku derbasî xaka Rojava bibin. Di aliyê Bakurê Kurdistanê de dewleta Tirk derfet neda ku gel û ciwan derbasî Rojava bibin careke din siyaseta durxistin û tundiyê li ser wan da meşandin. Di aliyê din de bi sedan ji ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet yên Silêmaniyê derbasî Rojava bûn. Di nav wan de gelek rojnamevan, rewşenbîr, mamoste, şanoger û kesên temen mezin hebûn. Yek ji wan kesan jî ku bû mêvanê Rojnameya me Şanoger Neçîr Xelîl Hisên e, ji bajarê Silêmaniyê ku berê xwe dabû Rojava ji Rojnameya me re axivî.
‘Hatina Rojava erka her Kurdekî ye’
Neçîr di destpêka axaftina xwe de ev anî ziman: “Di demekî de ku gelê te pêwîstiya xwe bi te heye û tu dibînî ku tevahî cîhanê pişta xwe daye te erkê her kesî ye her Kurdekî ye ku xwedî li Rojava derkeve, ev ji bo Bakur ji bo Başûr û ji bo Rojhilat jî wisa ye. Ev erka her Kurdekî ye ku li Rojava li kêleka xwîşk û birayê xwe bisekinin. Bi rastî jî divê tevahî gelê Kurd bibînin ku ev gel di çi rewşeke giran re derbas dibe. Ji ber vê yekê min weke erkê xwe dît ku werim Rojava ji nêz ve her tiştî bi çavê xwe bibînim û gelê vir, şervanên vir ji nêz ve nas bikim.”
‘Bi rêya şano divê em vî dengî bighînin hemû cîhanê’
Neçîr di domdariya axaftina xwe de nêrîna xwe ya şanogerekî li hemebr sekna gel nîşan da û got: “Piştî ku ez hatim û min Rojava dît ji bo min gelek balkêş û cihê kêfxwaşiyê bû. Gava ku ez derbasî Rojava bûm min dît ku li her kolanê li her bajarî li her deverê gel ji bo parastina axa welatê xwe ketine nava tevgerê û di nava amadekariyê de ne, ev yek ji bo min gelekî bi wate bû. Gelê vir amade ne ku di riya welat û Kurdbûnê de canê xwe feda bikin, min ji vê nêzîkatiya welatparziyê hêz girt û min ji xwe re got tu hêz nikare vî gelî bi bin bixe. Weke Şanogerekî ez bi vê fikirîm ku ev bûyerek bêmînak e û divê em bi riya şano van rêbazên cuda vî dengî bighînin tevahiya cîhanê. Ez hêvî dikim û em hemû jî azadiya welat ji nêz ve bibînin.”
‘Beriya her tiştî em Kurd in’
Şanoger Neçîr Xelîl Hisên di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Li gorî agahiyên ku ez dizanim li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê û gelek bajarên cuda hem hunermend û hem jî şanoger bi domdarî di nava çalakiyan de ne û bi domdarî xwepêşandanan li dar dixin, banga piştgiriyê ji bo Rojava dikin. Ji xwe berê de me digot berî her tiştî em Kurd in, ji bo me berî her fikir û rêxistinê em destpêkê Kurd in, ji ber vê niha Kurdbûna me ye ku me tîne ba hev, dibe sedem ku em li hevdû xwedî derkevin. Niha jî em dibînin ku gelek hevalên me ji bajarê Helebçe çûne Silêmaniyê û gelek bername pêşkêş kirin û herdem ku ew bernameyên şano li dar dixin pêşkêşî Rojava dikin, her şanogerek ku derdikeve ser dikê dibêje ku ew şanoyên xwe pêşkêşî Rojava, berxwedana Rojava û gelê Kurd dikin. Ew jî bi vê rêbazê dixwazin bibin dengê Rojava.”






