Stêrk mihemed/Qamişlo
Koçberên Efrînê yên di dibistana Hafêz Îbrahîm a Qamişlo de dimînin diyar kirin ku ew bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û ew daxwaza vegerek bi ewle ya Efrînê dikin.
Koçberên Efrîn û Şehbayê ku ji Şehbayê koçberî Reqa û Tebqayê bibûn, di 18’ê Çile de ji ber êrişên hikumeta demkî neçar man ku çareke din koçber bibin û berê xwe bidin kantona Cizîrê û li wir di dibistana de bi cih bibin. Dibistana Hafiz Ibrahîm jî yek ji dibistanên bajarê Qamişlo ye ku koçber têde hatine bicihkirin û jiyaneke zehmet derbas dikin. Ev koçber tênê daxwazeke wan heye, ew jî vgereke bi rûmet li ser axa xwe li Efrînê.
Di vê çarçoveyeyê de koçberên Efrîn Binefş Reşîd û Hesne Henan ji Rojnameya me re axivîn.
‘Em daxwaza vegera Efrînê dikin’

Binefş Reşîd da zanîn ku ew dixwaza vegera li ser ax û warê xwe dikin û wiha got: “Piştî em ji Şehba koçber bûn me berê xwe da bajarê Reqa û em di dibistana de bi cih bûn. Em salakê di dibistana Reqayê de man, hertim em bi zehmetiyan re bi rû diman. Piştê du caran ji koçberiyê me hêvî dikir ku em ji Reqa berê xwe bidin Efrînê. Lê mixabin dîsa careke din ji ber êrişên hikumeta demkî em koçber bûn û me berê xwe da kantona Cizîrê. Niha jî em cihê xwe di dibistana Hafêz Îbrahîm a Qamişlo de digirin. Niha jî rewşa me xirabe alîkarî gelek kême û pêdiviyên jiyanî tune ye. Lê dîsa jî û tevî hemû zehmetiyên ku em niha jiyan dikin xwestekek me tenê ji rêxistinên mirovî, Rêveberiya Xweser û dewletên navneteweyî heye ku bi awayekî ewle me vegerînin li ax û warê me, em daxwaza vegera Efrînê dikin.”
‘Pêşeroja zarokên me winda bû’

Hesna Henan destnîşan kir ku jiyana di dibistana de zore û wiha pê de çû: “Salekê me di dibistana Reqayê de jiyan kir, salek bi êş derbas bû. Niha jî piştî ku em ji Reqayê koçber bûn em hatin Qamişlo û dîsa em ketin dibistanan. Di demsala zivistanê de jiyana li dibistana zor e û gelekî sar e. Herwiha jiyana û pêşeroja zarokên me ev cara sêyemîne ji ber koçberiyê winda dibe. Ji dema ku em hatine Reqa de zarokên me bê xwendin mane, banga me ji dewletên navneteweyî re, ji rêxistinên mafê mirovan re êdî bese koçberî jiyana zarokên me winda bû em dixwazin vegerin Efrîna xwe.”






