Hêvî Keleş/ Qamişlo
Koçberên Efrînê ên bi navê Rûken Hebeş û Mihemed Hesen anîn ziman ku koçberiya dubarekirî wan ji aramî û ewlehiyê mehrûm kiriye, ji ber nebûna çareseriyê ew pir zehmetiyan jiyan dikin.
Rewşên bi êş ji bo bi dehan malbatên koçber ên ji herêmên Efrîn û Şehbayê berdewam dikin. Ji ber êrîşên hikumeta Şamê ya demkî, malbat neçar man careke din ji herêmên Reqa û Tebqayê derkevin. Ji bo xwe parastinê derbasê herêma Cizîrê bûn lê bi rastiyek dijwar re rû bi rû man. Ji ber ku li herêma Cizîrê pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê tune bûn. herêma Cizîrê tevî çavkaniyên kêm jî deriyên dibistan, mizgeft û navendên giştî ji bo koçberan vekirin da ku pêla nû ya koçberiyê pêşazî bikin. Lê belê, ev cihên ne amade veguherî qefeseke neçarî ji bo malbatên ku ji ber koçberiya dubare westiyane. Li gel vê, çarenûsa gel hîn jî ne diyar e. Li bajar û bajarokên herêmê, malbatên koçber li ser hejmarek dibistan, mizgeft û stargehan hatin belavkirin.
Dibistanên li bajarê Qamişlo deriyên xwe vekirine ji bo bi cihkirina koçberan. Di nav van dibistanan de dibistanên weke Akademiya Hemo, Dibistana Hatem El-Tai, Dibistana El-Wefaa, Dibistana Mistefa Mesûd, Dibistana Ibnî Sîna, Navend û Dibistana Ebas Elawî, Dibistana Îbrahîm Henano, Dibistana Mistefa Kalo û yên din hene. Polên dersan veguherandine odeyên razanê û korîdoran jî veguherandine deverên bendewariyê. Girêdayî vê mijarê ji koçberên Efrînê Rûken Hebeş û Mihemed Hesen ku li dibistana Erebistan dimînin ji Rojnameya me re axivîn.
Navendên ne amadekirî

Koçbera bi navê Rûken Hebeş anî ziman ku zarokên ku temenê wan ji pênc salî mezintir nîne, li erdê dirêjkirî ne, dayikên wan hewl didin ku bi betaniyên kevin ku wan ji bayên dijwar ên zivistanê naparêzin jî germ bikin û wiha got: “Em ji Efrîn ê koçber bûn, dûv re ji Şehbayê, piştî wê ji Şêxmeqsûd û dûv re jî ji Reqa yê. Niha em li Qamişlo bi cih dibin û pêşeroja me ne zelal e. Hikûmeta demkî ya Sûriyê daxwaz dike ku em vegerin malên xwe yên li Efrînê, lê em red dikin vegerin malên xwe ji bilî garantiya ewlehiyê. Ji ber ku em ditirsin ku li wir bi çi re rû bi rû bimînin û ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas nebûne da ku vegerin şikefta wê. Em li ser koçberiyê fêr bûne û dizanin çi hilbigirin dema ku em ji cihekî ber bi cihekî din ve diçin. Lê em ê heta kengî koçber, bê welat û bê aramî bimînin? Zarokên me wateya istiqrarê nizanin. Herwiha em ketine van dibistanên bi pêdiviyên kêm û em malbateke mezinin. Zarokên me ji sermayê dilerizin û alîkarî kêm in. Li dibistana em lê bi cih bûne, nayê jiyan kirin û hinek maye ku hilweşe. Em 6 malbata lê dimînin û zêdetirî 10 zarok jî bi me re hene. Ev jî zehmetiyan zêdetir dike. Ji ber ku pêdiviyên girîng ên ji bo zarokên biçûk kêm in.”
Koçberkirina bê dawî

Koçberê bi navê Mihemed Hesen jî zehmetiya koçberiyê wiha da xuyakirin û got: “Pêdiviyên sereke yên jiyanê nayên peyda kirin û gelek malbatên ku zarokên wan hene nikarin ji bo zarokên xwe xwarin û şîr peyda bikin. Di heman demê de gelek malbat hîn jî li kolanan in û nizanin ber bi ku ve biçin. Me jiyana xwe ji bajarekî ber bi bajarekî din ve derbas kiriye û em tenê dixwazin vegerin malên xwe yên li Efrînê. Lê ev bûye xewnek dûr. Ji ber ku erdê me hîn jî dagirkirî ye û em nikarin vegerin di van rewşan de. Em ji Reqayê bi Hûndayek biçûk derketin rê, em û tiştên me yên hindik, ji bo parastina xwe ji sermayê me çend betanî hilgirtin. Em ji mechûl ditirsiyan ji ber ku me berê li ser rêyan şahidiya kuştin û revandinê kiribû. Lê dîsa jî me dev jê berneda. Koçberkirin îradeya me neşikênand, me bi sala berxwedanî kir. Bi salan e em ji cihekî ber bi cihekî ve koçber dibin. Tevî vê yekê jî em bi îrade û hêviyên xwe berxwedaniyê dikin. Ti dagirkerî û êriş nikarin heviya me ya vegera herêma xwe bişkînin û em ê berxwedaniyê bikin heta ku vegerin li ser erdê xwe.”






