Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Klîpa “Em Bernadin” berxwedana gelê Kurd belge dike’

01/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Klîpa “Em Bernadin” berxwedana gelê Kurd belge dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rêveberiya Studya Mizgîn Zeyneb Mensûr anî ziman ku klîpa “Em Bernadin” têkoşîn û berxwedana gelê Kurd belge dike, dengê wan digihîne cîhanê û tekez dike ku îrad û rûmet ji dorpêçkirin û êşê bihêztir in.

Kilêpa “Em Bernadin” berhemeke hunerî ye ji rêzeberhemên Hilala Zêrîn û Mizgîn Studyo ye, ew peyameke berxwedan û biryardariyê ye ku ruhê berxwedana Kurdan li hember dorpêçkirin, gef û êrîşên berdewam ên li ser herêmê temsîl dike. Gotinên stranê baweriya gelê Kurd bi nirxên rûmet, fedakarî û yekîtîyê nîşan didin, herwiha qehremaniya jin û dayikan li Rojava û herêmên din tînin bîra mirov.

Girêdayî mijarê Rêveberiya Studya Mizagîn Zeyneb Mensûr ji Rojnameya me re axivî.

‘Me îlhama xwe ji berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girt’

Zeyneb Mensûr anî ziman ku çavkaniya ku wan berhemên xwe di klîpa em Bernadin jê girt berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû û wiha got: “Erê em li Qamişlo dimînin lê hest û mejiyê me li her dû taxan bû, me rewş û berxwedanan ku ki wir dihate meşandin dişopandin. Bi taybet piştî ku Fermandar Ziyad Heleb vîdiyoya biryara man û name belav kir, me berxwedaniya wan dît û jê bibandor bûn û me xwest em karekî bikin ku nirxên vê berxwedaniyê derxînin, lê belê em çiqasî bi gotinên xweş yan muzîka xweş em ê nikaribin vê berxwedaniyê pênase bikin. Piştî vê rewşa ku li aliyên herêmên Tepqa, Reqa û hem jî gefên ku li herêmên Cizîrê û Kobanê dihatin dayîn me tê de berxwedan, hêz û moralê gelên Kurd dît, ku çiqasî destek bûn û xwe ji pişta hev nedan alî û li ser doz û biryarên xwe man. Li ser vê bingehê me xwest ku berhemekê kurdî çêbikin ku moral û hêza gel zêdetir bikin û piştgiriyê bidin şervanên xwe. Stran tekez dike ku Kurd dê axa xwe neterikînin û teslîm nabin û ew amade ne ku bi her kesê ku hewl dide nasnameya wan an axa ku ew lê dijîn ji holê rake re rûbirû bibin. Her wiha piştrast dike ku fedakirina jiyanê û parastina mafan ne hilbijartinek e, lê erkek neteweyî û exlaqî ye û ruhê berxwedanê dê di her mal û kolanekê de, li her tax û bajarekî de zindî bimîne.”

Peyamek ji bo yekîtî û berxwedanê

Zeynep Mensûr li ser peyama wan ji vîdyo Klîpa Em Berndain wiha got: “Bi gotinên strana Em Bernadin, dengê hunerê vediguherîne platformek ji bo qêrîna kolektîf û peyamek bihêz digihîne cîhanê ku gelê Kurd têkçûnê qebûl nake û çi qas dijwarî û zehmetî mezin bin jî, dev ji ax û nasnameya xwe bernade. Peyama me ji bo çêkirina berhemê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, lê belê me bal kişand li ser serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê jî, herwiha me bi pênaseya kurdatiyê dest bi çêkirina strana xwe kir. Kêşana klîpê ji ber rewşa nebaş di nava taxên Qamişlo de me di demek kurt de qedand ew û tê de me hewil da ku hêz û moralê gel li taxan pêşkêş bikin. Di heman demê de peyama ku em dixwazin pêşkêş bikin, ku her kurdekî li cîhanê dengê kurdan ji her kesekî li hemberî êrişên ku li dijî kurdan tên kirin guh û çavên xwe ji bo berjewwendiyê xwe girtine û gelên kurd di rewşek xerab de hiştin û berdan.

Gelek bi çavekî guneh li kurdan dinêrin, lê em ne ê ku bi çavekî guneh li me binêrin, em kurd kesayetin mêrxasin me di şerên xwe de tu carî binketin qebûl nekirine û em qebûl nakin. Pêwîste em kurd xwedî li hev derkevin û yekîtî û kurdetiya xwe bidin pêş li her çar parçeyên Kurdistanê, ev bi tena xwe dibe peyamek ku bersivdayînek ji her dewletek ku çavên xwe ki hember êrişên ku di derheqê kurdan tên kirin girt, herwiha ku îro roj kurdên me yên li Kobanê di bin dorpêçkirine de ne û hîn jê tu çareserî ji vê dorpêçê nehatiye dayîn, di heman demê de pêwîste ku em rewşa koçberên Efrîn û Şehbayê ku ev pênc carin tên koçberkirin pêşkêş bikin. Û divê em weke kurd li hemberî van êrişan bi hemû hêza xwe bisekinin û bibin bersiv ji hemû cîhanê re ne bi tenê çeteyên DAIŞ’ê û Hikûmeta Demkî.”

Rêveberiya Studyaya Mizgîn Zeyneb Mensûr axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî van êrîşan rawestan erkêkî exlaqî û neteweyî ye û divê Kurd ne tenê di rûbirûbûna bi çeteyên DAIŞê û hikûmeta demkî de, lê di parastina hebûn, rûmet û mafê jiyaneke azad de ji bo tevahiya cîhanê dengek bin. Hêviya me ew e ku yekîtiya kurdî were avakirin û em kurd bi yek dest welatê xwe, hebûn û nasnameya xwe biparêzin. Pêwîstiya me bi tu deverin din tune ye ku werin me biparêzin, ji ber ku em kurd têra xwe hene.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.