Lîloz Hisên
Herêma Rojhilata Navîn di hefteyên dawî de şahidê tevgerên leşkerî yên berbiçav ên Emerîkî bûye, ku asta fikarên Washingtonê li ser zêdebûna rageşiya bi Îranê re nîşan dide, di demekê de ku pêşketinên bilez ên herêmî û metirsiyên ewlehiyê zêde dibin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî û medyayê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê komek ji hêzên leşkerî yên bi kalîte şandiye herêma operasyonên Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM), bi armanca xurtkirina astengkirinê û rehetkirina hevalbendan, di heman demê de şandina peyamên zelal ji Tehranê re.
Floteke deryayî û keştiyeke balafiran a nû ji bo herêmê têne şandin
Di destpêka van tevgeran de, filoyeke deryayî ya din a Emerîkî ber bi Rojhilata Navîn ve çû, di nav de gihiştina keştiya balafirhilgir a (USS Abraham Lincoln) û koma wê ya êrişê, herwiha keşteyên wêranker û krûzerên bi pergalên parastina hewayî û mûşekan ên pêşketî.
Keştiya balafirhilgir yek ji giringtirîn amûrên hêza Emerîkî ye, ji ber şiyana wê ya pêkanîna operasyonên hewayî yên dijwar û lêdana hedefên bejahî û deryayî peyda dike, li gel rola wê ya giring di astengkirina leşkerî û bersiva bilez a her êrişke muhtemel.
Xurtkirina li ser erdê û belavbûneke deryayî din
Di heman demê de bi hebûneke deryayî re, çavkaniyên leşkerî hatina nêzîkî 5 hezar û 700 leşkerên din ên Emerîkî bo herêma operasyonên “CENTCOM”ê piştrast kirin, di gavekê de ku amadebûna şer zêde dike û nermbûnek mezintir dide fermandariya Emerîkî di birêvebirina her sînaryoyek awarte de.
Herwiha Tevgerên leşkerî şandina sê keşteyên peravê yên Emerîkî bo herêmê dihewîne, keşteyên ku ji bo xebitîna di nava avên kêm kûr û ewlekirina rêyên deryayî yên hesas hatine çêkirin, bi taybetî Tengava Hormuzê, ku damarek giring ji bo bazirganiya enerjiya cîhanî ye.
Pira hewayî û pêdiviyên lojîstîkî
Piştgiriya leşkerî ne tenê bi leşkerên şer ve sînordar bû; balafirên veguhastina leşkerî yên giran ên ku kelûpelên lojîstîkî û alavên leşkerî hildigirtin jî hatin dîtin ku ber bi baregehên Emerîkî yên li Rojhilata Navîn ve diçin. Ev çalakiya lojîstîkî ya dijwar amadekariyên demdirêj nîşan dide, ne tenê tevgerek sembolîk an demkî.
Pisporên leşkerî dibînin ku xurtkirina şiyanên lojîstîkî nîşaneyek sereke ya cidîbûna her bicihkirina leşkerî ye, ji ber ku ew domdariya operasyonan û şiyana hêzan ji bo tevgerîna bilez û bi bandor misoger dike.
Peyamên serdestiya hewayî û astengkirinê
Li ser eniya hewayî, çavkaniyan şandina balafirên şer ên F-15 Eagle yên zêdetir ên Emerîkî bo herêmê ragihandin, ku di nav balafirên herî bibandor de di mîsyonên serdestiya hewayî û êrişên dûr ne.
Ev bicihkirin peyameke zelal a astengkirinê hildigire, di demekê de ku tirsa êrişên ku berjewendiyên Emerîkî an hevalbendên wê hedef digirin zêde dibe, çi bi êrişên rasterast an jî bi rêya wekîlên herêmî.
Çarçoveya herêmî ya tevlihev
Ev tevger di çarçoveyek herêmî ya pir aloz de tên, ku bi hevgirêdana pirsgirêkên ewlehî û siyasî, ji bernameya nuklerî ya Îranê bigire heya pevçûnên vekirî li gelek deveran, ji bilî zêdebûna rageşiyê li rêyên deryayî, tê xuya kirin.
Her çiqas Washington idîa dike ku hebûna wê ya leşkerî armanc dike ku aramiya herêmî biparêze û azadiya navîgasyona deryayî misoger bike jî, Tehran van xurtkirinan wekî bilindkirinek û provokasyonek rasterast dibîne.
Her çiqas Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hewl dide hevsengiyê di navbera astengkirinê û pêşîgirtina li ber pevçûneke berfireh de çêbike jî, pirs ev e ku gelo ev hêzên xurtkirî dê di kêmkirina rageşiyê de biserkevin, an jî ew ê herêmê ber bi qonaxeke hesastir ve bibin.
Di encamê de, kombûna leşkerî ya heyî ya Emerîkî asta fikarên li ser rêça aloziyê nîşan dide, herwiha piştrast dike ku Rojhilata Navîn di hesabên ewlehiya neteweyî ya Emerîkî de wekî qadeke navendî dimîne, di demekê de ku cîhan temaşe dike ka rûbirûbûna nerasterast a di navbera Washington û Tehranê de dê bibe sedema çi.
Li gorî Rojnameya Wall Street Journal ji çavkaniyên agahdar veguhestiye ku Îran, tevî ku ji hiliwşîna aborî, zextên siyasî û leşkerî dikişîne jî, hîn jî xwediyê yek ji mezintirîn mûşekî li Rojhilata Navîn e, ev yek jî şiyanek giring dide wê ku gefê li hedefên herêmî, di nav de yên di nav Îsraîlê de, bixe.
Li gorî rojnameyê, Tehran xwedî 2000 mûşekên Balîstî ne, ku dikarin bigihêjin deverên cûda yên herêmê û li hedefên dûr ên heta Îsraîlê bixin.
Kapasîteyên deryayî û hewayî yên fikardar in
Li gorî raporê, ji bilî mûşekên Balîstî, Îran xwedî cebilxaneyek mezin ji mûşekên Krûz ên dijî-keşteyan, herwiha qeyikên torpîdo yên bilez û hejmareke mezin ji dronan e, ku rasterast gefê li keşteyên Emerîkî û hevalbendên wan ên li herêmê dixwin.
Ev şiyanên hevbeş dibin sedema ku Tehran li seranserê Rojhilata Navîn êrişên bi bandor bide destpêkirin, di rewşa her êrişeke rasterast a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li dijî wê de dê îhtîmala zêdebûna bilez a şer zêde dike, her çend Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump tekez kiriye ku ew dixwaze hêzê bi awayekî “biryardar û sînordar” bikar bîne bêyî ku bikeve nav pevçûneke herêmî ya berfireh.
Mûşekên parastinê
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê sîstemên parastina asmanî yên pêşketî, di nav de Patriot û THAAD, li deverên cuda yên herêmê bi cih dike û ji bo pêşbînîkirina her êrişeke muhtemel a Îranê, dixebite ku bicihkirina wan xurt bike.
Lêbelê, pispor destnîşan dikin ku ev sîstem dê bi dijwariyeke berfirehtir û tevlihevtir re rû bi rû bimînin ji ya ku Îsraîl di dema pevçûna leşkerî ya bi Îranê re di Hezîrana borî de pê re rû bi rû ma, ji ber berfirehbûna armanc û deverên ku divê werin parastin.
Ajansa nûçeyan ya Îranê Tasnim ragihand ku şaxên cûda yên artêşa Îranê komek ji 1000 dronan wergirtine, di demekê de ku alozî zêde dibin piştî gefên Serokê Emerîkayê Donald Trump ên ji bo êrişekê ger Tehran red bike ku bigihîje rêkeftineke nuklerî.
Rageşî ber bi qûnaxeke kirîtîk ve diçe
Rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Îranê de ber bi qonaxeke krîtîk ve diçe, di demekê de ku rojnameya Îsraîlî (Maarif) texmîn dike ku êrişa Emerîkî dibe ku di nav çend demjimêran an rojan de çêbibe, di çarçoveya asta amadebûn û amadekariyên Emerîka û Îsraîlê ji bo îhtîmala pevçûneke berfireh a herêmî.
Tevî nebûna piştrastkirinên dawî derbarê dema êrişê an neçarbûna wê de, çend nîşane destnîşan dikin ku ev sînaryo li ser maseyê ye.
Helwesta Îsraîlê
Heman Rojname dibêje ku li ser rewşa Îsraîlê, hêzên hewayî hem ji aliyê parastinê ve û hem jî ji aliyê êrişê ve di rewşa amadebûnê de ne, di demekê de ku Îsraîl bi fermî hewl dide ku nekeve nav pevçûneke rasterast bi Îranê re.
Lêbelê, Til Ebîb ji Washingtonê re ragihand ku ew ê bi tundî bersivê bide her êrişeke rasterast a Îranê, nemaze ger ew êriş ji hêla mûşekên Balîstî ve were hedefgirtin.
Kordînasyoneke ewlehî berfireh
Di vê çarçoveyê de, serokê beşa îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê serdana Washingtonê kir, li wir agahiyên ku ji bo aliyê Emerîkî giring hatine binavkirin, da.
Herwiha di navbera Fermandariya Navendî ya Emerîkayê û berpirsên payebilind ên leşkerî yên Îsraîlê de, di nav de Serfermandarê Giştî û Fermandarê Hêzên Hewayî, hevdîtinek pêk hat.
Rojname îdia dike ku amadekariyên Îsraîlê ne tenê bi Îranê ve sînordar in, lê di heman demê de îhtîmala çalakiya hevalbendên wê yên li herêmê jî dihewîne. Îsraîl asta amadebûna xwe li bakur û başûr bilind dike û tekez dike ku ew dikare bi lez bersivê bide gefên muhtemel ên ji Yemen, Iraq, an Sûriyê, ji bilî eniya Lubnanê.






