Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Qamişlo bang li jinên kurd dikin ku tevlî berxwedaniyê bibin

01/02/2026
in Serbest
A A
Jinên Qamişlo bang li jinên kurd dikin ku tevlî berxwedaniyê bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo tevlîbûna xwe ya berxwedaniyê ragihandin û pabendbûna xwe ya ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava tekez dikin. Û wiha gotin: “Em ê têkoşîna jina azad û Kurdê azad ji bo avakirina Rojava, çi fedakarî be bila bibe, bidomînin.”

Di 18`ê Çileya 2026`an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê banga seferberiyê kir.

Hebûna jinên Qamişlo di seferberiyê de, wekî yek ji nîşaneyên herî berbiçav ên berxwedanê derdikeve pêş. Di nav aloziyên ewlehiyê, zextên siyasî û xirabûna şert û mercên jiyanê de, jin li kêleka bûyeran neman, lê belê xwe di navenda tiştê ku dikare wekî berxwedanek berfireh were binavkirin de dîtin, berxwedanek ku ji çekan wêdetir diçe parastina civak, nasname û mafan e. Girêdayî vê mijarê jinên Qamişlo Semîra Hac Elî û Emîna Hesarî ji Rojnameya me re axivîn.

‘Bi berxwedanê em ê perdeya Qirkirinê bişkînin’

Jina bi navê Emîna Hesarî diyar kir ku Îro roja yekîtîya hemû Kurdan e û wiha got: “Wê Kurd, jin, ciwan û extiyar, bi giyanekî hevpar ê serhildana neteweyî, hemû êrîşên qirkirinê pûç bikin. An em bi rûmet û nasnameya xwe bijîn, an jî kujerên bi zanebûn dê cîhanê bi kuştina me veguherînin rastiyek qirêjtir ku kes nikare tê de bijî. Bi vê hişmendiyê, em ê xweparastinê bikin û em ê têkoşîna jina azad û Kurdê azad ji bo avakirina xwe, çi qurbanî be bila bibe, bidin meşandin. Bi tevlîbûna seferberiya giştî û parastina destkeftiyên şoreşa me, ku bi saya qurbanîdana bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin û bi dilsoziya xwîna şehîdên me û gelê me, ez piştrast dikim ku ez ê ax û gelê xwe biparêzim çi berdêl be bila bibe. Ev êrîşên ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî li ser Rojava tên kirin hewldanek e ji bo qirkirina gelê Kurd û bidawîkirina hebûna wan li ser axa wan.

Rojava Kurdistan e, ji ber vê yekê, em bang li hemû partî û tevgerên Kurd, rêxistinên jinan û hemû gelê xwe dikin ku seferber bibin û çembera agir a parastinê ava bikin. Divê em fêm bikin ku ketina Rojava tê wateya ku êrîşa qirkirinê dê li seranserê Kurdistanê belav bibe. Em bi kêliyek dîrokî ya girîng re rû bi rû ne û divê em bi berxwedana gelê Kurd re ji bo cihê xwe yê rewa di sedsala 21”an de rûbirûyê vê êrîşê bibin. Bi berxwedanê, em ê perdeya qirkirinê bişkînin û bi ser bikevin, herwiha em ê ti çarenûsek ferzkirî an planeke alternatîf qebûl nekin. Ez bang li hemû jinan, gelê xwe, gelên cîhanê, şoreşgerên navneteweyî û jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin dikin ku tevlî berxwedanê bibin û seferberiyê bibin. Em ê heta kêliya dawiyê bi hemû şiyanên xwe li kêleka gelê xwe bin.”

‘Em ê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin’

Semîra Hac Elî anî ziman ku Jina azad, mirovê azad û nasnameya Kurd a azad ku li ser rêya Rêber Apo ava bûye, teslîmbûnê qebûl nake, xwe nade kesî û dizane ku berxwedana bi hêza xwe yekane rêya rizgariyê ye û wiha got: “Li ser vê bingehê, divê gelên cîhanê û jin bi ruhê Kobaniyê li dora şoreşa Rojava bibin yek û li dijî siyaseta qirêj rawestin. Divê jin, bi helwesta siyasî ya gelê Kurd, li dora şoreşa Rojava xelekek ji agir çêbikin û bi ruhê 15’ê Sibatê dest bi berxwedanê bikin û nîşanî cîhanê bidin ku hêza wan a rastîn berxwedan û rûmeta azadiyê ye. Kiryarên çeteyan ên li dijî hin şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û jinên azad ên Kurd ên dîlgirtî di medyayê de hatine weşandin, tu hêz nikare van jinên ku xwe rizgar kirine û azadiya gelê xwe bi dest xistine, rezîl bike. Gelê me yê berxwedêr li Rojava nirxa me ya herî mezin e, hêstirek ji çavên zarokên me sedemek ji bo berxwedanek bêdawî û hesabpirsînek neçar e. Em ê nehêlin rûmeta me were binpêkirin, li ser vê bingehê divê jin refên berxwedanê pêşve bibin, bibin hêza hesabpirsînê. Şoreşa Rojava, li hember hemû xerabiyên sîstema dewletê û tarîtiya ku hêviya azadiyê difetisîne û di bin pêşengiya Rêber Apo de, wekî qada azadiyê hate avakirin û rehên wê li ser ked, bawerî û pêşengiya jinan hatin danîn û ji bo jinan, ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelan veguherî nirxek hevpar, herwiha divê ev şoreş jî berdewam bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.