Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tevlîbûna me ji berxwedana Rojava re erkekî netewî ye’

01/02/2026
in Serbest
A A
‘Tevlîbûna me ji berxwedana Rojava re erkekî netewî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Gimo Mihemed Rojnamevanê ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû, tekez kir ku li Başûr û cîhanê berxwedana Rojava gelê Kurd kir yek û got, “Di vê kêliyê de beriya ku em rewşenbîr, rojnamevan û karker bin em Kurd in û divê em xwedî li Rojava derkevin.”

Bi destpêkirin û vejîna Berxwedana Şoreşa Rojava re ku ev car naşbe tu berxwedanên din yên di dîrokê de hatine jiyan kirin; gelê Kurd li car aliyên cîhanê ji bo piştgirî û parastina xak û destkeftiyên Rojava bi rojan e li ser piyan e. Bi vê berxwedaniyê re piştgiriya Başûr û Bakurê Kurdisatnê cihê balkêşiyê û serbilindbûyînê bû. Gelê Bakurê Kurdisatê bi rojan li ber sînor man da ku derbasî Rojava bibin, lê mixabin siyaseta Trikiyê, rê neda ku gel û ciwan derbas bibin. Di heman demê de sekna Başûrê Kuridstanê ku bi sedan gel û ciwanan ji Silêmaniyê û hin bajarên din berê xwe dan Rojava û derbas bûn, seknekî bi rûmet bû.

Bi kerwanên alîkariyê yên ku hatine şandin, gelek ciwan û gelê Başûr derbasî Rojava dibin. Herwiha xwepêşandan û piştgiriya gelê Kurd li her derê bi rihê parastin û xwedîderketina li Rojava didome. Li ser wê bingehê Rojnameya me bi Rojnamevan Gimo Mihemed ku li gel gropên ciwanên derbasî Rojava bûne hatiye, hevdîtinek pêk anî.

‘Ji bo Rojava her kes bi rihê Kurdîtiyê serîrakiriye’

Gimo Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û yekgirtina gelan ji bo Rojava û wiha pê de çû: “Piştî banga Rojavayê Kurdistanê ji seferberiyê re, em bi ciwanên Başûrê Kurdistanê re derbasî Rojava bûn da ku xwedî li vê seferberiyê û berxwedaniyê derkevin. Hejmareke pir baş ji rewşenbîr, mamoste, sînameger, şanoger û rojnamevan derbasî Rojava bûn, ev yek jî cihê serbilindiyê ye. Bi derbasbûna me ji Rojava re her kes bi armanca tiştê ku li ser gel bi armanca qirkirinê tên kirin, bi cîhanê re parve bikin. Di heman demê de gel li Başûr li zanîngehan û kolanan ji sivîl û karmendan bigre hemû li ser piyan e xwepêşandanan dikin.

Divê em viya bînin ziman ku ev yekemîn car e tu ferq di navbera Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr de nîn e, her kes bi yek rihê bi rihê Kurdîtiyê serîrakiriye. Bi rastî ez nikarim ferq û cudatiyê bikim nav kesekî de. Rih û hîsa ku li vê derê tê jiyankirin, li wê derê jî bi heman rih û hîsê ye.”

‘Parastina Rojava erkekî netewî ye’

Gimo di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Derbasbûna min ji bona Rojava ne bi mebesta ku ez rojnamevan im da ku kar bikin an jî vîdyoyekî parve bikim. Hatina me bi armanca piştgiriya gelê xwe û li kêleka gel seknandine. Di asta yekemîn de ev erkekî netewî ye ez dikim, piştre ez dikarin ji bo xebatê xwe yê rojnamegerî û ragihandinê bikaribin tiştekî bikim. Dema ez dîmenên berxwedaniya gel an jî dîmenê şervaneke Kurd digrim, ez bi armanca ku ka ev dîmen bi çi awayî dikare bibe malê gelê Kurd, çiqas wê bikaribe coşa gelê me û mesaja me bighîne cîhanê, digrim.”

Yekbûna ragihandina Kurdistanê

Gimo bilêv kir ku hemû destgehên ragihandina Başûrê Kurdsatnê bi yek helwest û armancê nêzî vê pêvajoyê dibin û got: “Tişta balkêş ku çawa ragihandina Rojavayê Kurdistanê li ser yek xetê xebat dike, di vê pêvajoyê de ragihandin û medyaya Başûr jî bi heman armancê derket pêş. Hemû televezyon, rojnamevan, ajans û radyo Sirûda niştîmanî, srûda şoreşgerî lê didin. Bi berdewamî hemû çapemenî li ser Rojavayê Kurdistanê kar dikin û bangawaziya cîhanê dikin ku ev yek dibe xaleke veguherînê di guhertina dengeyan de.”

‘Armanc ji vir ber bi Başûr ve ye’

Gimo di axaftina xwe de da zanîn ku djmin ezmûn û projeya gelê Kurd hedef digre û wiha pê de çû: “Ji ber wê jî em dizanin ku ezmûna Rêveberiya Xweser ezmûnekî cuda ye. Li Rojhilata Navîn du ezmûn hene ku fedralî pêk bê, yek ezmûna Hikumeta Herêma Kurdisatanê ye, ya din jî Rêveberiya Xweser e. Dijmin niha dixwaze Projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û piştre berê xwe bide Hikumeta Başûrê Kurdistanê, ji lewra divê piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê di her alî de bê kirin da ku hebûna gel û projeya wê neyê tune kirin. Pêwîste ku em Kurd li Rojhilat, Başûr û Bakur bibin yek û ji bona parastina xaka Rojava li hember dijmin bibin yek.”

Rojnamevan Gimo Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tu her çi bî, li gel dijmin, tu Kurdî bê ku ferqê bike navbera kesî de. Beriya ku em rojnamevan bin em Kurd in. Bi rastî em pir kêfxweş in ku hemû hevalên me yên rojnamevan li Amed, Hewlêr, Silêmanî û Rojava bi hev re li ser yek armancê kar dikin. Em bi hêvîne ku her wisa hevgrtina rojnamevan û ragihandina Kurdî ji bo gelê Kurd berdewam bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.