Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rewşenbîr jî tevlî seferberiyê bûne’

01/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Rewşenbîr jî tevlî seferberiyê bûne’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rewşenbîrên kantona Cizîrê tekez kirin ku rewşenbîrên Kurd tevlî seferberiyê bûne û gotin, “Gelê Kurd nas kir ku hebûna wî di metirsiyê de ye. Ne ji mafê Colanî ye ku mersûma 13’an derxîne. Herwiha armanca êrişan ne tenê QSD’ê ye, lê belê derxistina şerê di navbera Kurd û Ereban divê hemû rewşenbîr ji bo rawestandina şer bixebitin.”

Êrişên çeteyên girêdayî hikumeta HTŞ’ê li ser gelê Kurd tên domandin, di domdariya êrişan jî seferberî li dar e, civak bi tevahî li ser asta Rojava, Kurdistan û her devera ku Kurd lê dijîn tevlî seferberiya ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bûn. Di heman çarçoveyê pirsa ku dihat kirin ew bû ku rola rewşenbîran di vê seferberiyê de çi bû û ew xwedî çi helwestê bûn. Derbarê helwesta rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê nivîskar Pêşeroj Cewherî û Ebûd Mexso ji rojnameya me re axivîn.

‘Armanc ne tenê QSD’ê ye, derxistina şerê navxweyî ye’

Ebûd Mexso destnîşan kir ku ne tenê QSD’ê armanca şer e lê belê derxistina şerê di navbera Kurd û Ereban de ye û wiha got: “Di dema heyî de bi rûdana van geşedanan em dibînin ku hemû hêz di serî de dewleta Tirk dixwazin Rojavayê Kurdistanê bixin çemberê. Ev êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin di çarçoveya planeke navdewletî ye. 11 sal li ser rizgarkirina Kobanê derbas dibin, ew berxwedaniya ku li hemberî çeteteyên DAIŞ’ê hat kirin. Di hemdemiya salvegerê de êrişeke pir giran bi hemû cûreyên çekan li ser Kobanê tê kirin. Kobaniya ku rûmeteke ji bo gelê Kurd û hemû cîhanê ji ber ku li vê derê teror hat bidawîkirin û li vir ewlehiya cîhanê hat parastin. Ev êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên domandin tê wateya ku armanc ne tenê QSD, YPG û YPJ’ê ye, lê belê parçebûna gelên herêm ji hev e. Bi van êrişan dixwazin tevlîheviyê di herêm de bidin avakirin û vî şerî bikin şerê Kurd û Ereban. Divê gelê Kurd şiyar be û aqilmend, zane û serokeşîrên Ereban nehêlin şerê navxweyî rûbide. Tişta ku ji serokeşîrên Kurd û Ereban tê xwestin ew e ku nehêlin şer berfireh bibe, ji ber ku eger şer berdewam bike wê encamên xerab bên dîtin. Çendîn şer bibe jî wê herî dawî lihevkirin çêbibe, ji ber vê yekê jî divê ji destpêkê ve şer rûnede.”

‘Mersûma 13’an ji sedî 1 daxwazên gelê Kurd pêknayîne’

Mexso diyar kir ku mersûma 13’an ji sedî 1 daxwazên gelê Kurd pêkanîne û wiha domand: “Mersûmê ku ji hêla serokê hikumeta demkî Ehmed Elşer ve hat derxistin xwedî ev armanc bû ku li pêşiya civaka navdewletî bide pêş û bêje cara yekemîn e di Sûriyê de Kurd tên naskirin. Herwiha ew ê bibin xwedî nasname û her heftiyekê wê du caran waneyên zimanê Kurdî li dibistanan bibînin, hem jî kesê ku bixwaze tevlî bibe û kesê nexwaze tevlî nabe, yan jî Cejina Newrozê wê bibe cejinke fermî. Ev mersûm ji sedî 1 daxwazên gelê Kurd pêknayîne, ev yek têrê nake, lê weke destpêk gaveke erênî ye, divê em li ser vê gavê xweşik û tekûz bisekine piştre bizanibe berfireh bike û datayên wê derxîne. Mersûm dibêje bile di heftiyê de du seet waneyên zimanê Kurdî hebin, em dibêjin ji dêvla vê yekê bila dibistanên Kurdan bi destên wan werin rêvebirin. Bi vî rengî tu pirsgirêk dernakevin em neteweke resen in di vî welatî de û ji mafê me ye ku ev yek pêkwere. Dijmin dixwaze gelê Kurd û QSD’ê ji hev cuda bike, lê qet ev yek pêkan nabe, ew jî vê rastiyê dizanin. Bi van êrişên ku hatin rûdan 70 melyon Kurd li seranserî cîhan û Kurdistanê kirin yek, di roja îro de jî dilên Kurdan bi hev re lêdide, ew bûne yekdest û yekdoz.”

‘Divê rewşenbîr dengê xwe bigihînin hemû cîhanê’

Nivîskar Ebûd Mexso wiha bang li rewşenbîrên Kurd dengê xwe bigihînin hemû cîhanê ji bo rawestandina şer kir: “Cara yekemîn e di dîrokê de ku yekrêziya gelê Kurd bi vî rengî çêdibe, bi awayekî rojane danûstandin, têklî û diyalog di nabera hemû aliyên Kurdistanî de çêdibe. Em dibînin ku piştgiriyeke cîhanî ji bo Rojavayê Kurdistanê tê raberkirin, ev gaveke herî pîroz e ku tê kirin. Seferberiyê yekîtiyeke girseyî ya gelê Kurd çêkir û Kurdên li tevahiya cîhanê li hev kom kir. Banga min ji bo hemû rewşenbîrên cîhanê, Rêveberiya Xweser, hikumeta demkî, herwiha aliyên ku nirxên mirovahiyê di ber çavan re derbas dike ew e ku bibin dozdarê rawestandina şer. Dem ne dema şer e, dem dema diyalog û lihevkirinê ye. Divê hemû gelên li Sûriyê di nav welatekî demokras de bibin xwedî maf, bi vî rengî em ê bikaribin bi hev re bijîn.”

‘Ne ji mafê Colanî ye mersûma 13’an derxîne’

Pêşeroj Cewherî tekez kir ku ne ji mafê Colanî ye ku mersûma 13’an derxîne û wiha bi lêv kir: “Wekî em dizanin ku Colanî ne serokekî bi hilbijartinan hatiye ser desthilatdariyê. Di zagonê de jî ne ji mafê wî ye ku mersûmekê derxîne ji ber ku ew serokekî demkî ye. Ev mersûmê 11’an girêdayî çanda Kurdî ye, Ehmed Elşeri dibêje zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye, dibêje zimanekî neteweyekê li Sûriyê û tê pê axaftin. Ev tê wateya ku ji mafê gelê Kurd tenê li mala xwe û kolanê bi Kurdî biaxive, nayê naskirin weke zimanekî perwerdeyî. Li gorî vê mersûmê gelê Kurd tenê dikare dîlana xwe bigerîne, çalakiyên rewşenbîrî li dar bixe û hwd… ev gav di demekê de hat ku gelê Kurd rastî êrişên Colanî dihat. Hikumeta HTŞ’î gelekî kirasê xwe diguherîne, ew hikumeteke teror a guhêrbar e. Mixabin gelek kesayet ji nava gelê Kurd bi rengekî erênî li vê mersûmê dinerin. Başbûna vê mersûmê di kîjan aliyê wê de ye, biryarnameya 13’an weke ku dijmin axê bixe çavê gelê Kurd de da ku nema bibîne. Biryarek wiha ji serokekî demkî nabe cihê baweriyê, ji ber ku Colanî di dema bê de dikare mersûmeke din derxîne û bêje ez mersûma 13’an tune dikim. Di nerîna min de ev mersûm pêkhat da ku vê hevgirtina gelê Kurd a li hemberî kiryarên Colanî ji hev bikeve.”

‘Rewşenbîr heya radeyeke baş tevlî seferberiyê bûne’

Nivîskar Pêşeroj Cewherî tekez kir ku rewşenbîrên Kurd tevlî seferberiyê bûne û wiha bi dawî kir: “Weke tê zanîn Genêrala Mezlûm Ebdî bangewaziya seferberiyê kir, li ser vê bangê jî her kes ji hêla xwe ve tevlî bû, tu cudahî di navbera hêza leşkerî, rewşenbîr, saziyên rewşenbîrî û saziyên ragihandinê de nema tê dîtin. Ji ber ku şer li ser hebûna gelê Kurd e, êdî Kurdan nas kir ku pilanên qirkirinê li ser wan tên meşandin. Gelê Kurd li Rojava, parçeyên din û yên diyasporayê tevlîbûna seferberiyê weke erkekê dîtin û avêtin ser milên xwe. Bi nerîna min rewşenbîr li ser bingeha vê bangê tevlî seferberiyê bûn, heya radeyeke baş xebatek ji hêla rewşenbîrên Rojava, yên parçeyên din û diyasporayê ve hat meşandin. Gelê Kurd nas kir ku hebûna wî di metirsiyê de ye, ji ber vê yekê her rewşenbîrek li gorî rewşê tevgeriya. Rewşenbîrên Kurd çi bi helbestan, çi bi nivîsan, li ser mediyaya dijîtal û çi bi semîneran bangewazî ji bo yekîtiya gelê Kurd kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.