Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşa avê li Qamişlo

01/02/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Rewşa avê li Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Piştî desteserkirina bendava Tişrînê ji aliyê hikumeta demkî a Sûriyê ve, elektirîk bi temamî li ser Kobanê û kantona Cizîrê hat qotkirin. Qutkirina elektirîkê li ser peydakirina avê ji bo welatiyan dibe gef, bi taybet li bajarê Qamişlo ku niha bi deh hezaran koçber lê dimînin.

Ji ber êrişên ku hikumeta Şamê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, di encama van êrişan de Bendava Tişrînê hate destserkirin ji hêla çekdarên girêdayî wê. Bajarê Qamişlo bi awayekî sereke xwedispêre li ser bendava Tişrînê ji bo stasyonên avê di riya enerjiyê de, lê ji ber destserkrina hikumeta demkî li ser bendavê, ku di encama wê de elktrîk hat qutkirin, di heman demê de encamên xeternak yên rojane li hember şêniyan dê derbikeve.

Bajarê Qamişlo di xebitandina stasyonên avê û bîran de astengiyeke berfireh dijî, piştî windakirina çavkaniyên sereke yên enerjiyê dema kontrola hikûmeta demkî ya Şamê ya li ser Bendava Tişrînê, ku xebitandina pompeyan sînordar kir û kapasîteya hilberînê kêm kir di heman demê de rêk û pêkiya dabînkirina avê ji bo şênî û koçberên li taxên cûda yên bajêr re tehdît kir.

Bernameya belavkirina avê

Di bin şert û mercên heyî de, Daîreya Avê ya Qamişlo ji bo belavkirina avê di navbera taxên bajêr de, xwedispêre bernameyek pompkirinê ya rast ve, da ku bandorên aloziyan kêm bike û peydakirina gihaştina avê ji bo hejmareke mezin ji şêniyan mîsoger bike, pompkirin li gorî bernameya asayî tê kirin, pompe rojane di navbera devern rojhilat û rojavayê Qamişlo de, ji saet 2’an pê ve, tê guhertin.

Pompekirin ji sê stasyonên sereke li gorî du çerxên rojane yên sereke dest pê dike. Çerxa yekem ji saet 6’ê êvarê heta 10’ê êvarê dirêj dibe, lê çerxa roja din ji saet 8’ê sibê heta 12’ê nîvro dest pê dike. Armanca vê sîstemê ew e ku tevî çavkaniyên sînorkirî, di belavkirinê de astek dadmendî bi dest bixe.

Bîrên deverên rojhilat

Li gel stasyonên sereke, Daîreya Avê xwedispêre bîrên li devera rojhilatê bajarê Qamişlo, ku niha li ser jeneratorên yedek dixebitin, ji ber sînordarkirinên li ser berdestbûna sotemenî û enerjiyê, ev bîr di rojê de tenê 8 saetan têne xebitandin. Di heman demê de hin bîrên avê li ser enerjiya rojê têne xebitandin, ev niha beşeke giringe ji çareseriyên alternatîf ku daîreya avê hewi ldide ku xwe bispêre wê ji bo kêmkirina zextê li ser toreya giştî.

Stasyonên pompekirinê yên sereke

Li devera rojhilat sê stasyonên sereke ya pompkirina avê hene ku tora giştî dabîn dikin: Stasyona Avê ya Hilêliyê, Stasyona Avê ya Iwêca û Stasyona Avê ya Ceqceq. Wekî din 13 bîr li seranserî devera rojhilat hatine parvekirin ku bi jeneratorên yedek dixebitin, digel çar bîrên ku bi enerjiya rojê dixebitin. Her çend ev çavkanî giring bin jî, ew di şert û mercên normal de, nemaze di aloziya heyî de, ji bo dabînkirina hewcedariyên rastîn ên bajêr têrê nakin.

Xeta Sefan

Xeta Sefan yek ji xetên giring e ku avê dide stasyona avê ya Iwêca û ew beşek giring a sîstema veguhestina ava bajêr pêk tîne. Bi awayekî mezin xwedispêre wê ji bo piştgiriya pompkirinê, nemaze di demên lûtkeyê de. Lêbelê, ji ber kapasîteya xebitandinê ya qels a stasyonên pê ve girêdayî, karîgeriya wê kêm bûye.

Peydakirina avê ya koçberan

Bi zêdebûna pêlên koçberiyê ber bi bajarê Qamişlo ve, aloziyeke din derketiye holê, ew jî dabînkirina ava vexwarinê ji bo koçberan e ku li zêdetirî sed stargehan hatiye belavkirin. Niha, av bi rêya tankerên avê ji van navendan re tê belavkirin, ku ji çavkaniyên avê yên stasyonên avê yên Hilêliyê û Iwêce tên dagirtin.

Ji ber vê yekê odeyeke operasyonên hevbeş hate damezrandin ku ji Daîreya Avê ya Qamişlo, Nivîsgeha Jîngehê, Daîreya Agirkujiyê û hejmarek ji xwebexşên sivîl pêk tê. Ev ode belavkirina avê bi rêya tankeran organîze û hevrêz dike, rojane avê digihîne nêzîkî 50 stargehan, hejmareke ku ji ber hewcdariya rastîn kêmtire bi sedema kêmbûna tankeran û çavkaniyên bedrest.

Daîreya Avê ya Şaredariya Qamişlo hewlên xwe yên mirovî didomîne da ku ava vexwarinê ji koçberan re yên li stargehan peyda bike, bi riya xebitandina tankerên avê bi awayekî rojane. Daîreya Avê xebatên xwe berdewam dike da ku yek ji hewcedariyên herî bingehîn bicîh bînin, bi baweriya ku dabînkirina avê mafek ji bo her mirovî ye û erkek e ku nayê paşguh kirin.

Di heman demê de wekî beşek ji hewldanên xwe yên berdewam ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên koçberan, Şaredariya Qamişlo hejmarek depoyên avê li stargehan belav kirin da ku dabînkirina ava vexwarinê û ava rojane ya domdar û birêkûpêk peyda bike.

Ev gav di çarçoveya plana şaredariyê de ye ji bo xurtkirina binesaziya xizmetguzariyan li stargehan û sivikkirina êşa xelkê koçber, tevî dijwarî û şert û mercên dijwar ên ku herêm pê re rû bi rû ye.

Aloziya elktrîkê ya sereke

Mezintirîn zehmetiya ku Daîreya Avê ya Qamişlo pê re rû bi rû ye, qutbûna elektrîkê ya Bendava Tişrînê ye, ku çavkaniya sereke ya elektrîkê ye ji bo stasyonên avê û bîran e. Piştî ku hikûmeta demkî ya Şamê bendav kontrol kir, dabînkirina elektrîkê bi tevahî rawestiya, ku bû sedema girtina giştî ya stasyonên avê û bîran û rasterast bandor li hilberîna avê kir.

Stasyona Hilêliyê ya sereke

Stasyona avê ya Hilêliyê stasyona sereke û herî giring a bajêr e. Pirsgirêka wê ya sereke ew e ku jeneratorên yedek ên berdest ji bo xebitandina tevahî ya hemî pompe û bîrên stasyonê têrê nakin.

Wekî çareseriyek qismî, çavkaniyek elktrîkê ya alternatîf (elektrîk bêpere) hatiye peyda kirin, lêbelê, ev çavkanî kapasîteya wê sînordar e û tenê %50’ê hewcedariyên enerjiyê yên xebitandinê yên stasyonê vedihewîne, ev tê vê wateyê ku stasyon bi qasî nîvê kapasîteya xwe dixebite. Ev yek rasterast bandorê li mîqdara ava hilberandî û belavkirî dike.

Hilberîna bîran kêm bûye

Li deverên rojhilat, li Qamişlo 13 bîr hene ku berê 24 saetan dixebitîn, lê wan jî çavkaniya xwe ya yedek a elektrîkê winda kirine. Niha, ev bîr bi tenê xwe dispêrin jeneratorên yedek, ku xebata xwe di rewşa herî baş de bi heşt saetan di rojê de sînordar dikin. Ev kêmbûna mezin a demjimêrên xebitandinê bûye sedema kêmbûna avê û aloziya berdewam a bajêr girantir kiriye.

Encam û bandorên giştî

Encama giştî ya van şert û mercan kêmbûneke giran a ava vexwarinê ye, ku rasterast bandorê li şiyana daîreya avê dike ji bo dabînkirina pêdiviyên şêniyên Qamişlo û deverên derdorê. Pêlên koçberiyê yên zêde dibin, di demekê de ku tankerên avê nikarin hemî stargehan bigirin ji ber hejmar û çavkaniyên wan ên sînorkirî.

Di vê derbarê de Daîreya Avê ya bajarê Qamişlo bang li şêniyan kir ku parastina xeckirina avê bikin di riya bikaranîna avê di demên pêwîst de, tekezkirina girtina lûleyên avê, avê bi awayekî ewle û paqij hilînin û di vê dema krîtîk de ji bo armancên nehewce avê bikar neynin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.