Hafiz Ahmet Turhalli
Di hemû pirtukên pîroz de behsa tofana Hz Nûh tê kirin. Tewrat, Încîl û Zebûr dibêjin keştiya Nûh li ser çiyayê Agirî daketiye, lê Qur’ana pîroz dibêje ew li ser çiyayê Cudî sekiniye.
Hemu behsa piroziya xaka Kurdîstanê û bingeha mirovahiyê li ser vê axê dikin.
Dema mirovahî qirêj bûye, di guneh û nebaşiyan de fetisîye, tofan rabûye û li gor hemû pirtûkên pîroz di tofanê de gunehkar û kesên jirêderketî tunne bûne. Dinya carekî din li ser xweşî, rindî û dadweriyê hatiye avakirin.
Ev zêdetirî sed salî ye li ser xaka pîroz û gelê me zilm û zordariyek pêk tê. Ev zilm û hovitî her diçe girantir û zêdetir dibe. Gelê me tê qirkirin, mal û hebûna wî tê desteserkirin, destdirêjiya namûs û şerefa wî tê kirin. Rexmî wê jî, Kurd dibêjin werin em li gor ola Îslamê pirsgirêkên xwe çareser bikin, ew dibêjin na, Îslama me û ya we cûda ye. Raste em ji Îslama Xwedayê dilovan bawer dikin û bi merhemet tevdigerin.
Me got temam em biran e, me xaka xwe, nanê xwe mala xwe bi wan re parve kir û biratiyekî durustî meşand. Ji ber çanda me ya bihevre jiyanê çandekî qedîm û kevne. Îslama me de exlaq û hevkariya başîyê heye, ya wan de pere û desthelat heye. Di ola wan de kuştin, talan û zilm heye. Ma ne ew bûn nevîyê Pêxember li kerbelayê bi tevê dergûşên wî dorpêç kirin, bê nan û bê av hîştin û piştre kuştin. Serê wan jêkirin bajar bi bajar gerandin.
Hişmendiya vanan zilm û zor e, li ba wan tu qedrê ol, raman û mezheban nîne. Ji ber wê ji Mizgeftên xwe bi navê ol suretul Enfal û surta Fethê dixwînin. Fetwa kuştina me didin, malê me û namaûsa me li xwe helal dikin. Dewleta Tirk û ev çêteyên hanê xwedan heman hişmendiyê ne.
Elewî kuştin, Durzî kuştin, neha dora Kurdan e. Kuştin, zilm, talan û guneh li vê erdnîgariyê bicîh kirin. Kurdan xwestin vê erdnîgariyê paqij bikin, biratî û dadmendiyê bicîh bikin, mixabin bi îxaneta, Emerîka, Rûsya, Awrupa û fîtnekarîya Tirkan û hevkariya Qeter û Suudî felaket li ser serê me çêkirin.
Tiştê li serê gele me anîn, li serê Hz Nûh nehatiye.
Ji Nuhre weha gotin. ”Ger tu rastgoyî ka bêje bira tofan rabe”. (Hud 32)
Tofanê dest pê kir avê ji erd û asîmanê xwe berda. Nûh siwarê keştiyê bû kesên xwedan raman û baweriya paqij pere xilas bûn.
Keştî bi rojan li ser avê sekinî, heta erd ji xirab û gunehkaran paqij bû.
Neha tofana Kurdan rabûye, dewleta Tirk û hevalbendên wê xirabî û wehşeta li welatê me pêk tînin, dibin sedem ku tofan rabe. Kurd weke tofanê li hemû cîhanê pêl didin, gunehkar û qatilan ditirsînin, ev pêl her wê li Kurdîstanê bidin û dê Kurdistanê ji guneh û zilmê paqij bikin. Mirov dibîne ji erd û asîmanan Kurd dibarin. Ger ev Baran bê navberber berdewam be, dê derguşa mirovahî Kurdîstanê, ji dagirkeriyê paqij bike.
Jibo başî, edalet, wekhevî û baweriyên rast werin jînkirin, pêdivî bi tofana heye. Mirovahî gellekî xirab buye. Keştiya hz Nuh wê carekî din li Kurdîstanê dakeve û wê mirovahî ji xirabiyan were şuştin.






