Solîn Mihemed/ Qamişlo
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê Gulîstan Ismayîl diyar kir ku pêwîst bû niha werzê duyemîn yê perwerdeyê hatiba destpêkirin û got, “Ji ber êriş û koçberiya heyî em nikarin niha werzê duyemîn yê perwerdeyê dest pê bikin.”
Pêwîst bû ku niha li dibistanên kantona Cizîrê werzê duyemîn yê perwerdeyê hatiba destpêkirin, lê ji ber êrişên li ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bicihbûna koçberan di dibistanan de, perwerde hatiye rawestandin.
Di derbarê mijarê de Hevseroka Desteya Perwerdê ya kantona Cizîrê Gulîstan Ismayîl ji Rojnameya me re axivî.
‘Gerek niha werzê duyemîn yê dibistanan hatiba destpêkirin’

Gulîstan diyar kir ku gerek werzê duyemîn yê dibistanan hatiba destpêkirin, lê ji ber rewşa şer û pevçûnên ku li heremê têne jiyan kirin û koçberiya ku rûdayî nehat destpêkirin û wiha got: “Li gor biriyara werzê duyemîn yê xwendinê gerek xwendekar, mamoste û herwiha xebatkarên girêdayî dibistanan derbasî dibistanan bûbane. Lê ji ber koçberên ku di encama şerde ji cih û warên xwe bi darê zorê derketine li dibistanan hatine bi cih kirin û heyanî ku rewş aram bibe ancex werzê xwendinê were destpêkirin. Ji ber rewşa şer û koçberiya ku rûdayî Desteya Perwerdeyê hemû dibistanên xwe yên li kantona Cizîrê ji Dêrikê heya Hesekê kirin penageh ji bo xelkên me yên Koçber. Herwiha me ev koçber xistin dibistanan, ji ber ku tû cihên din tunebûn ku tê de werin bicih kirin, ji ber wê yekê em mecbûr bûn ku wan derbasî dibistanan bikin.”
Destpêkirina werzê xwendinê girêdayî şer û pevçûnên ku li ser heremê têne kirin e
Gulîstan Ismayîl anî ziman ku ji ber bicihbûna koçberan di dibistanan de ew nikarin dest bi werzê duyemîn yê xwendinê bikin û wiha berdewam kir: “Ji ber van êriş, gefên li ser heremê û koçberiyên ku çêdibin em nikarin perwerdeyên dibistanan dest pê bikin. Di heman demê de jî niha li tevahî dibistanên bajaran koçber tê de bicihbûne, ev jî astengiyeke li pêşiya destpêkirina werzê xwendinê. Lê ji bo parastina zarokan di rewşa şer û pevçûnên ku li heremê têne jiyan kirin, ev jî dibe sedem ku malbat naxwazin ku zarokên wan di vê demê de ji malê derkevin û biçin dibistanê.
‘Êriş rê nade ku xwendekar perwerdeya xwe bibînin’
Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan li ser perwerdeya dibistanan û wiha got: “Gerek niha xwendekar berê xwe dabane dibistanan, lê belê ev êriş rê nedan ku ev xwendekar perwerdeya xwe bibînin û herwiha rê neda ku ev zarok bi rihetî pirtûkên xwe rakin û berê xwe bidine dibistanan. Em hemû dizanin ku dibistan cihê perwerdeyê ne, û zarokek dixwazin bi rengekî kêfxweş û şad berê xwe bidin dibistanên xwe, lê ji bona ku ev yek pêkwere, pêwîste ku bi pîskilojiyeke rihet perwerdeya xwe bibînin. Lê niha em dibînin ku gelek zarok di nava koçberiyê de ne û di rewşeke zehmet de jiyan dikin, ev jî bandoreke gelekî mezine li ser jiyana zarokan dike. Herwiha li kobanê jî gelek zarokên me di nav dorpêçeke zehmet de jiyan dikin ev jî şermeke mezine ji bo giştî mirovahiyê. Di heman demê de ev êrişên psîkolojîk, fîzîkî û herwiha yên civakî bi tayîbet yên li ser zarokan tê kirin. Gerek herkes li hemberî êrişên ku li ser zarokan têne meşandin bêdeng nemîne û rê li ber van êrişan were girtin.”
‘Zarok di nava metisiyekê de jiyan dikin’
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê Gulîstan Ismayîl da xuyakirin ku zarok di nava metisiyekê de jiyan dikin û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Em dibînin ku îro zarok di nava metirsî û xeteriyeke mezin de jiyan dikin, pêwîste ku zarok bi zarokatiya xwe û bi hîsê zaroktiyê jiyan bike, lê ev êriş rê nadin ku zarokek bi rengekî xwezayî jiyan bikin. Em hemû berpirsên qadên perwerdeyê, ji bo jiyana van zarokan em wek sûcekî mezin yê şer dibînin û herwiha em vê yekê li dijî pîvanên mirovî û qanûnî yên mafê zarokan dibînin. Ji bo van êrişên li ser zarokan bengewaziya me ji hemû destgeh, sazî û herwiha çi rêxistinên mafê mirovan û zarokan kar dikin gerek ev hemû rêxistin bêdeng nemînin, helwestên xwe diyar bikin û rê li ber van êriş û komkujiyan bigirin.”






