Stêrk Mihemed/Qamişlo
Koçberên Efrînê ku sê car in koçbder dibin û niha li dibistanên bajarê Qamişlo bi cih bûne diyar kirin ew gelek zehmetiyan di jiyana li dibistanan dibînin û pêwîstiya wan gelek pêdiviyên jiyanî heye.
Piştî berxwedaniya 58 rojan ya gelê Efrînê ku bi berxwedaniya Serdemê hate binavkirin, di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn bi planeke navnetewî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî hate dagirkirin. Gel bi dare zorê koçber bûn û berê xwe dan herêma Şehabyê û li wir 7 salan jiyana xwe bi hêviya vegerê derbas kirin, lê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk û dorpêçê dîsa di 1’ê kanûna 2024’an de careke din koçberî bû para gelê Efrînê û vê carê berê xwe dan Tebqa û Reqayê.
Di 6’ê çile hikumeta demikî êrişên hovan e li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da destpêkirin. Çeteyan bi awayekî dijwar êrişî sivîlan dikirin, lê sekina berxwedaniyê û dîlana azadiyê ji dijmin re dibû bersiv. Gel û şervana bi giyanekî fedayî parastina taxên xwe yên Kurdî dikirin. Çeteyan bi alîkariya dewlewta Tirk a dagirker êriş pêk tanîn û çekên pêşketî bikar dianîn. Êriş dijwar bû, birîndar û Şehîd zêde bûn ji ber vê yekê bi lihevkirinekê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û hikumeta demkî de, gel û şervan ji herdû taxan derketin û berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser li Tebqa û Reqayê.
Di 17’ê Çile de êrişeke hovane ji aliyê hikumeta demkî ve bi ser Tebqa û Reqa de hat kirin, ji ber êrişên dijwar çareke din gelê Efrînê neçar ma ku koçberî herêma Cizîrê bibin. Niha jî koçberên Efrînê ku berê xwe dane kantona Cizîrê di dibistan û mizgeftan de bi cih bûne. Rewşa wan a jiyanî gelek zehmete û gelek pêdiviyên jiyanî ji gel re pêwîstin.
Di vê çarçoveyê de koçberên Efrînê Reşîd mihemed û Fatma Ismaîl ji Rojnameya me re axivîn.
‘Xwedî li koçberan derbikevin’

Koçberê Efrînê yê bi navê Reşîd Mihemed behsa serpêhatiyên koçberiyê kir û wiha anî ziman: “Piştî em ji Efrînê bi dare zorê koçber bûn me berê xwe da Şehbayê û jiyana xwe li wê derê berdewam kir, lê mixabin careke din ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk li ser Şehbayê dîsa em koçber bûn û me berê xwe da Reqayê, ev saleke em li Reqayê dîmînin tevî hemû zor û zehmetiyan me jiyana xwe berdewam dikir. Lê careke din ji ber êrişên hovan e yên hikumeta demkî li ser Reqayê em koçber bûn û me berê xwe herêmên Cizîrê û di dibistana Şerîf Alredî a li bajarê Qamişlo bi cih bûn.
Me gelek zor û zehmetî dîtin heya ku em gihaştin vê derê. Em niha di dibistanan de bi cih bûne û ji ber rewşa sermayê û zivistnê jiyana li dibistana zehmete, derfet û pêdiviyên me kêm in. Zarokeke min astengdar heye, tenduristiya wî ne ewqas başe pêdivî û dermanên taybet jê re pêwîstin. Di vê milî de em gelek zehmetî û astengiyan dibînin, ji bo vê yekê jî banga me ji hemû rêxistinên mirovî re ku xwedî li koçberan derbikevin û bi me re alîkar bin.”
‘Hemû pêdiviyên jiyanê ji me re pêwîstin’

Koçbera bi navê Fatma Ismaîl jî behsa rêwîtiya xwe di nava koçberiyê de kir û wiha got: “Em koçberin ji bajarê Efrînê ne, ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî em bi dare zorê ji warê xwe koçber bûn û me berê xwe da herêma Şehba. Me 7 sal ji jiyana xwe li Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê derbas kir û her roj em li benda mizgîniya vegera Efrînê bûn. Careke din dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî me kirin û em ji Şehbayê jî koçber kirin. Me gelek êş û zehmetî dît, piştî ku em ji Şehba koçber bûn me berê xwe da Reqa û lê wê derê em di dibistanan de bi cih bûn. Jiyana li dibistana gelek zehmete û bi taybet ji kesên bi temen mezin re.
Niha jî em dîsa ji Reqa koçber bûn me berê xwe da Qamişlo em di dibistana de jiyan dikin, pêwistiya me bi gelek tiştan heye. Ez jinek bi temen mezin im, gelek nexweşî bi min re hene. Ji bo vê jî cûreyên derman ji min re pêwîstin û xizmetî jî pêwîste lê derfetên me kêm in. Ez bang li hemû kesan dikin ku li kêleka koçberan biseknin.”






