Reşo Mihemed
Di demeke ku xîtaba nefret û handana mezhebî zêde dibe de ku bûye sîwanek ji êrişên qirkirinê yên sîstematîk ên li dijî pêkhateyên Sûriyê, Kanala Alcezîra a Qetrerî û Kanalên Alarabiye û Alhedes yên Siudî, hem jî saziyên fermî û kesayetên bi ser hikûmeta HTŞ’ê fîtnê û derewan belav dikin û rasterast teşwîqî şer û komkujiyan dikin, herwiha hişmendiya giştî dixapînin û bi zanebûn tevna pirrengî ya Sûriyê derb dikin.Ev sazî hevkarên berovajîkirina bûyeran in, di serî de jî êrişên ku îro li dijî Rojava tên kirin, piştî ku dest ji pîvanên pîşeyî yên rojnamevaniyê berdan, peymanên sincên rojnamegeriyê bin pê kirine û ji ecîndeyên siyasî re bûn alavên fîtne û kîndariyê. Li şûna ku bi yekaîlî bûyeran binere, bişopîne û derxîne ji raya giştî re, ew xîtaba nefret û sorkirinê ranawestînin. Ew dûrî rastiyê nebêalîbûnê nakin bingeha xebata rojnamegeriyê. Ev yek kete rojevê dema ku rêjîma Baas çû û li şûna wê hikumeta HTŞ’ê cihê xwe di desthilatdariyê de git. Wekî tê zanîn ev her sê kenal bi taybet ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi gelemperî di serdema hukimê Baas de li gorî siyaseteke taybet dimeşiyan, ew jî dijbertiya rêjîma Baas bû, aliyên din wekî Rêveberiya Xweser û QSD’ê hem jî rastiya Şoreşa Rojava dernedixist. Devera ku şoreşa rasteqîner hebû, ev kenal çavên xwe jê digirtin. Carcaran wijdanên kenala Cezîre, Erebiye û Erebiye Elhedes diliviya û rastiya gelên Sûriyê di nav re jî gelê Kurd derdixiste pêş, ev yek jî piştî zexta mezin a ji hêla gelên Sûriyê û dezgehên ragihandinê yên xwecihî. Ev dezgehên dibêjin li ku derê bûyer hebe em li wir in û dibin dengê veguhestina rastiyê. Lê ev yek berovajî û nerast derket, xebata ku li ser rûyê erdê dûrî siloganên van kenalan eşkere bû, eşkere bû ku ew li gorî berjewendiyên taybet yên hin aliyan tevdigerin. Di serdema rêjîmê de ew dijberên wê rêjîmê bûn, di serdema hikumeta HTŞ’ê de va ye, hevalbendên wê ne, mirov dibêje belkî kenalên taybet bi HTŞ’ê ve girêdayî ne. Ev yek tekez bû dema ku êriş li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û paşê Rojavayê Kurdistanê çêbûn. Di vî şerê berdewam de, van her sê dezgehên çapemeniyê li şûna ku kiryarên HTŞ û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, herwiha binpêkirina agirbestê ya ku bi destê çeteyan ji raya giştî re ragihînin, lê belê çavên xwe jê digirtin, di heman demê de serkeftinên HTŞ’ê didan pêş. Berê kamîreyên Cezîrê, Hedes û Elerebiye li serkeftinên HTŞ’ê yên li ser hisabên xwîna gelê Kurd bûn, ne li ser penaberan bûn, ne li ser komkujiyan bûn, ne li ser heqîqetê bûn. Ji ber vê siyaseta ku her sê kenalan li ser dimeşin, Mixmediya ya Başûrê Kurdistanê rê li ber weşana rojnamegeriyê ya van kenalan û hin kenal û ajansên din ên ku piştgiriya hikumeta HTŞ’ê dikin, girt. Di heman demê de kampanya Arast jî weşana van kenalan qedexe kir. Herwiha Yekîtiya Ragihandina Azad jî bi daxwiyaniyeke nivîskî yekalîbûna van kenalan a dûrî rastiyê, da, ev yek weke hişiyariyekê bû ji xebata wan a rojnamegerî ya dûrî wijdan û perensîbên çapemeniyê. Lê ya herî guncav ew ku aliyên têkildar û pispor ên herêmî û navneteweyî, saziyên maf û yasayî bi berpirsiyariya xwe rabin û van kanalan ên sûcên tûjkirin û xîtaba nefertê belge bikin. Divê komîteyeke serbixwe ji Rojnamevanên Sînornenas were avakirin û ev komîte xebata rojnamegiya van her sê kenalan bişopîne û encama xebata wan ji dezgehên çapemenî, mafên mirovan û civaka navdewletî ve bi par ve bike.






