Hemza Sêvo/ Qamişlo
Sekretêrê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê li Sûriyê, Ciwan Siko diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê di rewşeke zehmet û hestyar de ye û got, “Em berxwedana şervanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi rûmetdarî silav dikin û careke din piştgirîya xwe ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk(QSD) re tekez dikin. Herwiha yekrêziya gelê Kurd stûna misogerkirina projeya niştîmaniya Kurdî ye.”
Piştî êrîş, komkujî û binpêkirinên li dijî gelê Kurd li Sûriyê û xiyaneta ku li hundir û ser asta navndewletî rû bi rû man, yekîtiya Kurdan bûye bingeha berxwedanê û bidestxistina armanc û daxwazên gelê Kurd. Gelê Kurd bi dehên salan e ji bêedaletî û zordestiyê êş kişandiye. Îro jî di bin desthilatdariya demkî û çeteyên wê de êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd bi hewldana şikandina îradeya wan û tunekirina wan berdewam dikin. Derbarê rewşa heyî ya êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd tên meşandin û hevrêziya Krudî sekretêrê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê li Sûriyê, Ciwan Siko ji rojnameya me re axivî.
‘Rojava di rewşek hestyar de ye’

Ciwan Siko da zanîn ku Rojavayê Kurdistanê di rewşeke zehmet û hestyar de ye û wiha got: “Berxwedan û dilsoziya ku li Rojava Kurdistanê tê domandin hişt ku kevirê bingehîn ji bo yekîtiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê were bicihkirin. Berxwedanî bû sedemeke rasterast ji bo xurtkirina rihê yekîtiya neteweyî û xurtkirina hestê Kurdperwerî di warê nivîsîna çarenûsa gelê Kurd bi awayekî hevpar, tevî hebûna sînoran, hem jî erdnîgarî û cudahiyên siyasî. Ev berxwedanî ne li dijî tu gel û civakê bû, lê ji bo parastina hebûn û rûmetê herwiha parastina destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdên gelê Kurd ên li Rojava hatine bidestxistin, ew şehîdên ku ji bo azadî, aştî û jiyana hevbeş canê xwe feda kirin. Rojava îro di rewşeke hestyar de ye, pêwîstiya me bi hişmendiyeke durist, rêxistin, piştgiriya siyasî û civakî heye da ku serkeftinên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin, biparêzin û mafên gelê Kurd li Rojava misoger bikin. Em hewcedarî têkoşîneke aştiyane ya rewa ne, di vê ev berxwedanî jî li gorî regezên mirovahiyê be. Di heman demê de em xwedî rêzgirtin bin ji mafê her kesî û perensîbên jiyana hevbeş bin.”
‘Yekrêzî bingeha misogerkirina projeya niştîmaniya Kurdî ye’
Siko tekez kir ku yekrêziya gelê Kurd stûna misogerkirina projeya niştîmaniya Kurdî ye û wiha domand: “Wekî tê zanîn li ser Rojavayê Kurdistanê êriş tên kirin, bersiva van êrîşan wê bi rêya yekrêzî, hevgirtin, pabendîbûna bi riya aştiyê û redkirina axaftinên nefret û provakasyonê ye. Ji ber ku parastina sivîlan berpirsyariya hemû aliyan e. Yekgirtina hemû aliyên Kurdî rê li ber avakirina hevgirtina siyasî yên domdar vedike, mafên Kurdan bi rengekî mayînde misoger dike. Di heman demê de piştgiriyê dide diyaloga di navbera wan û pêkhateyên din ên Sûriyê de ji bo bidestxistina çareseriyan ji bo tevahiya gelên Sûriyê. Yekbûna Kurdan êdî ne vebijêrkeke siyasî ye yan dirûşmeyeke demkî ye, lê pêdiviyeke niştimanî ya girîng e, ji ber gelek astengî li hemberî gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê derdikevin. Yekîtiya Kurdan îro ji bo parastina mafên Kurdan, xurtkirina berxwedanê û rûbirûmayîna li ber metirsiyên ku hebûn û nasnameya gelê Kurd armanc digire, ewlehiyeke û misogeriyeke. Divê ev yekîtî li ser bingehên diyaloga demokratîk, rêzgirtina dualîtî û naskirina cihêrengiya siyasî û rewşenbîrî, dûrî zimanê tawanbarkirin, îxanet, provakasyon û axaftinên nefretê were avakirin. Di heman demê de em piştrast dikin ku hevgirtina di navbera gelê Kurd de bingeha her projeyeke neteweyî ya serkeftî û mayînde.”
‘Em li pişta hêza xwe ne’
Sekretêrê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê li Sûriyê, Ciwan Siko diyar kir ku ew ê li pişta QSD’ê bin û wiha bi dawî kir “Armanca sereke parastina mirovan û bidestxistina aştiyê ye. Êrîşên ku li dijî Rojavayê Kurdistanê tên kirin, rasterast gefê li ser ewlehiya sivîlan çêdikin, rewşa mirovî xirabtir dikin û nearamiya li herêmê zêde dikin. Em van êrîşan şermezar dikin û armancgirtina kesên bêguneh û binesaziya herêmê di bin çi hincetê de be, red qebûl nakin. Em xwedî wê baweriyê ne ku çareseriya rasteqîn ne bi tundûtûjiyê ye, lê bi hewldanên siyasî û diplomatîk û xurtkirina yekîtiya cebheya hundirîn in. Em piştgirîya xwe ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk(QSD) re tekez dikin, hêzên me berpirsyariyeke mezin di parastina ewlehî û aramiya herêmê de diavêjin ser milên xwe, hem jî parastina gelên me di vê qonaxa dijwar de dibînin erkeka xwe. Em vê fedakariya QSD’ê bi rûmetdarî bi nav dikin, di heman demê de em bi berdewamî tekez dikin ku bikaranîna hêzê divê bi xebata siyasî ya aqlane re be.”






