Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîktatorî aramî û demokrasiyê bi xwe re nayîne

01/02/2026
in ROJEV
A A
Dîktatorî aramî û demokrasiyê bi xwe re nayîne
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Rojnamevan E.Pêjder Altan diyar kir ku di Rojhilata Navîn de dewleta Tirk ji bo destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake pêşengiya siyaseta qirkirinê dike, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê vê yekê pir eşkere dide meşandin. Di sala 2014’an de dewleta Tirk ji bo şoreşa Rojava bifetisîne li ber çavê hemû cîhanê li dijî gelê Kurd piştgiriya DAIŞ’ê kir. Gelê Kurd li hember çeteyên DAIŞ’ê bi ser ket û pergala xwe ya demokratîk ava kir.   

Derbarê geşedanên li Sûriyê û plana hêzên navneteweyî û heremî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku heta niha didomin, Rojnamevan E.Pêjder Altan, bersiva pirsên Rojnameya me da û  hevpeyvîn wiha ye:

-Hûn êrîşên HTŞ’ê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin û li pişt van êrîşan kîjan hêz heye?

Raya giştî ya cîhanê şahidiyê ji êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk a di 6 Çileyê de ku li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê dan destpêkirin û hêj jî berdewam dike. Zêdetirî 42 hezar çete yên ku bi taybetî kordîneya wê ji aliyê serçeteyên DAIŞ’ê ve dihat kirin (Hikûmeta Demkî ya Şamê û dewleta Tirk) bi sedan tang, top, çekên giran, dron û SÎHA’yên aîdê dewleta Tirk bûn êrîş kirin. Li hemberî van bi giştî zêdetirî 300 şervan û gelê taxê bi vîneke mezin û bi awayekê fedayî şer kirin. Piştî vê êrîşê ev komên çete ranewestiyan û êrîşên xwe yên li ser Rojhilatê Firatê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin da ku gelê Kurd ji holê rakin. Di vê çarçoveyê de ji Tişrîn, Dêr Hafir, Meskene û Dêrazorê êrîş dest pê kirin û van êrîşan li ser erdnîgariyeke fireh belav kirin; bi taybetî li ser gelê Kurd û gelên cuda yên etnîk û olî yên li herêmê jî komkujî pêk anîn. Di çarçoveya van êrîşan de, hucreyên razayî û çalak ên DAIŞ’ê jî bi awayekî çalak di van êrîşên komkujiyê de cihê xwe girtin; êrîş li ser Girtîgeha El Eqtan a Reqayê û Girtîgeha Şedadê ya DAIŞ’ê hatin kirin. Bi taybetî li Şedadê, 200 metre dûrî DAIŞ’ê, di bin navê “Hêzên Kiwalisyonê yên li dijî DAIŞ’ê” de hêzên kiwalisyonê çavên xwe girtin û çeteyên DAIŞ’ê serbest hatin berdan. Bêdengiya van hêzên koalisyonê yên navneteweyî yên li dijî DAIŞ’ê, kûrahiya plan û konseptê ya li pişt perdeyê jî nîşan dide.

Di çarçoveyeke plankirî de li herêmê konsepta şerê nû hate afirandin. Ev konsept li ser du xetan tê meşandin: Qonaxa yekem pevçûna Kurd-Ereb û piştre pevçûna Sunnî-Şîe ye, da ku were nîşandan ku hevsengiyên herêmî diguherin. Mîna ku peymana nû ya Sykes-Picot li herêmê were sepandin. Gava yekem a vê peymanê di Hezîrana 2014’an de li paytexta Urdunê Ammanê, bi beşdariya Amerîka, Brîtanya, Tirkiye, Îsraîl, Fransa, di heremê de jî DAIŞ’ê di bin navên cûr bi cûr de hate avêtin. Di destpêka meha Çile ya 2026’an de jî li Parîsê bi “Peymana Parîsê” ev plan hate xêzkirin. Di vê çarçoveyê de li herêmê hêzên nû yên Sunnî-Selefî yên bi Peymana Îbrahîmî re ku bi Îsraîlê re îmze kirine têne afirandin.

-Li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê carekedin çeteyên DAIŞ’ê zindî bûye, gelo xeteriya wê li ser heremê çiqas heye?

Qonaxa yekem a vê planê ew e ku Hikûmeta Demkî ya Şamê ya ku DAIŞ jî tê de ye, di qonaxa yekem de were xurtkirin û motîve kirin. Ev jî li ser êrîşên komkujiyê yên li ser Kurd, Elewî û Dûrziyan tê kirin. Bi vî awayî çeteyên cîhadîst ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê, yên komkuj û cîhadîst bigihîjin sînorê Iraqê û pevçûna etnîkî bi pevçûna mezhebî bidomînin. Di vê çarçoveyê de bi pêlên êrîşên li ser Iraqê re, êrîş li ser milîsên Heşd Şabî yên di bin bandora Îranê de bên kirin. Bi vî awayî cîhanê dîsa wê dîmenên 2014’an bibîne û gelek çalakiyên DAIŞ’ê yên ku hemû cîhanê biêşînin, wê bibe zemîn. Di vê çarçoveyê de bi mudaxeleya Îranê re, dixwazin Îranê bixin hedefê xwe de, yan jî em ê şahidê pevçûnên mezintir û êrîşên ku li hemû herêmê belavbibin bibînin. Piştî ku Îranê lawaz bikin, parçe bikin an jî hilweşînin, planên sereke yên ku Tirkiye û welatên Kendavê jî tê de bin, bi aborî, leşkerî, erdnîgarî, veguhastin û bandora bazarê re bê bandor bikin, parçe bikin û bê bandor bikin. Ji ber vê yekê hêzên ku îro komkujiyên li ser gelê Kurd wekî serkeftineke mezin dibînin, nizanin ku ew ê ji genimê xwe yê malê jî bibin xwedî. Di vê planê de hêzên ku niha tiliya xwe tê de hene, paşeroja welat û gelên xwe jî tarî dikin. Ji ber vê yekê ev hêzên ku ufqa wan tune ye, bi çalakiyên rojane xwe wekî aktorên çalak ên herêmî û cîhanî dibînin. Lê her pêşkeftineke li herêmê nîşana metirsiya ku nêzîkê wan dibe ye.

-Geşedanên ku di salên dawî de qewimîne û plana ku hûn qala wê dikin dinêrin, gelo hêzên hegemon di hêla sîstemê de xitimandinekê dijîn, ger wilo be ji bo derbaskirina vê xitmandinê hewil didin gav an jî guhertineke çawa bikin?

Îro dewletên statukoparêz, qirker û faşîst yek bi yek hildiweşin û hinek jî hatine ber hilweşandinê. Mixabin dema dewletên faşîst hildiweşin li şûna wan otomatîkî “dewletên demokratîk” ava nabin. Mînakên rejîm û dewletên hilweşiyayî li ber çavê me ne. 1979’an de rejîma Şah li Îranê hilweşiya, di bin navê “şoreşa Îslamî”de rejîmekî xirabtir bû desthilat. Niha ew jî li ber hilweşandinê ye. Li Iraqê rejîma Baas hiweşiya lê belê li şûna wê dewleteke demokratîk ava nebû. Vaye rejîma baas a Suriyeyê hilweşiya, li şûna wê jî dewleteke demokratîk ava nabe. Di xwezaya desthilatdariyên netewdewletperest de faşîzm û dîktatorî heye. Ji ber vê yekê hilweşandina dewletan bi serê xwe azadî, demokrasî û aşitiyê bixwe re nayne, berovajî wê desthilatdariyên dehqat zêde tûnd bixwe re tîne.

Rejîma Baas ya faşîst hilweşiya, lê li şûna wê bi alîkariya hêzên navdewletî û Tirkiyeyê cîhadîstên tundrew yên faşîst li Şamê desthilatdariya xwe îlan kirin. Tiştên ku desthilatdariya HTŞ’ê li Şamê dixwaze pêşbixe ji kiryarên rejîma Baasê pir cûdatir nîne. Ew jî dixwazin wek Baasê îradeya gelê Kurd tune bihesibînin, dewletekî faşîst û dîktator ava bikin.

Pêve girêdayî, ji bo jiholêrakirina Îranê ku wek e asteng li pêşiya projeya rêya IMEC’ê ku dê hegemonya Îsraîlê ava bike û Peymana Birahîm ku dê Ereban bi tevahî bindest bike, gotin di cih de be mirovahî hate qetilkirin. Bi vê yekê ku HTŞ’ê ji vê rewşê hêz girt, pêşî Esed ji desthilatdariyê daxist, dû re jî li dijî Durzî, Elewî û Xiristiyanan komkujî pêk anîn. Di vê navberê de, ji bo gelê heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dîtin ku wê bi heman rêbazî nikaribin têk bibin, peymana 10’ê Adarê bi neçarî hatin ser masê. Lê belê, ew nekarîn daxwazên dewletên herêmî yên ku hebûna xwe deyndarê wan bûn red bikin. Bi taybetî Tirkiyeyê statuya Kurdan wekî gef didît û daxwaz dikir ku ew bi mafên herî kêm werin parastin. HTŞ’ê ku diviyabû li Parîsê bi QSD’ê re bicive, li şûna wê bi Îsraîlê re rûniştibû, Tirkiye û DYA wekî çavdêr tevdigeriyan. Her çend encam nehatin eşkerekirin jî, li ser erdê eşkere bû ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berdêla qebûlkirina hegemonya Îsraîlê de hatin paşguhkirin.

-Di nava gengeşeya heyî de rola Tirkiyê çi ye?

Di Rojhilata Navîn de dewleta Tirkiyê ji bo destkeftiyên gelê kurd ji holê rake pêşengiya siyaseta qirkirinê dike, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ev yek pir eşkere tê meşandin. Di sala 2014’an de Dewleta Tirk ji bo şoreşa Rojava bifetîsîne li ber çavê hemû cîhanê li dijî gelê Kurd piştgiriya DAIŞ’ê kir. Gelê Rojava bi piştgiriya çar parçeyên Kurdistanê, hêzên demokratîk û azadîxwaz li hember çeteyên DAIŞ’ê bi ser ket û pergala xwe ya demokratîk ava kir. Di nav qeyran û kaosa Rojhilata Navîn de pergala li Rojava hat avakirin bû mînakeke bihevre jiyankirina demokratîk a gelan. Rojhilata Navîn a ku di nav Netew-dewletên hişk û statukoparêz de hatibû fetisandin bi şoreşa Rojava re derfeta jiyana demokratîk peyda kir. Modêla pergala Rojava dikarîbû ji bo hemû dewletên rojhilata Navîn bibûya mînak. Rojava nîşanê hemû cîhanê da ku gel û baweriyên cûda dikarin bi hişmendiya Netewa demokratîk bihevre jiyan bikin.

Dewleta ku herî zêde ji destkeftiyên Rojava acize û dixwaze wê ji holê rake dewleta qirker û faşîst a Tirkiyê ye. Hikumeta AKP-MHP û kadroyên wan yên qaşo wezîrin bi ruhê sê paşayên Îtîhad-Terakî tevdigerin. Destpêka şerê cîhanê yê yekemîn de Enwer, Talat û Cemal paşa bi ruhê nijatperestiya Tirkîtiyê xwestin hemû gelên heremê qir bikin. Bi sedhezaran Kurd, Ereb û Ermenî hatin kuştin û ji welatê xwe hatin dûrxistin. Niha kadroyên hikumeta dewleta Tirkiyê bi heman siyaset û ruhî tevdigerin û dixwazin gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin. Erdogan, Hakan fîdan, Yaşar Guler wek sê paşayên bûn sebeba hilweşîna dewleta Osmaniyan, bi dijmantiya gelê kurd tevdigerin û ev dijminatiya hovane dê bibe sebeb ku dewleta Tirkiyê jî hilweşe. Hiş, mejî û çavên van faşîstan ji dijminatiya kurdan pêve tiştekî din nabîne. Sûcên ku ev kesana li dijî gelê Kurd dikin bi faşîzmekî korane dikare were bi navkirin. Ji bo van kesan pênaseya faşîst dibe ku kêm bimîne, lê di wateya sîyasî de bê axlaqiya herî jêr de ne.

Herî dawî li Helebê, li du taxên ku gelê Kurd di navde niştecîhin û jiyan dikin, di pêşengtiya van kesan de êrîşa qirkirina komî dan destpêkirin.

Li dijî gelê Kurd bi kê re hevaltî kirin? Bi çeteyên DAIŞ û bermayiyên wî yên El Kaîde û HTŞ’ê re! Çeteyên bi kê li hev anîn, û bi dewleta İsraîl, Emerîka û Ewrûpa re dewleta Tirk ji bo gelê Kurd ji holê rake çi ji destê wê hat kir û dike.

-rûxmê ku çend carin agirbest di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de çêdibe lê hêzên HTŞ’ê agirbestê binpê dikin. Niha jî li ser 15 rojan agirbest hatiye ragihand, hûn vê çawa dinirxînin?

Agirbesta li Sûriyeyê êdî aştî nîne; ew amûrek e ji bo endezyariyê ku têkiliyên hêzê li ser erdê ji nû ve rêz dike. Ev agirbest ji bo Amerîka ji bo serweriya xwe zêde winda neke, ji bo HTŞ’ê jî, karibe ew nakokî û tevlîheviya hûndirîn komî ser hev bike, ji bo dewleta Tirk û hikumeta Demkî ya Şamê jî çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de çeteyên xwe di çeperên pêş de bi cih bike û birêxistin bike ye.

Herwiha dema agirbest hate aşkerekirin jî, di bin de HTŞ ji hêzên xwe yên taybet ên ku ne fermî re jî bi taybet çeteyên DAIŞ’ê re hatiye gotin ku ne bi awayek fermî hûn dikarin êrîşê xwe yên lokal berdewam bikin. Êrîşên li aliyê gundewarê Çilaxa û Kobanê tên kirin nîşaneya vê ye. Her wiha pê re jî çeteyên ku ji mêj ve ji aliyê dewleta Tirk ve di bin navê eşîretan hatibûn amadekirin, aloziyan derbixin û gelê Ereb li dijî hêzên QSD’ê bidin rakirin.

-Nirxandin hene ku dibêjin armanca êrişan ne tenê deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê ye, di heman demê de armanc Başurê Kurdistanê û Iraq bi giştî ye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Her çiqas berê şer û êrişên HTŞ yên li ser Rojava piştî agirbestê dê bi kûve biçe tê nîqaşkirin jî,  hêdî hêdî ber bi armanca sereke ve diçe: Ango qada şer a Iraqê. Di vê qadê de destpêkê armanc Haşdî Şabî ye, hêzên wekîl ên li ser erdê bide şerkirin jî DAIŞ û HTŞ ye. Her çend hêzên desthilatdar vê planê gav bi gav pêş dixin jî, hêzên Heşdî Şebî, piştgiriya Îranê û dabînkirina veşartî ya alavên teknîkî ji hêla Çînê ve nîşan didin ku encam dê dijwar be. DYA, bi gavên xwe yên ber bi hegemoniyê û serdestiya Îsraîlê li Rojhilata Navîn, dê careke din Rojhilata Navîn bixe nav tariyê. Ji ber ku ev stratejî dikare di cih de Iraq, Îran, Sûriye û heta Tirkiyeyê veguherîne qada şer. Bandorên vê pevçûnê dikarin wekî kiryarên ku zîhniyeta DAIŞ’ê li welatên Ewropî û DYA nîşan didin, derkevin holê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.