Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çeteyên ku di 2014’an de li Kobanê têkçûn, îro wê dorpêç dikin

01/02/2026
in ROJEV
A A
Çeteyên ku di 2014’an de li Kobanê têkçûn, îro wê dorpêç dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo 

Gel û şervanên Kurd li Kobanê di nava agir û dorpêçê de berxwedana 134 rojan careke din vejîn kirine, çete bi awayekî dijwar êrişî Kobanê dikin, ji ber hêrsa şikestina hevalên wan DAIŞ hîn di dilê wan de ye, lê gel û şervanên Kurd bi biryardayeke mezin dibêjin; “Em Kobanê bernadin, me doh DAIŞ têk bir, em ê îro wan jî têk bibin.”

Hikumeta demkî çiraya kesk li Parîsê ji dewletên navneteweyî bir ku êrişî Rojavayê Kurdistanê bike. Li ser wê bingehê di 6’ê Çileyê de li ser Helebê, bi taybet taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re ku piryaniya wan Kurd lê bûn, êrişên hovane pêk anî, karîsatên nayên texmînkirin rû dan, dîsa pêla koçberiyê ya gelê Kurd da ser rê û ber bi herêma Rêveberiya Xweser ve rê ketin. Lê armanc ne tenê Heleb û taxên Kurdan bû, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî em bêjin Rojavayê Kurdistanê di plane de ye. Lewma piştî destserkirina Helebê çeteyan berê xwe dan Dêr Hafir. Li Dêr Hafir lihevkirin pêk hat ku hêza leşkerî ya Rojava YPG, YPJ û QSD’ê xwe jê vekişîne, lê weke her car ku em dizanin Colanî xapînoke, ji ber çeteyên wî hîn vekişandina hêza Rojava bidawî nebû êriş kirin, gelek ji şervanan êsîr kirin. Di heman demê de çeteyên Colanî berê xwe dan bajarên din wekî Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, êriş ne tenê çeteyên Colanî pêk tîne, lê bi destekdayîna rasterast a dewleta Tirk ku êrişên asîmanî û bejahî jî bi çeteyên Colanî re pêk tîne. Li van bajaran jî li gorî lihevkirinên di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê Colanî de QSD’ xwe vekişandin. Li kêlek van hemû kiryaran jî, van çeteyan hevkarênDAIŞ li Şedadê û gelek deverên din berdan û hîna jî cihê ku ew lê ne dixwazin wan berdin.

Mertalên zindî li Rojavayê Kurdistanê kolan bi kolan e

Colanî û Tirkiyê bi niyeta xwe ya nebaş hewldana dagirkirina hemû Rojavayê Kurdistanê dike, lewra kantona Cizîrê û Kantona Firatê niha di nava şer û berxwedaniyê de. Gelê Kurd li seranserî cîhanê di seferberiyê de ye. Kurdan biryara mirin û berxwedanê, berî serî tewandinê dane. Ji kal û pîran heyanî zarokan kolan bi kolan çek girtine ser milan û li pêşiya van çeteyan bûne mertal.

Li Kobanê hevalên çeteyan DAIŞ têk çû ew kî ne têk neçin

Tişta ku dijmin û neyarên me hêrs kiriye Kobanê ye ku ev zêdeyî heftiyekê derdora wê hemû dorpêç kiriye, hemû pêdiviyên jiyanî jê qût kirine, internêt, elektirîk, xwarin, av, pêdiviyên bijîşkî û hwd… Lê Kobanê berxwedana 134 roja dîsa xistiye dewrê de. Arîn û Egîdên wê dîsa rabûne, di nava orta agirê dijminan de comerdî û berxwedaniyê didin meşandin, dibêjin bela em bişewitin lê, em Kobanê bernadin. Em Kobanê bernadin, me doh DAIŞ têk bir, em ê îro wan jî têk bibin.

Niha li Kobanê zarok ji serma jiyana xwe ji dest didin, nexweşxane ber bi aloziyeke mezin ve diçe. Eynî sala 2014’an lê tê. Cîhan bi taybet neteweyên yekbûyî ji bîr nekin 2015’an şervanên Kurd we ji DAIŞ xelas kir, îro win bi xwîneke sar li hemberî van çeteyan bêdeng mane. Gelê Kurdistanî bi ruhê Kobanê daketine cenga azadiyê, xelasiya Kurdan Kurd bi xwe ne. Bi dirûşmeya ‘Gelê Kurd Yek e’ wê Kobanê çavê çeteyan derxîne.

Binpêkirina agirbestê û dewamkirina şer ji aliyê çeteyên Colanî ve tê kirin

Ji bo herêma Kurdan agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin, lê niha êrişên dijwar ji aliyê çeteyên Colanî li ser Kobanê û Cizîrê têne kirin, her ew binpêkirina agirbestê dikin, dewletên garantor di nava vê agirbestê de dest girêdayî ne, hebûn û nebûna gotina wan yeke.

Kurdan sînga xwe dane ber guleyan û Kobanê rizgar kirin

Kurd ne ji bo planên dewletan jiyan dikin, Kurd ên azadiyê ji cîhanê re şîrove dikin û li ser erdê pêk tînin. Ên doh hatine xwe kirine xwediyê vê axê, 2014’an li kur bûn. Tenê şervanên Kurd di cengê de sînga xwe dane ber guleyan û Kobanê rizgar kirin. Yan wê Kurdistan bi serkeftina Rojava re bibe yek, yan wê Kurd di jenosida sedsaliyê re bibin qurban.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.