Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedanî û israra  jina azad wê biserbikeve

01/02/2026
in JIN
A A
Berxwedanî û israra  jina azad wê biserbikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Kobanê

Çawa ku di 2014’an de li Kobanê DAIŞ ji tililiyên jina azad ditirsiyan û paş de vedikşiyan wê niha jî careke din ji berxwedaniya jinan û israra wan li ser jiyanek birumet vekêşin.    

Jinên Kurd, bi taybetî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi berxwedan, fedayitî û giyana azadiyê roleke dîrokî lîstin. Wan ne tenê çek rakirin, lê hişmendiya qirkirinê têk birin û bûn sembola şoreşê, ku di rizgarkirina herêmên wekî Kobanê, Dêra Zor, Reqa, Tepqa û di gelek herêmên din de roleke çalak û pêşeng lîstin.

Bi berxwedanî û pêşengtiya jinan wê serkeftin rêya me be

Jinan bi damezrandina YPJ’ê re, di hemû qonaxên şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cih girtin û bûne hêza sereke ya parastina jin û gel. Armanca wan ne tenê têkbirina çeteyan bû, lê belê tunekirina hişmendiya sed salan a qirkirin û qetilkirina jinan bû. Jinan bi berxwedaneke bê hempa û giyana fedaî, di şerên giran de mohra xwe li serkeftinê xistin.

Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de bi amadekariyeke mezin êrîşî bajarê Kobanê kirin. Şervanên YPJ`ê û YPG`ê ku bi armanca parastina xaka Rojavayê Kurdistanê hatibûn birêxistinkirin, xwe li hemberî êrîşan kirin mertal û Kobanê parastin. Ev serkeftin piştî berxwedana 134 rojan di 26`ê Çileya 2015`an de hat ragihandin. Rêxistina DAIŞ’ê ku weke xetertirîn ji rêxistinên terorê di sedsala 21`emîn de tê binavkirin, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê piştî berxwedana bi pêşengiya jinan têk çû.

Di berxwedandiya Kobanê de jinên di bin sîwana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di 4`ê Nîsana 2013`an de hat demezrandin, xwe birêxistin kirin û pêşengiyeke mezin di şer de kirin. Şervanên YPJ`ê li aliyekî fermandarî kirin û li aliyekî din canê xwe kirin mertal û çalakiyên fedayî weke Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê pêk anîn. Têkoşîna jin ya dîrokî ku di berxwedana Kobanê de pêş ket, weke girîngtirîn destkeftiyên jinan di sedsala 21`emîn de tê pênasekirin.

Ji tililiyên jinana ditirsin

Gava ku DAIŞ’ê dest bi êrişên hovane li ser Kobanê kirin, jinên kurd çekên xwe hilgirtin û xwe parastin. DAIŞ’ê li xwe mikur dihatin, digotin ‘gava me tilîliyên jinan dibihîst, em ji aciz dibûn û ditirsiyan.’ Nedixwestin bi destê jinan bimirin. Lê jinên Kurd ew bi destê xwe kuştin. Ji bo vîna jinan bişikînin bi çekên giran êriş dikirin lê wan liberxwe dan û serkeftin kirin armanca xwe.

Erdogan, digot ‘Kobanê ket û li ber ketinê ye.’ Gava Erdogan wiha got, jin bêtir hêrs bûn û bêtir berê xwe dan eniyên şer. Ji bo Erdogan neghêje armanca xwe, bi ruh û can warê xwe parastin û Erdogan negihaşt armanca xwe. Jinan, li vir bi hezaran çete kuştin. Berxwedana jinan ji Kobanê gihaşt seranserê cîhanê. Di şexsê Arîn Mîrkan, Rêvana, Destîna, Hêlîn, Vîyan û Rûkenê de têkoşîna jinê ya li Kobanê li seranserê cîhanê hat bihsîtin. Lehengiyeke mezin hat nîşandan. Ya ku li girê Miştenûrê di nava çeteyan de xwe teqand hevala Arîn Mêrkan bû. Ji bo teslîmgirtin û qirkirina kurdan çi dikin bila bikin lê dê kurd serî netewînin. vîneke wan ya pir xurt heye. Kobanê, bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Nêzî çar mehan bê navber xwîn herikî. Wê hertim gelê Kobanê keleha berxwedanê biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin.

Dayîk mil bi mil li kêlekî şervanan bû

Ji zarokan bigire heya kesên bi temen mezin ji bo parastina warê xwe ketin nava tevgerê û herikîn kolanan. Kêlî bi kêlî di nava tevger û seferberiyê de bûn. Dayîk li kêleka zarokên xwe di eniya şer de bûn û bi hevre parastina warê xwe dikirin. Dayîkan çek hilgirtin ser milên xwe û daketin qadan herwiha di milek din de jî xwarin ji şervanên YPJ’ê û YPG’ê re amade dikir û di nexweşxaneyê de jî bi bijîşkan re dibûn alîkar. Ev dayîkên Kurdin ku mil bi mil bi zarokên xwe re di eniya pêş de ne bi yek  armancê şer dikin ku parastina axa xwe û parastina destkeftiyên şoreşê. Dayîkên Kurd bi tililiyan zarokên xwe dispartin axê û pê serbilind bûn ku ji ber welatê xwe gihaştine asta şahadetê.

Berxwedan û sekina jinan di Kobanê de dihişt ku DAIŞ bitirse û paş de vekişe, zihniyeta DAIŞ’ê ya paşverû bawernedikir û qebûlnedikir ku jin di qada leşkerî û di çeperenan de cihê xwe bigire ji bo wan şer û heram bû.

Dayîk, jinên ciwan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê roleke sereke lîstin, ji ber ku berî wan çeteyan di milê leşkerî de têk bibin zihniyeta wan a paşverû ku li hember jinê bikartanîn têk birin. Herwiha jinên Kurd û berxwedaniya wan a li hember DAIŞ’ê di Kobanê tevahî cîhanê de deng veda, çalakiya fedayî ya Arîn Mêrkan li cîhanê bû rojev, ji hêz û cesereta jinê bandor bûn herwiha xwastin ku Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) nasbikin ji ber ku rêxistina DAIŞ’ê ya ku herî xeter di cîhanê de têk birin.

Careke din dixwazin vîna gelê Kobanê têk bibin

Niha jî careke din berxwedana Kobanê xwe dubare dike, kîna têkbirina DAIŞ’ê bi destê jinê di Kobanê de hîn bi wan re maye, ji ber vê yekê Kobanê kirine nava dorpêçê. Îro ji bi navê hikumeta demkî a Sûriyê êrişê Kobanê dikin, lê tu cûdahiyan wan ji zihniyeta DAIŞ’ê nîne, heman tevger û terzê bikartînin lê belê nav hatiye guhertin û ji aliyê hin dewletên alîkar û bi taybet dewleta Tirk ve hatiye fermî kirin û bi destekê wan kirasê xwe ya DAIŞ’ê guhertine. Ev zêdeyî hefteyekê ye ku Kobanê di nava dorpêçek mezin de ye, herwiha êriş li ser Kobanê berdewamin, çateyên hikumeta demkî dixwazin vîna berxwedana gelê Kobanê ya ku di cîhanê de hatiye îsbatkirin îmha bikin. Di heman demê de dixwazin hêza jina Kurd têk bibin, lê sekin û têkoşîna YPJ’ê û YPG’ê dibe bersiv ji wan re ku îradeya gelê Kurd nayê şikestin.

Ji roja destpêkê ya êrişa û dorpêça li ser Kobanê ji jinên ciwan heya jinên bi temen mezin çek hilgirtine ser milên xwe û daketina kolanan ji bi parastina weletê xwe bikin. Bi şev û roj jinên berxwedêr di nava tevgerê de ne û lê kêlaka şervanên YPJ’ê mil bi mil ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava li qadane. Herwiha di milek din de xwarin ji şervanan re amade dikin û xwedî li keda wan derdikevin. Belê ev der Kobanê ye û ev in jinên Kurd ku giyana xwe dikin oxira jiyanek azad û parastina welat. Herwiha çawa ku di 2015’an de berxwedana jinên Kobanê li hember DAIŞ’ê bi serket wê niha jî bi berxwedanî û hestên azadiyê li hember çeteyên hikumeta demkî bi serbikevin, ji ber ku hemû jin û gelê Kurd biryar dane ku “Yan Jiyanek Azad, Yan Mirinek Bi Rumet”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.