Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM: Serxistina peymanê girêdayî asta pabendbûna aliyan bi pêkanîna bendên wê ye

31/01/2026
in ROJEV
A A
Konfidralîzma Demokratîk şêwazekî Rêveberiya Xweser e

CREATOR: gd-jpeg v1.0 (using IJG JPEG v62), quality = 100

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

TEV-DEM’ê lihevkirina di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de wek gaveke girîng ber bi îstiqrar û rawestandina şer ve nirxand û diyar kir “Lihevkirin destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya ji bo sepandina mafên gelan e.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de lihevkirin wek “destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya ji bo sepandina mafên gelan dûrî şeran û rawestandina herîka xwînê” hat nirxandin.

Hate gotin: “Em vê peymanê wekî gaveke girîng ber bi istiqrar, rawestandina şer û vekirina deriyê çareseriya siyasî ya li ser esasê diyalog û lihevhatinê ya dûrî mentiqê şer û dûrxistinê dibînin. Em diyar dikin ku her çareseriyeke siyasî ya cidî divê mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, di serî de gelê Kurd û tevahî pêkhateyên ku bi dehan salên ji ber paşguhkirin û înkarê êş kişandine, mîsoger bike.

Em piştgiriyê didin vê peymanê, ji ber ku baweriya me bi rêveberiya me ya siyasî û leşkerî tê. Rêveberiya me ji destpêka şoreşê ve gelê me û destkeftiyên me parastin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserî divê sûriyeyî-sûriyeyî, li ser esasê rêzdariya li hemberî hev, rêzdariya li hember taybetmendiyan, mîsogerkirina mafên gelê me be ku li ser vê erdnîgariyê îsbat kiriye ku dikare aştiya navxweyî biparêze û li hember terorê bisekine.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serxistina peymanê girêdayî asta pabendbûna aliyan bi pêkanîna bendên wê ye û hate gotin: “Divê bi rihê tevkarî, berpirsyarî, misogerkirina ku Hêzên Sûriya Demokratîk zerar nebîne lihevkirin pêk wer. Ji ber ku QSD’ê destkeftiyek nîştimanî ye, roleke diyarker di têkbirina DAIŞ’ê de û di parastina ezmûna demokratîk a ku bi xwîn û qurbaniyên mezin hatiye damezirandin de lîstiye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel û hêzên siyasî û civakî hat kirin ku “bi zanebûn û berpirsyarî piştgiriyê bidi vê peymanê. Aştiya navxweyî biparêzin û hemû hewldanên provokatîk red bikin. Ji bo siberojeke demokratîk a ku rûmet, edalet, azadiyê ji tevahî Sûriyeyan, bi taybetî gelê me yê berxwedêr ê ku di çeperên pêşîn ên têkoşîn, berxwedan û têkbirina terorê de re kar bikin. Di heman demê de em spasiya gelê me li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku tevahî qad veguherandinê qadên parastin û piştgiriya destkeftiyên Rojava. Em helwesta piştevan a partî, hêzên Kurdistanî û kesayetên siyasî û dewletên ku piştgirî dan çareseriyên aştiyane û bûn sedema vê peymanê silav dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.