Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li kantona Cizîrê ji bo her malbatekê 200 litr mazot tê belavkirin

28/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li kantona Cizîrê ji bo her malbatekê 200 litr mazot tê belavkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed / Qamişlo

Hevserokê Desteya Sotemeniyê li kantona Cizîrê Izedîn Ferhan ragihand ku ew careke din mazota germkirinê li malbatên kantona Cizîrê belav dikin û wiha got: “Li gorî biryara Desteya Sotemeniyê, li her malbatekê 200 litr mazot tê belavkirin.”

Ji meha pûşberê heta berfanbara 2025’an, mazota germikirinê li hemû welatiyên kantona Cizîrê hat belavkirin. Lê niha jî, ji ber sermaya zêde, gelek malbat bê mazota germkirinê man û dazwaz kirin mazot careke din li wan were belavkirin. Ji ber wê Desteya Sotemeniyê biryar da ku careke din mazotê li malbatan belav bike.
Di derbarê vê mijarê de, hevserokê Desteya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê, Izedîn Ferhan, bi Rojnameya me re axivî.

‘Ji ber rewşê me bêtir sotemenî li firineyan û cînatoran belav kirin’

Izedîn Ferhan diyar kir ku di vê demê de wan bêtir sotemenî li firineyan û cînatoran belav kirin û wiha got:“Ji miha 6’an ya sala 2025’an, sotemenî li hemû gel di rêya kertan û komînan re hat belavkirin û heya miha 12’an dirêjkir. Lê niha, ji bo şer û êrişên ku ji aliyê çeteyan ve têne kirin, me bêtir giraniya sotemeniyê da firineyan da ku milet bê nan nemîne. Herwisa jî ji aliyê sotemeniyê ve me giranî da cînatoran da ku elektîrîk ji ser milet neyê qutkirin û pênc seatên din li elektîrîkê zêde kirin. Me di vê demê de bêtir sotemenî li firineyan û cînatoran belav kir. Di heman demê de, ji bo ev sermayê ku hat, gelek milet bê sotemenî man û xwesteka sotemeniyê careke din kirin. Li gorî nîqaş û danûstandina biryar, hat biryara ku em sotemeniyê duyemîn jî belav bikin û her malbatekê 200 litr sotemenî bi bihayê berê were belavkirin. Herwisa belavbûna sotemeniyê jî bi biryara komîn û meclîsan tê belavkirin.”

‘Wê li her malbatekê 200 litr sotemenî were belavkirin’

Izedîn diyar kir ku li gorî biryara wan, divê li her malbatekê 200 litr sotemenî were belavkirin û wiha berdewam kir: “Li bajarên êriş, ji Dêrikê heya Til Temirê, sotemenî tê belavkirin. Herwisa komîn mal bi mal bigre û li her malbatekê sotemenî belav bike. Li gorî biryara wan, her malbatekê divê 200 litr sotemenî bi bihayê 210 hezarî were belavkirin. Ji xwe biryarek hat belavkirin ku sotemenî bi bihayê 700 hezarî were belavkirin, lê şaştiyek li ba me derket û biryar bi 650 hat belavkirin. Ji bo belavkirina mazotê me ji 27’ê mihê ve li hemû bajarên destpêkirin.”

‘Em ê hewl bidin ku li tevahî bajaran sotemeniyê belav bikin’

Izedîn Ferhan axaftina xwe wiha bidawî kir: “Li bajarên Qamişlo û Dêrikê gelek penaber hene, di van bajarên de penaberên zêde hene. Em dixwazin di dema pêş de bêtir giranîyê bidin wan jî. Lê niha, tenê li seranserî bajarên me, me dest bi belavkirina sotemeniyê kiriye. Ji bo belavkirina sotemeniyê di vê rewşê de ne zêde, ji ber ku li hin bajarên rewş ne aram e. Lê em ê hewl bidin ku li tevahî bajarên xwe sotemenî belav bikin. Herwisa astengiyên ku li pêşiya me derdikevin gelek caran ji ber van rewşan û ji ber van êrişên li ser rêyan astengî di riya bidestxistina mazotê de çêdibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.