Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedaniya Kobanê tê nûkirin

28/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Berxwedaniya Kobanê tê nûkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Bajarê Kobanê careke din bi dorpêçkirinê re rû bi rû ye, dîmenek ku dorpêça çeteyên DAIŞ’ê tîne bîra mirov, ji ber ku bajar şeş roj in di bin dorpêçeke dijwar de dijî. Tevî vê rewşa dijwar jî îradeya gel li ser van rewşan serdikeve û bi biryar e ku planên qirkirinê têk bibe.

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, demek kurt piştî êrîşên xwe yên li ser Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd, êrîşî Reqa û Dêra Zorê kirin. Bûyerên bilez ên li herêmê diqewimin rasterast hebûna Kurdan tehdît dikin, ji ber vê yekê wan çarçoveya êrîşan ber bi Kobanê û Hesekê ve berfireh kirin. Lê belê, gel bi awayekî xurt berxwedana xwe didomîne û bi rihê şerê gelê şoreşgerî tevlî seferberiya giştî bûye.

Bajarê Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji dema bidawîbûna dorpêça 2014”an û vir ve yek ji demên xwe yên herî dijwar dijî, ji ber ku îro vedigere da ku bi rastiyek dijwar a tecrîd, qedexe û dorpêçkirina zêdebûyî ya ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve rû bi rû bimîne, di dîmenek ku ezmûnek dijwar ku bandorên wê hîn baş nebûne vedigerîne bîra kolektîf a bajêr. Ji 20’ê Çileyê ve, bajarê Kobanê dîsa ketiye dorpêçeke neragihandî, di nav êrîşên dijwar ên berdewam û qutkirina hema bêje tevahî ya pêdiviyên bingehîn de, ku bajar û niştecihên wê xistiye ber ceribandineke nû ya hebûnê.

Dorpêça 2014”an

Ev rastî bixweber dorpêça yekem a ku Kobanê di krîza Sûriyeyê de jiya tîne bîra mirov, dema ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014”an de êrîşeke berfireh kirin da ku bajêr bi dest bixin û ji cihê wê yê stratejîk sûd werbigirin. Dorpêç di havîna heman salê de dest pê kir û di meha Îlonê de gihîşt lûtkeyê. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê piştî ku bi dehan gundên derdorê kontrol kirin, bi çekên giran û bi piştgiriya Tirkiyeyê bajar ji sê aliyan ve dorpêç kirin. Di wê demê de, Kobanê rastî topbaran û şerên bêhempa hat ku bû sedema koçberbûna bi deh hezaran sivîlan ber bi Bakurê Kurdistanê ve. Di heman demê de hejmarek ji niştecihên bajêr li kêleka şervanên ku parastina wê dikirin man.

Di wê dorpêçkirinê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi çavkaniyên sînorkirî, bi şerê kolanan û berxwedana rasterast di nav taxan de, erkê parastina bajêr girtin ser milê xwe. Berxwedana Kobaniyê di wê demê de bû xaleke werçerxê ya herêmî û navneteweyî, ji ber ku berxwedanê bala gelek kesan kişand. Şervanan berxwedan û sebir nîşan dan û alîkarî kir ku dorpêç hêdî hêdî bişke, heta ku bajar di Çileya 2015”an de piştî şerekî dijwar û berxwedaneke bêhempa ku nêzî çar mehan dom kir bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin.

Vegera Dorpêçkirinê

Îro, piştî zêdetirî deh salan ji wê berxwedanê, Kobanê careke din bi dorpêçkirineke giran re rû bi rû ye. Dorpêçkirina heyî ne tenê bi dijwarkirina êrîşên ên li derdora bajêr ve sînordar e, lê di heman demê de birîna rêyên dabînkirina pêdiviyên jiyanê, astengkirina bazirganî, tevgerê û hedefgirtina binesaziya girîng jî digire nav xwe, ev yek rasterast bandor li jiyana rojane ya niştecihan dike û dibe sedemên metirsiya qeyranên mirovî. Ev dorpêçkirin di nav şert û mercên mirovî yên pir dijwar de, ku tê de gefên ewlehiyê bi rastiyek jiyanê ya bêhnteng ve girêdayî ne, ketiye roja xwe ya şeşemîn. Bajarê Koban bi rewşek mirovî ya karîset re rû bi rû ye, ji ber dijwarbûna êrîşan û dorpêçkirina tevahî ya li ser bajar û derdora wê, ku bûye sedema nebûna hema bêje tevahî pêdiviyên bingehîn ên jiyanê.

Di heman demê de, gundên derdora bajarê Kobanê rastî pêlên bilez ên koçberiyê ber bi navenda bajêr ve tên, ji ber topbaran û operasyonên dijminane li gundan direvin. Di rojên dawî de, bi dehan malbat ji gundên Başûrê Kobanê û gundewarên nêzîk koçber bûne piştî ku deverên wan bi çekên giran û topan hatine hedefgirtin.

Hişyariya xeteriyê

Ji ber dorpêçkirina ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve hatiya ferzkirin, şêniyên Kobanê di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de jiyan dikin. Nebûna pêdiviyên bingehîn yên jiyanê ji bona welatiyên kobanê Bobelateke mirovî ye, weke nebûna av û elektrîkê û xwarin bi tenê bi tiştên ku ji dikanên bajêr peyda dibin ve sînordar dimîne. Heman tişt ji bo dermanan jî derbas dibe, tenê tiştên ku di dermanxaneyan de peyda dibin. Zengilê înzara xetera mirovî li Kobanê lêdide, ku heta roja îro, tu rêxistinên mafên mirovan, ji bo bangkirina dengê mirovahiyê li Kobaniyê tevger nekirine, ne civaka navneteweyî, ne jî welatên ku îdîa dikin demokratîk in, hemû li Kobaniyê li dijî mirovahiyê hêzên xwe kirine yek.

Di 23’ê Çile de pênc zarok li Kobaniyê ji ber sermaya zêde ya piştî bahoza berfê ya ku li herêmê xistiye jiyana xwe ji dest dan, ku ev nîşanek eşkere ya rewşa mirovî ya nebaş e. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku hemû rêyên ku diçin Kobaniyê girtî ne, piştrast kir ku elektrîk, av û xizmetên înternetê qut bûne û hişyarî da ku rewşa mirovî ya li bajêr bêyî destwerdanek bibandor bi lez xirab dibe.

Berxwedana berdewam

Tevî hemû karesatên mirovî û rewşa xeternak a heyî, gelê Kobanê bi hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê û di bin pêşengiya şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de, careke din rêya berxwedanê li dijî hemû polîtîka û komployên li dijî wan hatine plankirin hilbijartin. Ji bo wan, ev şer şerê man û nemanê ye û ji bo pejirandina nasnameya wan e. Bi vê berxwedanê, ew ji bo Kobaniyê û ji bo tevahiya Rojava banga seferberiyeke giştî dikin û bang li Kurdên li hemû beşên Kurdistan û cîhanê dikin ku tevlî berxwedana gel bibin û li dijî hewldanên qirkirinê piştgiriyê bidin.

Di navbera dorpêça duh û îro de, Kobanê bajarekî wisa ye ku bi sebir li hember tecrîdê li ber xwe dide û bi hevgirtinê li hember xeteriyê radiweste, li benda pêşketinek siyasî an jî mirovî ye ku dawî li êşa niştecihên wê bîne û rê li ber dubarebûna beşek nû ya trajediya mirovî bigire ku hîn jî li ber çavan e. Berxwedana Kurdan di dîrokê de kûr e, ku bi salan e, Kurd rastî îxanetê hatine, lê ew bi nasname, hebûn û yekîtiya xwe berxwedaniyê dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.