Navenda Nûçeyan
Raya giştî ya demokratîk li Ewropayê li dijî êrişên hikumeta demikî ku bi koordînasyona dewleta Tirk tevdigere li dijî gelê Kurd, nerazîbûn nîşan da û bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku helwesteke zelal raber bikin.
Li herêma Rojavayê Kurdistanê ji 6’ê çile de, çekdarên girêdayî hikumeta demikî ya Şamê bi piştgirya dewleta Tirk a dagireker êrişên xwe li ser hêzên kurdî kiriye, bi armanca ku detshilata xwe bi giştî li ser xakê bike, bêyî ku kurd dîsa mafên xwe bidest bixin di heman demê de qirkirina entîkî li dijî gelê Kurd pêk bîne.
Li ser seranserî Kurdistanê seferberiya giştî hate raghandin êdî ji her sê parçeyên din yên Kurdistanê gelek ciwan tevlî berxwdana parastina Rojava bûn, her wiha li ser asta cîhanî xwepêşandan û protestoyên civaka kurd û dostên wan hatin li dar xistin û hîn jî berdewam dike.
Ev protesto û xwepêşandan bandoreke baş li ser cîhanê kir, êdî her kes niha dizane ku Kurd li hember gefa qikirina entîkê lê tê kirin, lewma gelek siyasetmeda, çalakvan û hiqûqnasên li seranserî cîhanê nerazîbûnê xwe li hermberî van êrişan nîşan dan û piştgiriya xwe raghandin. Siyasetmedarên Ewropayê ku banga hevgirtinê bi Rojava re kirin, nêrînên xwe wiha anîn ziman.
Martin Schirdewan: Pereyên gelên Ewropayê şerê li dijî kurdan fînanse dike
Martin Schirdewan, MEP, li Parlamenta Ewropayê Hevserokê Koma Çep e (The Left) û DIE LINKE Elmanya Schirdewan, got ku nayê qebûlkirin ku rayedarên YE’yê fonên giştî yên Ewropayê ji bo hikûmeta veguhêz a ku li dijî Kurdan şer dike raber bike û daxwaza rawestandina tavilê ya şer kir û banga hevgirtina bi Rojava re kir.
Andreas Schieder: Em bi tundî rola Tirkiyê rexne dikin
Andreas Schieder, Parlamenterê PE, Îtîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), SPO Awusturya. Schieder, bal kişand ser zêdebûna tundî û êrişên li dijî Kurdan û diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyê li şûna lihevhatinê, zext hilbijartiye û bi tundî rexne li rola Tirkiyê kir.
Jonas Sjosedt: Bêdengî ne bêalîbûne hevkariya sûc e
Jonas Sjostedt, Parlamenterê PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, Vänsterpartiet Swêdê. Jonas Sjostedt got, “Rewşa dawî ya li Sûriyê fikarên mezin çêdikin. Hikûmeta Îslamî li dijî Kurdan şer dike. Kurdan neçar dikin mîna her carê parastina xwe bikin.”
Sjostedt, bi bîr xist ku Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê û El Qaîdeyê de pêşengî kirine û got, “Di vê rewşê de, divê civaka navneteweyî bi awayekî zelal diyar bike ku binpêkirinên mafên kêmneteweyan qet nayên qebûlkirin. Mafê Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurdan heye ku li Heleb, Rojava û li seranserê Sûriyê bi azadî û bi rûmet bijîn.
Evîn Incir: Nabe ku YE’yê li ber vê komkujiyê bêdeng bimîne
Evîn Incir, Parlamentera PE, Tîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, Evîn Incir, diyar kir ku çeteyên ji hêla Tirkiyê ve têne destekirin li dijî Kurdan sûcên şer dikin û got ku dayîna piştgiriya darayî ya bê şert û merc a YE’yê ji bo Şamê rewşek xeternak e û got divê gavên bilez ji bo agirbestê werin avêtin.
Brnando Benifei: Kurd ji bo hevsengiya hêzê tên qurbandkirin
Brando Benifei, Parlamenterê PE, Îtîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), PD Îtalya: Benifei jî got, “Piştî êrişên li dijî Durzî û Elewiyan vê carê Kurd rastî êrişên giran tên. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku rêveçûna Sûriye ya piştî têkçûna Esad bi pêşengiya Ehmad El Şera û Tirkiyê çiqas xeternak bûye.”
Benifei, destnîşan kir ku Kurd li dijî DAIŞ’ê hevalbendên welatên Rojava bûn, lê îro ji bo hevsengiyên nû yên herêmî tên qurbankirin.
Ozlem Alev Demîrel: Destê xwe ji ser Rojava bişkînin
Ozlem Alev Demîrel, Parlamentera PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, DIE LINKE Elmanya, Ozlem Alev Demîrel jî wiha got, “Divê civaka navneteweyî niha bikeve nava liv û tevgerê. Divê hikûmeta El-Şera heta maf û ewlehiya Kurd, Elewî, Durzî û yên din misoger neke neyê fînansekirin. Sûriyê dewletek pir-etnîkî ye. Kurdên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin û ji bo Sûriyeyek yekgirtî ya li ser bingeha xwerêveberiyê parêzvanî kirin, heq dikin ku mafên wekhev, nasname û parastinê bidest bixin.”
Per Clausen: Ev dişbihe hewldanên paqijkirina entîkî
Per Clausen, Parlamenterê PE, Koma Çep a Parlamenta Ewropayê – GUE/NGL, Enhedslisten Danîmark, Per Clausen jî wiha got, “Pir giring e ku civaka navneteweyî – tevî Yekîtiya Ewropayê – bi awayekî zelal diyar bike ku binpêkirinên mafên kêmneteweyan nayên qebûlkirin. Çi Elewî, çi Durzî, çi Xiristiyan, çi Kurd, çi jî her kêmneteweyek din, mafê wan heye ku li seranserê Sûriyeyê bi azadî û bi rûmet bijîn.
Hevserokên Die Linke: Rojava ronahiya hêviyê ye, hewl tê dayîn bê tinekirin
Hevserokên Die Linke (Partiya Çep) Ines Schwerdtner û Jan van Aken û Berdevka Polîtîkaya Derve Cansu Ozdemîr li Berlîn, Elmanya, Hevserokên Die Linke diyar kirin ku Rojava ji her demê bêhtir di bin gefê de ye û got ku sîstema azadîxwaz û pir-etnîkî ya Rojava tê hedefgirtin.
Hevserokan gotin, “Em bang li Hikûmeta Federal dikin ku êrişên Tirkiyê û Sûriyê yên li ser herêma Rojava bi tundî şermezar bike. Divê serdana fermî ya El-Şera ya Elmanya bi fermî were betalkirin. Di bin van şert û mercan de, normalîzekirina têkiliyên di navbera Elmanya û Sûriyê de çênabe. Her wiha em daxwaz dikin ku NY civînek taybet li ser rewşa Sûriyê li dar bixe.”
Panot: Divê Rojava bê parastin
Seroka Koma La France Insoumise ya li Parlementê Mathilde Panot, diyar kir ku Fransa nikare li hember êrişên Îslamîst ên ku ji hêla Tirkiyê ve têne destekirin bêdeng bimîne û banga parastina çalak a modela Rojava kir.
Petre Bayr: Heta aktorên kurd neyên tevlî kirin aramî çênabe
Petra Bayr endama Encumena Neteweyî ya Awusturya û berdevka SPO’yê ji bo siyaseta derve û geşedana cîhanî. Petra Beyr got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurd bi zordarî, pevçûn û koçberiyeke dijwar re rû bi rû ne. Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ku ji hêla Tirkiyê ve tê rêvebirin, rêveberiya xweser a demokratîk li Rojava hedef digire. Li dijî vê civaka navneteweyî bi piranî bêdeng dimîne. Bêyî tevlîbûna Kurdan di pêvajoyê de û bêyî parastina mafên sivîl û kêmneteweyan, aramiya mayînde li Sûriyê û herêmê ne mumkin e; avahiya demokratîk a pir-etnîkî li Rojava divê ji bo berjewendiyên jeopolîtîk neyê qurbanîkirin.”
Fabian Molina: Hevkarî berpirsyariyeke siyasî ye
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê Fabian Molina, da zanîn ku hevgirtina bi gelê Kurd û hemû kêmneteweyan re berpirsiyariyek siyasî ye û bang kir ku li dijî binpêkirinên qanûnên navneteweyî gavên berbiçav werin avêtin.
50 kesayetên Kurd û Alman daxwaza rawestandina êrişan kirin
Di heman demê de nêzîkî 50 kesayetên naskirî yên Kurd û Alman, bi rêya rêxistina Hawar.helpê nameyeke vekirî ji siyasetmedarên Alman û Yekîtiya Ewropayê re şand û daxwaza pêngavên bilez ên ji bo rawestandina êrişên li Rojavayê Kurdistanê kir.
Name ji aliyê gelek rêxistinan ve, di nav de “Civaka Kurd a Almanyayê” û kesayetên navdar ên wekî futbolîst Deniz Undav, lîstikvan Natalia Worner, rapbêj Haftbefehl û KC Rebell, siyasetmedar Bêrîvan Aymaz, rojnameger Duzen Tekkal, lîstikvan Jasmin Tabatabai, Prof. Jan Îlhan Kizilhan, derhêner Soleen Yusef, nivîskar Stefanie Sargnagel û gelek kesayetên din ve hatiye îmzekirin.
Rewşa mirovî û leşkerî metirsîdar e
Li gorî naveroka nameyê ku medyayê navdar a Almanyayê “ZDF”yê jî belav kiriye, rewşa mirovî û leşkerî ya li herêmê bi awayekî metirsîdar xirabûye.
Di nameyê de hat diyarkirin ku “Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, komên çekdar ên Îslamî yên hevpeymanên wê û hêzên nêzîkî Tirkiyê” êrişên dijwar dibin ser deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de.
Hişyariya “tawanên dijî mirovahiyê”
Di nameyê de hişyarî hat dayîn ku ji ber van êrişan tawanên li dijî mirovahiyê hatine kirin û bûye sedema koçberiya girseyî.
Her wiha hat destnîşankirin ku êriş li ser stasyonên elektrîkê û nexweşxaneyan hatine kirin û vê yekê metirsiya serhildana DAIŞ’ê zêde kiriye.
Daxwazên sereke
-Divê gavên dîplomatîk û siyasî yên bilez ji bo parastina sivîlan bên avêtin û zext li Şam û Tirkiyê were kirin da ku şer rawestînin.
-Divê ji bo rêlibergirtina serhildana DAIŞ’ê bi Koalîsyona Navneteweyî re hevahengî were kirin û bi Rêveberiya Xweser re diyalog were destpêkirin.
-Divê xebat bên kirin da ku tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî were şandin û alîkariyên darayî yên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bên rawestandin.
-Divê serdana Ehmed Şer a ji bo Almanyayê were betalkirin û Balyozê Tirkiyê ji bo Wezareta Karên Derve were gazîkirin.






