Gulîstan Xalid
Ji xwe de şoreşger û qehremanên di dîrokê de ne gotine berxwedan jiyan e, û teslîmiyet îxanete, mirin e. Ev ne duruşmeyeke, ev felsefeya hebûn û tûnebûnê ye.
Di tevahiya dîrokê de ji bo gelan herdem ji aliyê desthilatdaran ve mecbûriyeta hilbijartina du rêk hatiye nîşandan, ya serî tewandin yan jî berxwedan. Ev weke bijarteke hatibe pêşkêşkirin jî; lê di rastiyê de ev cûdahiyeke di navbera jiyan û mirinê de ye. Ji ber berxwedayîn ne tenê rakirina çek an jî di kolanan de qîrkirin e. Berxwedanî hebûna xwe li hemberî înkarkirinê parastin e. Berxwedanî wêrekiya û di xwebûna xwe de israre.
Teslîmiyet pirî caran di bin navê ez jiyan bikim de tê kirin an jî dibe bazariyek ku li ser te tê ferzkirin. Lê teslîmiyet, devjberdana îrade, hafîze û pêşeroja xweye. Bedenên ku teslîm dibin dikare jiyan bikin, lê ruh ji zûve dimre. Ji ber teslîmiyet ne tenê roja îro ye, siberoja xwe jî ji dijmin re hiştine. Ji lewma teslîmiyet ji bo gelekî ne tenê binkeftine, di heman demê de îxaneta li hemberî nifşên nû yê wî gelîye ye.
Gelên ku li berxwe didin dizanin, jiyan tenê ji dan û standina nefesê îbaret nîne, jiyan bi rûmetê, bi nasnameyê û bi azadiyê ve wate qezenc dike. Ger ku zimanê gelekî hatibe qedexe kirin, axa wî hatibe dagirkirin, îradeya wî hatibe tune hesibandin, li wir nikare qala jiyaneke asayî bike. Aha di vê xalê de berxwedanî hilbijartekek nîne, mecbûriyet e. Gelê ku li ber xwe nede hêdî hêdî tê wenda kirin ku pir mînakên xelkên wendayî û aqûbeta wan ne diyarkirî jî hene. Gelê ku li berxwe dide bedel dide, lê hebûna xwe jî diparêze. Berxwedanî gelek caran bi fedekarî, bi êş û wendahiyan re tê bibîrxistin. Lê ev êş, ji rizîbûna bê deng ya teslîmiyetê bi rûmettire. Berxwedanî, mîrasa herî bi nirx û bi hêz ya ku dayikek ji zarokê xwe re bihêle: Hafîzeyeke mayinde ku serî natewîne radighîne. Gelekî ku ji zarokên xwe re dersa herî bingehîn bide fêrkirin ewe ku: Azadî nayê xwestin, tê standin.
Cihê ku teslîmiyet lê hebe jixwe îxanet jî ji rêzê dibe. Ji ber yê ku teslîm dibin, dagirkerî û bindestiyê jî normal dikin, bi zilmê qayil dibin, neheqiyê jî ji bo xwe rewa û weke çarenûsê dibînin. Îja ev ne tenê li hemberî dijminê xwe, li hemberî gelê xwe jî fêrî îxanetê dibe. Lê berxwedanî li hemberî vê xiyanetê xeteke wijdaniye. Li hemberî kesên ku dibêjin her tiş xelas bûye, îradeya ku dibêje hîna em xelas nebûne dide nîşandan. Gelên ku îro li berxwe didin, ne tenê ji bo xwe, ji bo rûmeta mirovatiyê jî li berxwe didin. Ji ber ku berxwedaniya gelekî dema ku dişke, ew ne tenê erdîngariyeke, wijdanê hevbeş yê mirovatiyê jî birîndar dibe û dişke. Ji lewma berxwedanî gerdûniye. Halê herî zelal yê parazvanên jiyanê ne.
Di encam de: Berxwedan jiyan e, ji ber ku berxwedanî israra parastina hebûnê ye. Lê teslîmiyet ji mirinê jî xirabtire. Ji ber ku mirovan dizîvirîne mîna siyeke ku hebûn û tûnebûna wê weke hev dike. Gel ya wê jiyaneke bi rûmet hildibijêre, an jî tunebûneke bê deng. Dîrok yê ku li berxwedide dinivisîne, lê yê ku teslîm dibe bi rûreşî û lanetê mohir dike.
Vaye ya ku li Rojava tê jiyan kirin, têkoşîna gelê ku ji bo parastina hebûna xwe dibêje berxwedan jiyan e. Gelê ku azadî naskiriye wê tûcarî teslîmiyetê qebûl neke.






