Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi êrîşan dixwazin Komploya Navneteweyî temam bikin

28/01/2026
in Serbest
A A
Pergala dewleta dagirker a Tirk têkçûye!
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Amûdê

Careke din li ser gelê Kurd komkujî tê sepandin. Lê weke tê dîtin gelê me li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Rojava derdikeve, destûr nade careke din Kurd di nav lepên kujerên kastîk de bimînin û têk biçin. Ev xwedîderketin pir bi rûmet e û wateya wê jî avabûna vîna Kurdên azad û xwedî nasname ye. Gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a serhildan û berxwedanê ye. Ew berxwedan ji bo me bûye çandeke resen. Her em ê li wê çanda berxwedanê xwedî derkevin û bibin serkeftinê. Dijminên me dirinde û hov in. Em ê heya dawiyê ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin.

Em weke Kurd xwedî vîneke pir xurt in. Em ê her di serkeftinê de israr bikin. Heya em weke gelên cîhanê bigihîjin hedef û armanca xwe wê berxwedana me bidome. Kurd neteweyeke resen a ku rehên wê kûr û dîrokî ye. Gelên wir têk naçin, xwe ji xweliya xwe diafirînin û zindî dibin. Bila ew hêzên êrîşkar pir baş bizanin ku wê bi çend hezar çeteyan û êrîşên herî hovane nikaribin çavên gelê Kurd bitirsînin. Wê berxwedan û ezma me neşike û têkoşîna me jî serkeftî be. Ez careke din jî teqez dikim ku şervanên YPJ, YPG û QSD’ê di şerê rûmetê de xwedî azwerî û biryardariyeke pir mezin in. Baweriyê didin gelê xwe ku wê her hebin û wan biparêzin.

Hêzên navneteweyî û bi taybet hêzên NATO’yê li pişt van êrîşên dirinde ne. Li ser hêzên bi salan li hember çeteyên herî tundrew ên cîhanê şer kirine xweradestkirinê ferz dikin. Girtîgehên çeteyên herî barbar ên cîhanê têde ne radestî HTŞ’ya serokê wê jixwe berê DAIŞ’î bû dikin. Di nav van çend rojên dawî de me hemûyan dît ku çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê destpêkê berê xwe dan wan girtîgehan û ew çete serbest berdan. Cilên nû dane wan da ku têkevin nava gel.

Niha jî pir baş rohnî dibe bê çawa dewletên sermayeparêz ketine pey parastina berjewendiyên xwe û hêzên Koalîsyonê dixwazin gelê Kurd bikin berxê qurbanê. Lê divê were zanîn Kurd wê careke din ji bo ti kesî nebin qurban. Eger îro li Rojavayê Kurditanê şer û êrîş li ser Kurdan heye, teqez ev tê wateya ku ne teslîmkarî, berevajî israra xwedîderketina li nirx û kerameta xwe heye. Ev jî cihê rûmet û serbilindiyê ye.

Teqez pêwîst e were zanîn ku hêzên navdewletî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo berdewam dikin. Bi wan êrîşan jî dixwazin komployê temam bikin, tevahî nirx û destkeftiyên li ser esasê fikir û perspektîfên Rêbertî ava bûne ji holê rakin. Dixwazin ji me Kurdan re bêjin hûn divê her bindest û kole bin. Em dibêjin, “Me weke Kurd biryara jiyana azad û wekhev daye û em jê venagerin.”

Divê pir baş were zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji zû ve Komploya Navneteweyî têk biriye û siyaseta wan dewletên dirinde jî vala derxistiye. Ji sedî sed wê careke din gelê Kurd van êrîşên bêrehm pûç bike û serkeftinê bi dest bixe. Jixwe li hemû parçeyên Kurdistanê xwedîderketina li Rojava nîşaneya vê yekê ye.

Wê ti carî vîna gelê Kurd neşike. Paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê her biçe wê zêdetir pêş bikeve. Ne tenê gelê Kurd, wê hemû gel li ser esasê vê paradîgmayê ji bin hukmê desthilatdariyên zalim û zordest rizgar bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.