Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wêrankirina goristanên Şehîdan kiryareke dijmirovî ye’

28/01/2026
in Serbest
A A
‘Wêrankirina goristanên Şehîdan kiryareke dijmirovî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ya kantona Cizîrê dan diyarkirin ku komên çeteyan û dewleta Tirk bi dagirkirina her herêmekê re goristanên şehîdan wêran dikin û gotin, “Wêrankirina goristanên şehîdan kiryareke dijmirovî ye.”

Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên girêdayî wê û çeteyên hikumeta demikî ya Sûriyê dema ku her herêmekê dagir dikin yekser berê xwe didin goristanê şehîdan û wêran dikin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha kiryarên çeteyan û bêhurmetiya wan li dijî goristanên şehîdan  û cihên pîroz dewam dikin û bi dehan goristan li ser destê van çeteyên hov hatine wêrankirin.

Di derbarê mijarê de rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Masûm Hesen û Armanc Mihemed ji Rojnameya me re axivîn.

‘Kiryarên çeteyan derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ne’

Mehsûm diyar kir ku kiryarên çeteyan derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ne û wiha got: “Ev çeteyên ku roj bi roj şerê me dikin kesine derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ne. Di şer de pîvanên exlaqî hene, lê ev çeteyên ku şerê me dikin li dijî gelê Kurd kiryarên dijmirovî dikin. Herwiha hedef û armanca van çeteyan qirkirina gelê Kurd e. Ew heta bêhurmetiyê li dijî şehîdan jî dikin, heta ji goristanê şehîdan ditirsin. Çete dema cihekî Kurdan dagir dikin yekser berê xwe didin goristanê şehîdan û wan wêran dikin. Ji xwe ev yek li Efrîn, Şehba, Minbic, Serêkaniyê û Til Ebiyed û gelek deverên din li ber çavan hate kirin. Rastiya hovîtiya ku tê meşandin ji bo hemû gelên cîhanê işkere bû û rastiya van hêzên çete weke her car hate naskirin. Armanca çeteyên hov û dewleta tirk ew e ku li ser gelê kurd komkujiyan pêkbînin û vîna gelê kurd bişkînin.

 ‘Pêwîste kes û aliyên kiryarên dijmirovî dane meşandin werin dadgehkirin‘

Mehsûm Hesen da zanîn ku pêwîst e çete û aliyên ku piştgirî dan wan bên cezakirin. Herwiha îro Rojava şensekî mezine ji bona me û eger di Rojava de em li ber xwe nedin, wê xeterî li ser  Bakur, Başûr û Rojhilat jî çêbibe. Ji xwe me dît di mînaka Şêxmeqsûd de ku çawa Kurdên herçar parçên Kurdistanê hemû bi yek dengî piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Ji ber vaqas tiştan jî gelê me heya dawiyê wê li ber xwe bide û wê xwedî li civaka xwe û şehîdên xwe jî derkevê.”

Heyanî neha sazî û yekîtiya mafê mirovan tiştek ji bona gelê Kurd nekiriye

Armanc Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser 10’ê Adarê û wiha got: “Ev êrîşên hovane yên ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên dûbarekirin û domandin armanca wan qirkirina gelê Kurde û tunekirina destkeftiyê gelê Kurd e. Li mehberî van êrîşên hovane yên ku li ser gelê Kurd têne kirin, em bang li cîhanê tevahî dikin ku ji bona parastina gelê kurd bikevin nava liv û tevgerê de û van êrîşên hovane yên ku têne meşandin rawestînin.

Ji bona vê yekê pêwîste ku cîhan tev bi erkê xwe rabe û li gel gelê kurd bisekne û destekê bide doz û vîna wî ya ji bona pêkanîna azadî û demukrasiyê.

Ji milekî komkujiyan li ser gel pêktînin û ji milekî din ve jî kesên ku şehîd dikevin jî ji hovîtiya wan xilas nabin, ji br ku ew êrişî goristanan jî dikin.

Ji ber vê jî Xirakirina goristanên şehîdan bê pîvaniya exlaqî ye û çeteyên heyî tu par ji mirovahiyê negirtine û pêwîste ku di nava dadgehên navnetewî de ji ber van kiryaran werin dadgehkirin. Banga me jî wek Meclisa Malbatên Şehîdan ew e ku em xwedî li nirxê şehîdên xwe derkevin û destkeftiyên ku bi xwînê pêkhatine biparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.