Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya Kurdî

28/01/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Helbestvan Vejîna Kurd “Vedenga birînên Efrînê û qêrîna jina Kurd a berxwedêr li hemberî zilmê.”

Jina Kurd di qadên jiyanê de tu carî ne sîberek, ne şopdar û ne jî kêmtir bû ji mêr di têkoşîn, nivîsandin, serokatî, siyaset û fedakariyê de… Li kêleka wî rawestiyabû û hîna jî heye, bi destekî dergûşa zaroka xwe dihejand û bi destê din jî bi diwêta pênûsa xwe, bi bedewiya peyvên xwe û bi rehwanbêjiya  helbestên xwe dinya dihejand.

Ewe ya ku peyvê dike şûr, pênûsê dike xetîre û helbestê dike bircek ku milet ji windabûnê diparêze. Ewe ya ku hêviyê di dilan de diçîne, wijdanê ji qeyd û bendên tirsê rizgar dike û giyan avdide ji kaniyên azadiyê.

Di nav van de stêrka helbestvana Kurd Vejîna Kurd diçirise, ew yek ji dengên jinên hemdem ku ala parastina mîrateya çandî û wêjeyî, ziman û nasnameya Kurdî hilgirtiye li dijî hewldanên înkar û pijavtinê, tekez dike ku hebûna jinê ne xemil e, lê  hêzek pêdare û ronahiyek ku qet venamire. Helbest, vegotin û wêjeya wê neynika ruhê kurdewarî ye ku behsa jiyan, evîn û sekna wê dike.

Di her dilê ku dixwîne, tovê hêz û rûmetê diçîne, da ku jin bibe semboleka zindî ya azadî û hêviyê û parêzvaneke peyama peyv û civakê. Li feraşînên bedew ên çiyayê Kurmênc, ku poz û qopên çiyayên Hawar û Lêlûnê ewran himbêz dikin û di dîmenek bi heybet û bedewiyê de diherike û zeviyên ku bêhna zeytûnan û kulîlkên hinaran jê dibarin, … û simbilên genim di bin henaseya bayê de digirin sema mîna sirûda jiyanê ku qet namire. Li wir, di hembêza  Efrîna şênber de, bûka Rojava ya ku bêhna bîranîna Hûrî û Mîtaniyan hê jê dibare, helbestvana Kurd Zefat Henan ( Vejîna Kurd) di sala 1975’an de ji dayîk û bavek  Kurd (Cemîl Ebdil Henan û Rehîme Mamo) li gundê Maratê yê girêdayî Efrînê di nav malbateke kurdperwer ya neteweyî û kedkar de hatiye dinyayê, dê û bavên wan ew li ser nirxên resen ên kurdiyatiyê mezin kirin, hezkirina welat, dilsoziya bi xaka xwe re û girêdana bi dîroka xwe ya kevnar re di nav wan de çandin. Wê zarokatiya xwe li deverên bedew ên gundê xwe ku bi bêhna ax û nanê germ ê tenûrê jê difûre, di nav zevî û girên ku çîrokên bav û kalên me vedigotin û di bin siya zeytûnan de ku ji bayê re sira jiyanê digotin, derbas kir.

Wê çavên xwe li ber tîrêja ronahiya spêdê ya ku di navbera şitlên zeytûnê de diherikî vedikir, guh dida  li awazên xwezayê û bi sira bayê re dipeyîvî  wek hevalekî ku xewnên xwe yên piçûk pêre parve dikir, wê gul û kulîlk ji mêrgan kom dikir û li pey pirpirîkên li ser dêmên gulan dibeziya û dikete pêşbirkê bi çivîkan re di nav darên buxçeyan de.

Wê guhdarî dikir li yekem stranên kurdî yên ku diya wê di dema hevîrê nanê tenûrê distiran de digotin, wê ji bayê çîrokên xwe, ji axê rehên xwe û ji ronahiya sibê zimanê xwe yê yekem werdigirt. Ji wan kêliyên pêşîn çirûska afrîneriyê di dilê wê yê biçûk de derket holê.

Di hembêza germ a Efrînê de ber bi vederbûna bêdeng ve diçû, li wir wê xwe bi pirtûk û defteran mijûl dikir bêtir ji lîskê, li dengê tîpan guhdarî dikir, mîna ku ew awazeke veşartî be ku bang wê dike ji kûrahiya zeytûnan û dîrokê.

Vejîn xwendina xwe ya seretayî û amedeyî li dibistanên Efrînê qedand, piştre xwendina xwe li Helebê berdewam kir û li wir xwendina xwe li Saziya Amadekirina Mamosteyan – Beşa Îngilîzî qedand, piştre vegeriya û li bajarê Efrînê mamostetî kir.

Di sala 2012’an de tevlî Saziya Perwerde û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê bû û li wir rêzimana zimanê Kurdî xwend û piştî demeke kin bû endamek û mamosteyek çalak di saziya Perwerdeya Zimanê Kurdî de û serpereştiya kursên taybet ên zimanê Kurdî dike û ruhê serbilindiyê bi nasnameyê û zimanê dayikê di nav nifşên nû de belav dike.

Di heman salê de wê û komek jinên Efrînî Komeleya “Rewşen Bedirxan” ya ji bo jinên Kurd ava kirin, ew însiyatîfeke çandî ya jinan bû, ku projeyek pêşeng  ji bo ku bikarin jinan ji hêla çandî û wêjeyî ve xurt bikin. Vejîn yek ji stûnên wê yên herî berbiçav bû, karî hevrêzîyek di navbera hişmendiya civakî û pabendbûna afirîner de ava bike.

Herwiha wê berpirsiyariya rojnameya “Rewşen” dikir a ku bi zimanên kurdî û erebî derdiket,  ew rojname diyar bû ji ber ku ew mehraveka pênûsên jinan bû, di rûpelên wê de bi dehan nivîskar û helbestvanên jin dinivîsand, 26 hejmarên rojnameyê hatin weşandin û piştî dagirkirina Efrînê weşana xwe rawestand, bi vî awayî rûpeleke geş a Dîroka ragihandina azad li bajêr Efrînê hate girtin.

Wê bi nivîsandina helbest û gotarên edebî dest bi rêwîtiya xwe ya torevaniyê kir, ji salên xwe yên destpêkê ve di saziya fêrkirina zimanê kurdî de, pênûsa xwe ji bo xizmeta çand û zimanê kurdî terxan kir û hêdî hêdî pênûsa di destê wê de bû dengê jinên serhildêr ku xemgînî û hêviyê bi hev re diyar kir.

Helbestvana kurd Vejîn zewicî ye û dayîka çar zarokan e. Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, bajarê xwe yê ku gelek jê hez dikir û li ser nivîsandibû, derket, li pey xwe malbata xwe hişt, bîranînên xwe yên zarokatiyê û xeyalên xwe û di çavên wê de  lehiya rondikan û  di dilê wê de hezar kul û keser.

Piştî salên şer, êş û xerîbiyê, Vejîna Kurda xwe neçar dît ku di sala 2018’an de ji Efrînê derkeve, di çenteyê xwe de hindek cilûberg û gelek bîranîn û helbestên ku hîn nehatine temamkirin hilgirtiye û derbasî bajarê Helebê bû.

Di sala 2023’an de koçî Holandayê bû û li wir çîroka xwe di navbera xerîbî û welat, di navbera sirgûn û hesretê de xêz kir, lewra nivîs bû welatê wê yê bedel(alternatîf) û germahiya giyanê wê li welatekî sar. Li xurbetê agirê wê yê afirîner venemirî, berevajî vê xurtir û geştir bû û wê dest bi hûnandina cîhanên xwe yê wêjeyî kir bi xêzê ronahî, xemgînî û hêviyê. Ji wir, wê peywira xwe ya perwerdehî û çandî berdewam kir, qursên elektronîkî ji bo hînkirina zimanê kurdî li dar xist û di gel parastina xetîreya xwe yê yekem ku nehatî vemirandin. Li penaberiyê hîn jî dinivîse, diweşîne û mamostetiyê dike, mîna ku nivîsandina beşek nû ji çîroka Efrînê didomîne, ya ku lê rûdine û tê de jiyan dike tevî dûrbûnê.

Vejîna Kurda afrîneriyê dike di nivîsandina helbesta kurdî ya nûjen, hebesta azad û pexşan de û berhemên zindawer ku dirûstbûn û bedewiya hunerî derdixe pêş çavan pêşkêş dike. Afrîneriya wê tenê bi vehûnandina helbestan re sînordar nema, lê gihişte cîhanên vegotin, roman û kurteçîrokan û îspat kir ku afirînerî ji bo wê ne erkekî derbasbûyî ye, lê rojgar û çarenûsek e ku di giyanê wê de diherike û nasnameya wê ya wêjeyî diafirîne.

Di nav berhemên wê yên wêjeyî yên çapkirî de, ku pirtûkxaneya edebî ya kurdî bi rastbûna xwe ya mirovî û germahiya hestyarî dewlemend kirine:

  1. Xewnên Elendê – Helbest, Efrîn 2016, çapa duyem, Qamişlo 2022.
  2. Hawarine Efrînê – Roman, Qamişlo û Almanya 2018.
  3. Pencereyên Êşê- Komek kurteçîrok, Almanya 2019.
  4. Gulistan Pîr Nabin – Helbest, Almanya 2019.
  5. Rûmet – Roman, Kobanê -Weşanxaneya Ava 2020.
  6. Nexşeya Êşê– Roman, Weşanxaneya Ava, 2025.

Vejîn ne helbestvanek bû ku ji civaka xwe veqetiyabû, lê ew beşek ji tevgereke çandî ya jinên Kurd bû û di wê baweriyê de bû ku jin di dîrokê de ne peyreweke di dîrokê de, ew ronahiyeka wê ye ku wê dinivîsîne.

Ew beşdarî çivat û semînerên edebî û çalakiyên neteweyî yên li hundir û derveyê Rojava bûye û rolek girîng lîstiye di damezrandina şaneyên çandî yên ciwanan de ku eleqedar bûn bi hînkirina zimanê kurdî ji nifşên nû re, ji ber ku bawer dikir ku ziman dilê nasnameyê û bîranîna wê ya zindî ye. Wê nivîsiye li ser welatê birîndar ku namire, li ser keça kurd a ku ala neteweyî bi tayên keziyên xwe vedihûne, li ser çiyayê ku nehêniyên şervanan vedişêre, li ser dara zeytûnê ya ku li ber agir li ber xwe dide û li ser dayikek kurd a ku sebrê bi xêzên bendewariyê dirêsîne.

Helbestvan Vejîna Kurda beşdar bûye di çend pêşbirkên wêjeyî de û amadebûna wê di wan pêşbirkan de bi saya xebata wê ya afirîner û keda wê ya berdewam di warê helbest û kurteçîrokên kurdî de berçav bû, di heyama rêwîtiya xwe de, wê çendîn xelat û bawernameyên rêzgirtinê ji dezgehên wêjeyî yên pispor wergirtine, rêzgirtin ji bo ked û dayîna wê û cudabûn û jêhatîbûna wê ya wêjeyî. Di sala 2018’an de, wê  di Festîvala Helbesta Kurdî de, ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê hatibû lidarxistin, xelata Cegerxwîn wergirt, tekezî ji bo hebûna wê ya berbiçav û dengê wê yê resen di qada edebiyata kurdî ya hevdem de. Di sala 2020 de, wê ji bo çîroka xwe ya “Veger” di Heftemîn Festîvala Huner û Wêjeya Jinê de xelata yekem wergirt. Di sala 2024’an de çîroka wê ya bi navê “Pelîn” di nehemîn festîvala çîroka kurdî li bajarê Qamişlo ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ve hatibû rêxistinkirin, pileya duyem bidest xist. Bi vî awayî, Vejîna Kurda dimîne yek ji wan dengên jin ên ku ezmanê edebiyata kurdî ya hevdem ronî dike, helbestvaneke ku ne bi sirgûnê vemiriye, ne jî bi birînan westiyaye, lê wê ji êşên xwe pir avakirin ber bi bedewiyê ve û ji  helbestên xwe sirûdên evîna ax, nasname û azadiyê afirandin..

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.