Ehmed Hesen
Zayendperestiya civakî, pirsgrêkeke civakî ye û bingeha wê jî bi teşeya cudavaniya arasteyî jinan derdikeve holê.
Guhertina sîstema koledar a ji aliyê zîhniyeta baviksalariyê ya bi hezaran salan ve hatiye avakirin, bi qasî tê xuyakirin hêsan nîne. Ev zihniyet di encama tunekirina zayendekê li ser hesabê mezinkirina zayenda din pêş ketiye. Ji derketina sîstema baviksalar de bigire heta qiraliyetê, ji dewletdariyê de bigire heta sîstema îro ku di bin navê kapîtalîzma global de xwe sîstematîze dike de pirsgirêka zayendperestiyê nehatiye çareserkirin, berovajî wê her tim weke topa berfê tol dibe û mezin dibe, di serê vê pirsgirêkê de jî hebûn û kesayeta jinê tê armancgirtin. Ez li vir zayendîtiyê bi pirsgirêk nabînim, lê feraseta ku zayenda mê û nêr xistiye nava şerê desthilatdarî û serweriyê armanc dike civakê bi temamî ji hev du qut bike û di şexsê jinê de civakê biçewisîne û di şexsê zilam de jî hêza iqtîdarê berfireh bike. Ji malbata ku bi şêweya xwe ya dewletdariyê ava bûye, heta eşîre û komên mezin em rêûresmeke çînîtiyê ya bê dawî dibînin, hem di aliyê madî û manewî û hem jî di aliyê feraseta baviksalar de ev yek bi awayekî berbiçav tê dîtin, di serî de parçekirina zayendî di bin navê parastina namûsê di kesayeta jinê de hatiye teşhîrkirin û weke pirsgirêkeke ku tenê jin pêre têkildar e hatiye teşhîrkirin, di heman çarçoveyê de vê pirsgirêkê taybet li welatên radîkalîst ên weke Îran, Turkiye û Sûriye û gelek welatên din rê li ber pêşketina zîhniyeta hevpar a jin û zilam girtiye û bi zagonên ku rewa kirine jin hem di aliyê zayendî ve hem jî aliyê çandî ve dane dorpêçkirin û weke ku serdema qiraltiya zilam e, sîstemên xwe wiha teşhîr dikin, her çend hebûna jinê di nava sîstema xwe de bigirin jî, lê ji hebûneke zayendî ya ku weke amûr lê tê mêzekirin wêdetir naçin. Di nava civakên Rojavayî de jî van pirsgirêkan bi şêweyên cuda xwe dane pêş, di serî de di bin navê wekheviyan de xwebûna zayendî ji jinê hatiye standin û di bin navê saziyên parastina mafên jinan de xizmeta mezin ji zîhniyeta kapîtalîst re tê kirin, hêzên rojavayî bi qasî binpêkirinên xwe yên bi demokrasiyê cîlakirî azadiya civakê parçe parçe kirine, zayend ne weke hebûneke mirovî, berovajî wê weke amûra zêdekirina zarokan bingeh girtine û bi vê re jî dixwazin serjimariya hemwelatiyên xwe zêde bikin û fînansê mezin bikin, ji bilî ku hesabê ji têkbirina hewîrdora xwezayî, mezinkirina bêkariyê di nava civakê de û pêşketina pirsgirêkên tenduristiyê re jî bike. Di encamê de civak di hundir de
dane peritandin, hem jî çarenûsa wê ya jiyanî kontrol kirine. Di nava civakê de jî em dibînin ku pirsgirêka zayendê gelekî li pêş e, taybet di bin navê adet û kevneşopiyên civakî de jin bi hêsanî tên qetilkirin, ciwan tên xapandin, di serî de rêgirtina li ber pêşketina zîhniyeta hevpar a di navbera jin mêr de, cudakirina wan, kilîtkirin mejiyê jinan ji aliyê ferasetên olî yên zihniyetperest ve, dûrxistina jinan ji qadên perwerdehiyê û biçûkxistina jinan hemû jî yek ji armancên feraseta baviksalar a ku sîstema kapîtalîst pêşengtiya wê dike ye.
Weke encam ji bo rêgirtina vê feraseta ku civakê dimije divê pêşî civaka demokratîk a hevbeş ku têde mafê zayendî bi awayekî xwezayî tê parastin were esasgirtin. Di heman demê de ancax bi parastina xweseriya her du zayendan û rêzgirtina wan ev pirsgirêk ji holê bên rakirin






