Hemza Sêvo/ Mesir
Lêkolînerê di Karûbarên Terorê de Munîr Edîb da zanîn ku hêza ku DAIŞ’ê bi fedekarî şikand QSD’ê bû û got, “Tenê QSD’ê dikare şerê li dijî DAIŞ’ê bide meşandin û dikare parastina zindanên DAIŞ’ê û kampên malbatên çeteyan bikin. Herwiha îro em dibînin ku desthilata nû ya Sûriyê di berdewamiya şerê li dijî QSD’ê de çeteyên DAIŞ’ê hembêz dike.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş li ser QSD’ê tên domandin. Di nav van êrişan de bi hezaran kesên tundrew û çeteyên DAIŞ’ê ji zindanan direvin û dibin xeteriyeke pir mezin li ser ewlehiya herêmê. Derbarê heman mijarê Lêkolînerê di Karûbarên Terorê de Munîr Edîb ku ji Mesrê ye bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Piştî ku Baxoz ji aliyê Hêzên Sûriyaya Demokratîk ve hate rizgarkirin, Sûriyê û tevahiya cîhanê serdemeke aram derbas kir, bi piranî ji gefa DAIŞ’ê (ji bilî şane û tevgerên wê). Lê belê bi hatina HTŞ’ê li Sûriyê, nîşaneyên tundrew û bermahiyên DAIŞ’ê li Sûriyê bi awayekî vekirî hatin eşkerekirin. Hûn tevgerên DAIŞ’ê di bin vê desthilatê de çawa dinirxînin?
Rast e DAIŞ hilweşiya, ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve di serdema xwe ya yekem de di 22’ê Adara 2019’an de hate ragihandin ku DAIŞ têkçûye, û Hêzên Sûriyeya Demokratîk roja din, 23’ê Adara 2019’an, têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ragihand. Lê, ev rêxistin bi rengek ku ew bi tevahî ji holê rabe pêknehat. Bingeha wê ma, ev yek jî ewlehiya Sûriyê xist metirsiyê. Ji ber hebûna şaneyên veşartî ku hin ji wan çalak in, ji bo ewlehiya tevahiya cîhanê xeternak e. Ev şaneyên veşartî heta roja îro jîzêdetirî şeş sal piştî ragihandina hilweşîna DAIŞ’ê dixebitin. Komên çekdar û rêxistinên radîkal ên din ji nêz ve bi DAIŞ’ê re bûn ji hebûna vê rêxistinê sûd wergirtin. Rewşa Sûriyê, an jî şarê berdewam ê di navbera desthilata Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de a ku di demekê de berpirsiyarê parastina van girtîgehên DAIŞ’ê bû, aloziyekê diafirîne. Hebûna endamên DAIŞ’ê, çi di girtîgehan de û çi jî di kampan de, nîşan dide ku krîzeke rasteqîn di derbarê van kesan de heye. Sûriyê ji wan kesên xwedî fikrên radîkal û cîhadîst re bû cihekî guncav û bi ewle. Rast e ku ev desthilat ji bo şerê li hemberî DAIŞ’ê beşdarî Hêzên Hevpeymana Navdewletî bû, dibe ku hikumeta demkî ji bo şerê li dijî rêxistinê dixwest, lê mijar ew e ku gelo vê hikumetê şerê rêxistinê û îdeolojiya wê kir? Ma ev çêbû? Ez ji vê mijarê bi guman im û ez dibînim ku hikumeta demkî piştgirî daye vê rêxistinê. HTŞ’ê an jî desthilata niha dayika terora DAIŞ’ê ye û wê ji hemû aliyan ve hembêz dike, hem jî berevaniya wê erkekî xwe dibîne.
-Kobaniya ku DAIŞ têkbir û bû keleha destpêka dawîbûna DAIŞ’ê, îro jî rastî êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyê ya ku dagirkeriya Tirk piştgirî dike, tê, gelo ev tolhildan e, yan planeke stratejîk a wan e?
Li Kobanê berxwedaniyeke mezin rûda, tê de Hêzên Sûriya Demokratîk bi awayekî efsûnî li ber xwe da û bi ser ketin di rûbirûbûna rêxistinê de, hucreyên di nav bajêr de ji holê rakirin, her wiha şaneyên veşartî yên ku hewl didan ji nû ve bikevin tevgerê, hilweşandin. hikûmeta Sûriyê ya sekinî, bi piştgiriya Tirkiyê, dibe ku şêweyeke tolhildanê li dijî hêzên ku rû bi rû bi DAIŞ’ê re rû bi rû bûne, û her weha wek mînak be, ji bilî hewldana wan a ji bo avakirina hebûna li vî bajarî, ku dibe ku kampanyaya girîng û berbiçav a Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî rêxistina herî xeternak li ser rûyê erdê nîşan dide. Kes nikare rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de înkar bike, ev şerê ku di berdêla wê de 15 hezar şehîd bûn feda. Hêzên Sûriyeya Demokratîk hîna berdêlan didin û rola wan di parastina girtîgehên ku endamên DAIŞ tê de hene berdewam e. Ev rol nîşan dide ku QSD’ê xaka xwe diparêze û ev jî welatparêziya wê û berpirsyariya wê ya girîng di şerê de nîşan dide. Ev jî tekez dike ku ew ji bo parastina cîhanê di her du aliyan de bi terorîzmê re rû bi rû bûn. Piştî rizgarkirina Baxozê, ev têkoşîn domand, êdî bû erkdar li ser parastina zindanên çeteyên girtî û kampên malbatên DAIŞ’iyan.
-Îro hin navendên binçavkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan, çi li girtîgehên Reqayê an jî ya li Şedadê û heta Holê jî di bin parastina hikûmetê de ne. Di demekê de ku dîmen û daxuyaniyên fermî derketin holê ku hikumet bi xwe êrişî wan navendan kir da ku girtiyan azad bike? Ev yek li Hol, Navenda Eqtan û yên din li Reqa û Şedadê pêkhat. Gelo heya çi radeyê ev hikumet dikare ewlehiyê ji zindîkirina DAIŞ’ê biparêze?
Di baweriya min de hêza ku bikaribe çeteyên cîhadîst û malbatên wan kontrol bike Hêzên Sûriyaya Demokratîk e, ji ber ku ew xwedî tecrûbeya berfireh di parastina van navendên binçavkirin û girtîgehan de ne. Konteksteke din jî heye ku girîngtir xuya dike ku ji bo parastina van girtîgehan QSD’ê hêza herî guncav e, ji ber ku wan bi awayekî profesyonel li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, bi rêya vê yekê ew bi ser ketin û DAIŞ ji holê rakirin. Ji ber vê yekê yên ku rêxistinê têkbirin, yên xwedî fikrekî azad in pêşengiya şerê terorê dikin û şeran bi wêrekî bi rêve dibin, dikarin navendên binçavkirinê biparêzin. Ji aliyê din ve, kesên ku tevlî terorîzmê bûne, an jî pêwendiya wan bi terorîzmê re heye, bê guman dê zehmetiyan derxînin, bi taybet di warê kontrolkirina girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê de. Ev yek kirîzeke xeternak e, dibe ku hikûmeta Sûrî ya nû van kesên tundrew serbest berde Lê dîtineke din heye ku dibêje ev kesên tundrew û malbatên çeteyên DAIŞ’ê wê veguherin xaka Îraqê.
– Gelek analîzan nîşan didin ku planeke navdewletî heye ku di navbera Sunnî û Şîeyan de şer derxîne, Îraq ji vê ditirse û dixwaze xwe li dijî wê biparêze. Armanca navdewletî çi ye ku şer li Îraqê wekî beşeke girîng a Rojhilata Navîn ji nû ve dest pê bike?
Ji bilî van analîzan texmîn hene ku Nûrî Malikî serokatiya Îraqê bike dîse. Di dema Nûrî Malikî de, çeteyên DAIŞ’ê serkeftî bûn, karîbûn paytexta xwe li Mûsil û Sûriyê ava bikin. Nûrî Elmalikî vedigere û dibe ku DAIŞ bi wî re vegere, ku dibe vegera wî û DAIŞ’ê bibe sedema derketina şerekî mezhebî. Îraq di rewşeke zehmet de ye ji ber hebûna heman rêberê ku di serdemeke bûrî de axaftina tundrew kiribû. Axaftina wî bûbû sedema derketina DAIŞ li Îraq û Sûriyê. Ew xîtaba radîkal hişt ku şîniyên Mûsilê pêşwaziya DAIŞ’ê bikin, ji ber vê yekê li gorî min ev tirs heye û dibe ku encamên xerab bi xwe re bîne.
7ـ Hikumeta ku hat li ser desthilatdariyê, komkujiyan li dijî gelên Sûriyê didomîne, destpêkê li ser Elawiyan, paşê Durziyan û piştre gelê Kurd. Ew heman kiryarên DAIŞ’ê dike, herweha hemû cûreyên xerab ên îşkence, lîstina bi laşê mirovên şehîdbûyî û hwd… heta çi astê gelên Sûrîyê baweriya xwe bi vê hukumetê bîne?
Di roja îro de gelên Sûriyê êdî baweriya xwe bi hikumeta demkî ya Sûriyê winda kirine ji ber ku vê hikumetê komkujî li ser wan de pêkanîne. Di serî de li ser Elewiyan kumkujî pêkanîn, paşê Durzî dan ber qirkirinê, herî dawî komkujiyan derheqê Kurdan pêktînin. Her kesê ku xwedî nerîneke cuda be ji ya hikûmeta demkî rastî binpêkirinan tê. Ev desthilat xwedî pirsgirêk e, di warê siyasî û îdiyolojî de ew aliyekî ji bilî xwe qebûl nake, bi hemû pêkhateyên Sûriyê, ol û baweriyên cuda re bi radîkaliyet tevdigere. Ev terz wê rê li ber bidestxistina aramiyê û berdewamiya hebûna wê bigire. Ew hetanî bi bijartinên ku dide pêşiya gelên Sûriyê tundrew e. Di heman demê de serketina xwe li ser hesabê gelên Sûriyê dike. Ev desthilat dikare bibe sedema nebûna îstîkrarê. Eger ev hikumeta demkî wiha tevbigere bêyî ku xwe biguherîne wê gelek komkujî çêbibin û tu carî wê ewlehî pêkneyê.






