E.Pêjder Altan
Rojava ku bi îradeya kolektîf a gelan di serdemên herî tarî yên Rojhilata Navîn de hatiye damezrandin, îro ne tenê bi êrîşeke leşkerî, lê di heman demê de bi operasyoneke piralî ya ol, neteweperestî, berjewendiya navneteweyî û durûtiya herêmî bi hev ve girêdayî ne bi tunekirinê re rû bi rû ye. Ev êrîş hesabpirsîneke dîrokî ye ku li dijî hebûna gelê Kurd, destkeftiyên wan ên demokratîk û modela civakî ya herî pêşverû ya herêmê tê kirin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Şoreşa Rojava vir ve li Rojhilata Navîn modelek civakî ya bêhempa ava kiriye. Xwerêveberiyek pir-etnîkî û pir-bawerî ku li ser azadiya jinan disekine û bi rêya meclîsên gel dixebite… Ev model bûye alternatîfek zindî ji bo otorîterîzm, mezhebperestî û tundrewiya olî li herêmê. Ji ber vê yekê ye ku ew di bin êrîşê de ye.
Li hemberê vê jî bêdengiya navneteweyî jî gotin di cih de be cilê zirav ê hevkariyê ye. Bi hezaran şervanên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û enternasyonalîst di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Ev fedekarî bi bêdengiya ku îro ji hêla Koalîsyonê ve tê nîşandan bi eşkereyî tê înkarkirin. Ev bêdengî ne bêalî ye; ew hilbijartinek siyasî ye ku êrîşkaran cesaret dike û derî ji bo DAIŞ’ê vedike ku dîsa bihêz bibe. Dema ku Tirkiye li hundirê xwe gotinên aştiyê hildiberîne, ew siyaseta xwe ya êrîşkariyê li dijî gelê Kurd bi rêya şerên leşkerî, dîplomatîk û bi wekalet li derveyî welêt didomîne. Bêdengiya civaka navneteweyî li hember vê durûtiyê dibe hevkariyek fiîlî-de facto.
Li aliyê din jî, agirbesta 15 rojî ya di navbera xeta HTŞ û QSD’ê de, ne amûrek aştiyê ye, amûrek e ji bo ji nû ve rêzkirina têkiliyên hêzê li ser erdê. Li Sûriyeyê, agirbest êdî nayê wateya bêdengkirina çekan, dibe rêyek e ji bo aktoran ku dem qezenc bikin. Ji aliyê Amerîkayê ve, ev agirbest ev stratejiyek e ji bo pêşîgirtina li windakirina serweriya xwe an jî kontrola xwe ye. Ji bo HTŞ’ê, ew cîhek bêhnvedanê ye. Ji bo Şamê, ew derfetek e ku xwe ji nû ve bi cih bike. Ji aliyê din ve, QSD jî ne tenê hêzek leşkerî ye; ew aktorê herî rêxistinkirî, rewa û demokratîk li ser erdê ye. Ji ber vê yekê, ew hem wekî pêdivî û hem jî wekî avahiyek ku hewce ye were kontrol kirin tê hedefgirtin.
Vekirina deriyê girtîgehên Şedadê û Reqayê, berdana bi hezaran endamên DAIŞ’ê û nebersivdayîna Koalîsyonê ji bo bangên alîkariyê, herêm gihandiye ber karesateke din a mezin. Ev rewş nîşan dide ku êrîş ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemî gelên herêmê gef in. Ji nû ve derketina DAIŞ’ê nîşana herî zelal a berjewendiyên hevpar ên eksena Şam-HTŞ-Tirkiye ye.
Kobanê ax… Kobanê! Ji bo dijminan ku buye derdeke bêderman, gotina “Ket ha ket!” di qirka hinekan de bûye dasiyek pehn çikiyaye, ji bajarek wirdetir e. Ango bajarek ne ji rêzê ye; ew semboleke cîhanî ya berxwedana bi pêşengiya jinan e. Êrîşeke li ser Kobanî dê azmûneke astengkirinê ya Amerîkayê be, ji bo siyaseta navxweyî û derve ya Tirkiyeyê li ber şikandinê be û pevçûneke eşkere ya Îslamîst-sekuler be ku dewletên Ereb ji eşkerebûna wê ditirsin. Ketina Kobanî dê ne tenê şikestina bajarekî be, lê di heman demê de şikandina îdîaya azadiyê jî be.
Rojava ronahiyek e ku li cihê ku tarîtî herî dijwar e tê ronîkirin. Li vir, hêvî ne hestek e, lê çalakiyek kolektîf e. Gavên azad ên jinan, çavên zarokan ên ku li sibê dinêrin, wêrekiya gelên ku li kêleka hev radiwestin… Li van axan, hêvî bi biryardariyek mezin dibe ku ji dengê bombeyan derbas dibe.
Çawa ku Sedam di salên 1980’an de kir, îro neteweperestên Ereb ên selefî Sûreya Enfalê wekî motîvasyonek ji bo qirkirina li dijî Kurdan bikar tînin. Ev yek ji mînakên herî xeternak e ku ol vediguhere amûrek neteweperest. Bikaranîna Sûreya Enfal ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve wekî motîvasyonek ji bo êrîşê nîşan dide ku çawa xetên Baas û Selefî di dijminatiya xwe ya li hember Kurdan de yek in.






