Ronahî Sadûn/Qamişlo
Bi salan Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê şerê çeteyên DAIŞ’ê li şûna hemû cîhanê dike, îro bi destekdayîna Tirkiyê û erêkirina neteweyên yekbûyî hikumeta demikî ya Sûriyê çeteyan ji girtîgehan derdixe û ji nû ve metirsiyê li ser cîhanê ava dikin, lewma cîhan bi qirkirin û komkujiyên mezin re rûbirû ye.
Plan û zihniyet hîn qirêjtir bûye
Piştî ewqas e sal ji şerê ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê kirin ji aliyê Hêza Sûriya Demokratîk QSD’ê ve, careke din li Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi êrişên hikumeta demkî ya Sûriyê (HTŞ) re ku bi piştgiriya Tirkiyê û erêkirina navneteweyî ye, ev çete têne berdan. Dema navê DAIŞ’ê li cîhanê tê gotin yekser serjêkirin, kuştin û hwd…tê bîra mirov, îyca texmîn bike ev çete têne berdan, wê çi bikin û çi nekin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê li tevahiya Sûriyê û cîhanê kumkujî û kiryarên dij mirovî pêkbîne. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê bi desteka dewleta Tirkiyê, hikumeta demkî ya Sûriyê û neteweyên Yekbûyî tevdigerin.
DAIŞ kî ye û çawa hat damezrandin, êrişî ku derê kir?
Ebû Bekir Elbexdadî çeteyên DAIŞ’ê weke rêxistineke xwedî fikrekî herî xerab damezirand. Têkiliyek dîrokî ya xurt di navbera van çeteyan û çeteyên Elqaida, Cebhet Elnusra de heye. Bi dirêjahiya salekê van çeteyan karîbû xwe rêxistin bikin, ji derdora 81 dewletên cîhanê xwedî nasnameyên cudane û xwe komî ser hev kirine û xwestin serweriya xwe li ser Îraq û Sûriyê pêk bînin. Piştî DAIŞ’ê di 10’ê Pûşbira 2014’an de Mûsil dagir kir û bi şûn de di 15’ê Pûşbira 2014’an de jî Telafer dagir kir. DAIŞ’ê piştî dagirkirina van herdu bajaran, vê carê jî berê xwe dane Şengalê û di 3’ê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî di komkujiyê re derbas kir. Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil, Telafer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayên Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meşa li ser lingan xwe spartin çiya. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û HPG û YJA star ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekirin. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin. Herwiha di 13’ê Mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin, bi pêşengiya Gerîlayên Azad, YBŞ , YPG, YPJ’ û HPG û YJA star Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Piştî wê gelê Şengalê xwe bi rêxistin kir û pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk av kir.
Êrîşa Kobanê û destana lehengî ya şervanan
Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona sala 2014’an de ji sê aliyan ve dest bi êrişa ser Kobanê kir, armanca wan ew bû ku di nava çend rojan de Kobanê bi temamî bixe bin serweriya xwe. Lê piştî 134 rojan ji şerê di navbera şervanan û DAIŞ’ê de, efsaneya serkeftina Kobanê bi tîpên zêrîn tevî xwînê hat nivîsîn. Piştre jî pêngava rizgarkirina gundewarên Kobanê dest pê kir. Herwiha Minbic û Reqa, heta Baxozê. Têkçûna DAIŞ’ê jî ji şerê Kobanî dest pê kir û li Baxozê bi encam bû.
QSD’ê dawî li damezrînerê DAIŞ’ê Ebû Bekir Elbexdadî jî anî
QSD’ê di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya Şikandina DAIŞ’ê de, kampa Baxozê di 19’ê Adara 2019’an de ji destê çeteyan rizgar kir. Herwiha di 23’ê heman mehê de jî piştî 6 heftiyan hêzên QSD’ê karîn çeteyên herî xeternak li ser ewlehiya cîhanê têk bibin. Li gor malpêra fermî ya ragihandina QSD’ê di encama vê pêngavê de ji destpêka sala 2019’an heta 23’ê Adara 2019’an hezar û 879 çete hatin kuştin. Di heman demê de 29 hezar û 600 kes ji çete û malbatên wan xwe radestî QSD’ê kirin û hejmara kesên sivîl yên ku ji kuştinê hatin xelas kirin 37 hezar kes bûn. Piştî 7 mehan ji têkçûyîna DAIŞ’ê, dawî li hebûna serkêş û damezrînerê DAIŞ’ê; Ebû Bekir Elbexdadî jî hat. Kuştina Bexdadî di 27’ê Cotmiha sala 2019’an li bakurê Sûriyê, Idlibê bi êrişeke asîmanî ji aliyê hêzên Amerîkî û QSD’ê ve pêk hat.
DAIŞ têk çû, lê xeterî hîn didome
Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê, êdî xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmê heya astekê baş kêmtir bû. Lê têkçûna DAIŞ’ê dawî li xeteriyê neanî, ji ber bi hezaran kesên xwedî îdiyolojiya radîkal û hovane bûn weke mayîneke demkî nexasim li kampa Holê ku wargehek ji bo firkên terorîzmê, pêre jî kampa Roj. Teqandina zindanên DAIŞ’ê jî metirsiya herî mezin e. Rewşa metirsiyê ya van çeteyan û malbatên wan bi salan didome, hêza QSD’ê bi hemû hewldanên xwe û bi dana zêdeyî 15 hezar şehîd aramiyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû avakirin. Di heman demê de li hemberî her planeke şaneyên DAIŞ’î operasyoneke berfireh pêk tîne. Lê mixabin bi hatina hikuemta demkî ya Sûriyê HTŞ’ê re şaneyên razayî yên DAIŞ’ê bêtir zindî bûn, lê rewş bi çalakirina şaneyan re sînordar nebû, ji ber piştî salekê ji hatina HTŞ’ê DAIŞ’î ji aliyê wê ve tên berdan.
Zexta êrişan û hewldana derxistina hemû DAIŞ’yan
Bi van êrişên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê ve tên kirin, zexteke mezin li ser zindanên ku DAIŞ tê de ne û kampên malbatên wan, hat kirin û hîn jî tê kirin. Hikumeta demkî dixwaze DAIŞ’ê li hemû cihên ku têde têne girtin rizgar bike, mîna Kampa Hol, zindana Şedadê û hwd… çete berdan, di heman demê de armacên derxistina çeteyên li zindan Sînaa ku çeteyên li vir herî xeternak in, dikin. Li hemberî van çeteyan bi salan hêza QSD’ê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin. Bi salan QSD’ê cihê xwe di nava kuwalîsyona navnetewî de digirt ku hemû planên DAIŞ’ê yên li ser herêmê têk birin. Lê mixabin hikumeta demkî nebû demek cihê xwe di kuwalîsyonê de girt û li şûna Sûriyê ji DAIŞ’ê xilas bike, wan derdixe û rê li ber metirsiyeke mezin vedike. Berpirsê vê yekê jî neteweyên yekbûyî ye, ji ber ku ew li hemberî kiryarên ku têne kirin bêdenge û hevkare. Herwiha li şûna ku çeteyên DAIŞ’ê bihata darizandin û ew serbest têne berdan.
Hemû pêkhateyên Sûriyê para xwe ji komkujiyan girtin
Niha bombeya teqandinê ne tenê ya şaneyên razayî ye, lê ya DAIŞ’yên ku bi salan girtîbûn, heye. Me şahidiya gelek tiştan jî kir ku dîsa çawa şêwazê serjêkirin, kuştin û hişmendiya tûndrew xwe dûbare dike. Dîsa ala reş li ser bajarê Reqa hate hildan, kirasê reş li jinan hate kirin, ev îdyolojiya ku bi salan li hemberî wê şer dihat kirin, îro bi awayekî zelal xwe dide pêş û hikumeta demkî serkêşiyê jêre dike. Gelo hikumeta demkî bi van nêzîkatiyên li hemberî gelê Sûriyê, wê çawa siberojekê ji bo Sûriyê ava bike, pêkhateyek ji Sûriyê nema ku di nava vê salê de komkujî nedît. Hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê ji vê hikumetê hatiye şikestin. Di encamê de ger ev hikumet li ser desthilatdariyê bimîne, wêraniyên ji salên bihûrî zêdetir li Sûriyê wê bên jiyankirin. Herwiha zindîkirina DAIŞ’ê jî avabûna Sûriyeke nû wêran kir. Ji bo wê tenê yên ku dikarin aramiyê bînin sûriyê, hêza QSD’ê û sîstema Rêveberiya Xweser e.






