Farûk Sakik
Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, di 27’ê Îlona 2024’an de di dest wî de 2 nexşe hebûn. Wî ev 2 nexşe wek Nîqmet: xeta enerjiye, ji Hindîstan heta Ewrûpa û Nalet: welatên Lubnan, Sûrî, Iraq û Îran pênase kiribû. Nexşeya nalet de sînorê Lubnan, Sûrê, Iraq û Îran hatibû reşkirin.
Wê ji Sûrî dest pê kirina. Ji bo vê plana xwe pêk bîne astenga herî mezin Îran bû. Li Lubnanê bi tasfîyekirina Hamas û Hîzbûllah dest pê kir. Roja di 27’ê Mijdarê de Colanî û çeteyên wî ji Îdlibê bi rê xist, ev plana xwe xist meriyetê.
Di vê nexşeya reş de Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistan jî hebû.
Dema Tirkiyê ev nexşe dîtin got, ihtimal e ku 3 parçeyên Kurdistan di vê nexşeya reş de statuyên xwe bi dest bixe. Dema ku Bahçelî behsa metirsiya Îsraîlê dikir, 3 statuyên Kurdan ew tirsandibû. Bi Rêber Apo re xwest pêşî bigire, dema gotina xeta sor bihîstin, li rêyek din geriyan.
Dema ku ji bo guhertina nexşeya Rojhilata Navîn, li Sûrî rejima Baas rûxandin, Tirkiyê di çentê wî de qarta Nato, derbasî Qesra Spî bû. Ji bo Trump kêfxweş û îqna bike, îmzeyên bazirganiyê avêtin.
Sozek din dan ku di şerê li dijî 3 dewletan(Îran,Sûrî,Iraq) de li kêleka Amerîka cih bigire. Ji bo îqnakirina Îsraîl jî, soza li hember rewşa filistiniyan bêdeng bimîne.
Soz û li hevkirina bi Tirkiyê re, di 6’ê Çileya 2026’an de dest pê kir. Piştî êrişên 2 taxên Helebê-Şêxmaqsûd û Eşrefiyê, berê xwe dane hemû heremên rêveberiyên xweser a demokratîk.
Piştre dor hat Iraqê. Dema şerê çeteyên HTŞ û Tirkiyê dewam dikir, li sînorê Iraqê liv û tevgerek dest pê kir. Haştî Şabî li serenserê sînorê Iraq û Sûrî hatın bicîh kirin. Li Baxdayê îro rewşek awarte heye. Di kêliyên min ev nivîs dinivisî, Tugayên Hîzbûlaha ya Iraqê li hember Amerîka seferberi îlan kir.
Lê li aliyek jî tehdîtek mezin li ser herêma Başûrê Kurdistan heye. Em vê yeke di reng û peyamên Mesûd Barzanî de dibînin. Rewşa Başûrê Kurdistan di bin xeteriyek mezinde ye. Tirkiye ji bo ku vê federasyona herema Kurdistan ruxîne dest bi amadekariyan kiriye. Kerkûk û Mûsil di hedefa wan dene. Hakan Fîdan dest bi tehdît-gefên Şengalê kir.
Û li Îranê piştî gel dest bi serhildanan kir, Tirkiye ji bo li her ihtimalî Kurd nebin xwedî statuyek, bi rejîmê re di nav danûsandinan de ne. Ev nayê wê wateyê ku sozê dane Amerîka destberdane. Bi her dû aliyan re di temasê de ye.
Kurd jî li hersê welatan, ji bo axa xwe û sîstema xwe biparêzin li ber xwe didin. Berxwedaneke mezin îroj li Rojava ye. Êrişî rêveberiya xweser ya Rojava dikin. Kobanê bi rojan bû dibin dorpêçê de bû.
Bi zanebûn agirbest îlan kirin û li benda 26’ê Çile man.
Di sala 2015’an de di 26’ê Çileyê de, Kobanê di encama berxwedaneke dîrokî de hatibû rizgar kirin. Ne bi tenê Kobanê heman demê de hemû mirovahî ji van çeteyên hov rizgar kiribû. Kobanê wijdanê mirovahiyê bû.
Îroj wa bi hovîtiyek mezin êrişî Kobanê dikin û ew wijdanê mirovahiyê reş bûye. Li ber çavên wan zarokên Kurdan tên qetilkirin û bêdeng in.
Divê were zanîn Kobanê bi tenê bajarek nîne. Kobanê îro wek neynika ku cîhan-mirovahî ketî çi halî ye. Lê aliyên-kesên ku cesaret nakin li vê neynikê binêre, wê di paşerojê de-di dîrokê de, bi vê pirsê re rû bi rû bimîne. Dema ku Kobanê di bin dorpêça qirkirinê de bû tu li ku derê bûyî?






